Kongira 70î ya PENa Navneteweyî 

li bajarê Tromsø yê welatê Norwêj 

ji rojên 06.09 -12.09.2004an hate lidarxistin

 Bêrîvan Dosky

 

Belê li herêma kêmneteweyên Norwêjê, li herêma Samiyan, ku di demeke dîrokê de herêma wan jî mîna herêmên gelek neteweyên dinê hatibû perçekirin û niha li çar welatan belav bûne; ew jî Norwêj, Swêd, Finland û Rûsiya ne, kongira 70î ya PENa Navneteweyî hate lidarxistin.

Herêma kêmneteweyên Norwêjê, bi ziman û wêje û çanda xwe ya taybet ve, ji kongirê re mêvandarî kir, ku bi rastî di cî de bû kongire li wir bibe; çinkî yek ji babetên girîng ên kongireyê ev bû (Writers in minority languages), yanî (Nivîskarên bi zimanê kêmnetewan dinivîsin) ku bi rastî jî li wê herêmê gelek girîngî daye çand, huner, ziman û wêjeya Samiyan, ku xelkê resenê yê wê herêmê ne.

Tromso: Bajarê ku deryayê dora wî girtiye, nîvê wî ji avê biriye û kiriye du beþ, ku bi du pireyên gelek ciwan beþên bajêr bi hevdu re hatine girêdan. Li Hotela Rica Ishevshotel kongire hate lidarxistin, ku hema li qeraxê deryayê bû; dîmenê çiya, derya û herdu pireyên qeþeng di pencereyên wê avahiyê re dihate xuyakirin, dîmeneke bedewiyê ya bê sînor bû.

Careke dinê bas li ser Tromso; ew bakurtirîn bajarê cihanê ye, ku zanistgeh têde ye; ew bajarê ku nîvê salê roj lê hilnayê û herdem þev e, û paþê di salê de 3 ta 4 mehan roj lê ava nabît û herdem roj e. Li wî bajarî ji metrekê heta nêzîkî 2 metran befir dibare, lê dîsan jî jiyan berdewam e.

Roja yekê ji kongireyê û semînara yekê li ser babetê (Erê dibe nivîskar di zîndanê de bin?) ji layê çendîn nivîskarên bi nav û deng ên cihanî ve gotar û dan û standin hatin pêþkêþkirin. Yek ji wan babetan ji layê nivîskarê Norwêjî Thorval Steen li ser Selaheddinê Ayûbî û dadmendiya wî heta digel dijberên xwe bû, ku li gor çavkaniyên dîrokî ev rastî bi behane îspat e.

Her wê êvarê ahenga bixêrhatina beþdaran bi awaz û stiranên resen ên Samiyan li wê herêmê hate destpêkirin, ku dibêjnê (Yoik) hemû mêvan rakirine coþê. Di piþt re hemû beþdar ji bo þîvê mêvanên þaredariya Tromso bûn.

Roja sêþemiyê, ku roja duyê ji kongireyê bû, rê û resmên vekirina konfiransê bi beþdarbûna mîrê Norwêjê (Crown Prince Haakon) hate destpêkirin. Piþtî mîrî serokê PENa navneteweyî, serokê PENa Norwêj û parêzgarê bajarê Tromso gotarên xwe yên bixêrhatinê pêþkêþ kirin.

Paþnîvroya wê rojê civînên komîteyên PENa navneteweyî destpêkirin û du roja berdewam bûn. Civîna Komîta Jinên Nivîskar û civîna Komîta Mafê Ziman û Wergerê di heman wextî de hatin girtin ji ber hindê jî þanda PENa Kurd, ku tinê yek kes bû tinê karî li civînên yek ji wan komîteyan amade bibe; ew jî Komîta Jinên Nivîskar bû. Di wan civînan de rewþa jina Kurd û bi taybetî ya nivîskar hate þopandin û bal kiþande ser keþ û hewayê azad li baþurê Kurdistanê û pêþveçûna rewþa jinê di aliyê wêje û nivîsê ve. Êvarî jî korên wêjeyî þev bi dawî anîn.

Roja piþtre jî, ji ber ku civîna Komîta Nivîskarên di Zîndanan de û ya Nivîskarên ji bo Aþtiyê di heman wext de bû dîsa þanda PENa Kurd tine karî di civînên Komîta Niviskarên di Zîndanan de amade bibe. Di civînên wê komitê de, dema serokê wê komîtê Eugene Schoulgin bi dawî hatibû û helbijartina serokeke din hate kirin. Sê kesan xwe navzed kiribûn; ew jî Lucina Kathmann ji PENa San Miguel, Karin Clark ji PENa Almanî û Joan Smith ji Navenda PENa Inglîzî, ku piþtî dengdanê Karin Clark dengê yekê anî û bû seroka Komîta Nivîskarên di Zîndanan de.

