Delalê min

 Bêrîvan Dosky 

Li dûrî te

Dil ji leþ re bêgane ye

Can û ceste

Ji hev sil in

Xew û çav hevdu nagirin

Çav li rê me

Geþetava spêdehiya

Reng û rûyê Te yê delal

Bi xwe re bîne

Û dîsa dilî

Weke gula nûbiharan

Vegeþîne

 

Delalê min

Lêvên zuha

Li çola bêdengiya

Qederê

Bi armanca

Hilmijîna

Çend dilopên

Hûrbarana ramûsanan

Xwe davêjin û

Hêvî dikin

Taviyeke nû

Rêjneyek dinê

Bi xwe re bîne

09-2004 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org