Her di civînên wê komîteyê de hinde pêþniyar hetin guhartin û hindek biryarên nû hatin girtin. Di nav yên ku hatîn guhertin de daxuyaniya li ser Tirkiyê bû, ku basê berdana xanima Kurd Leyla Zana û hawkarên wê yên birêz têde hebû. Hinekê daxuyanî hate guhartin, lê dîsa jî bi dîtina þanda Navenda PENa Kurd diviyabû zêdetir bûya. Ji wan daxuyaniyên nû jî yek li ser daxwaza azadberdana rojnamevanên Firansî li Iraqê bû û tikakirin ji hemû desthilatdarên deverê, ku hewla berdana wan rojnamevanan bidin. Ew daxuyanî ku bi pêþniyara þanda Navenda PENa Firensî hat kirin gelek navendan piþtgirî lê kir; yek ji wan þanda navenda PENa Kurd bû, herwisa pêþniyara îmzakomkirinê ji bo azadberdana nivîskarê Iranî Nesîr Zerefþan jî her pêþniyara þanda Navenda PENa Kurd bû.

Herdu rojên dawiyê yên kongireyê bi tewawî girîngî li ser civînên hemû delegasiyonan bi hev re (Assembly of Delegates) bû. Di wan civînan de raporên komîteyan hatin xwendin. Rapora yekê ya Komîta Nivîskarên di Zîndanan de bû, ku têda lîsteya welatên ku ev komîte dê rewþa wan ji nêzîk ve biþopîne, û bi taybetî rewþa nivîskaran û azadiya bîr û ramanê. Navê gelek welatan hate diyarkirin, ku ev komîte dê rewþa van welatan ji nêzîk ve biþopîne mîna Sûriya, Iran û hwd, lê ya balkêþ ew bû, ku navê Tirkiyê di vê listeya hanê de ne hate gotin. Êdî berî rapor tewaw bibe, þanda Navenda PENa Kurd nerazîbûna xwe ji vê yekê derbirî û daxaz kir, ku Tirkiyê jî têde be; çinkî þanda Navenda PENa Kurd ji beþdaran re ragehand û diyar kir, ev çaksaziyên ku Tirkiyê hewil dide cihanê pê bixapîne, çaksaziyên ne bingehîn in û tenê ji bo razandinê (ciwaniyê) ne û di warê pratîk de çaksaziyên bingehîn encam nedane. Xoþbextane serokê komîtê anî ziman, ku sedem tinê ew bû, wî navê Tirkiyê negot, wî ji bîr kiribû ew basê Tirkiyê bike, lê Tirkiyê di serê wê listê de ye. Hinde kesan dixwestin vê yekê biguherin, lê hewlên wan nehatin sergirtin.

Di civînên giþtî de helbijartina sekreterê nû yê PENa Navnetewî û herwesa ya endamên desteya rêvebir hatin kirin. Di helbijartina sekreterî de xanima Joanne Leedom-Ackerman ji Navenda PENa Amerîka dengê zêdetir ji Giorio Silfer ji Navenda PENa Esperanto anî û ew bû sekretera nû ya PENa Navnetewî.

Di helbijartina endamên desteya rêvebir de van kesan xwe navzed kiribûn (Clancier Sylvestre ji navenda PENa Firansa, Eugene Schoulgin ji Navenda PENa Norwêjî, Eric Lax ji PENa Amerîka, Judith Rodriguez ji PENa Melbourne, Mohamed Magani ji PENa Cezair, Murin Gustav ji PENa Slovak û Edvard Kovac ji PENa Slovene. Piþtî encama helbijartinê dîsan sê kes hatin helbijartin ew jî Eric lax, Judith Rodriguez û Eugene Schoulgin. Þanda Navenda PENa Kurd pirozbayî li hemûyan kir û daxwaza serketinê di kar û barên xwe de ji wan re xwest.

Piþtî van civînan hinde kar û barên dinê jî hatin kirin û hinde civînên duqulî yan sê- û çarqulî di navbera þanda Navenda PENa Kurd û hinde kesayetî û þandên hinde navendan de, ku peywendî bi karên paþeroja Navenda PENa Kurd ve heye, hatin kirin.

Hêjayî gotinê ye, ku pêþniyarek ji layê Komîta Mafê Ziman û Wergerê ve hatibû pêþkêþ kirin, ku þanda Navenda PENa Kurd berê kar li ser kiribû; ew jî daxuyaniya lidarxistina seminarekê li Amedê, ku Navenda PENa Kurd, Navenda PEN a Tirk, PEN a Navnetewî û UNESCO dê bi hev re vê seminarê bi alîkariya desthelat û kesayetiyên Amedê û yên deverê li dar bixin û bi rêve bibin. Di vî warî de þanda Navenda PENa Kurd û ya Tirk xwestin, ku birêz Terry Carlbom di desteya vê seminarê de weku rawêjkar endam be û bi nivîskî daxwaz xiste ber destê desteya rêvebir, ku ewê me agehdarî encama vê daxwazê bikin.

Li gor dîtina þanda Navenda PENa Kurd kongire serketî û gelek bi nirx bû. Kongireya sala bê dê li bajarê Bled li welatê Slovenja bê lidarxistin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org