Kongireya
72an
ya PENa Navneteweyî li Berlinê
ji 22
- 28ê
meha 6an a 2006ê
û
beþdarbûna þanda Navenda PENa Kurd bi niwênertiya
Bêrîvan
Doskî û Mustefa Reþîd
Bêrîvan
Doskî
Almaniya
berî 20 salan jî mêvandariya
kongireya PENa Navneteweyî li bajarê Hamburgê kiribû û vaye careke din
li bajarê Berlinê mêvandariyê dike.
Berlin,
bajarê ku dîwarê wî yê bi nav û deng - heya herifîna wî - bûye
sembolê þerê sar di navbera eniya çep û rast de li cîhanê û dabeþbûna
Almaniya Rojhilat û Rojava û niha bûye paytexta yekbûyî ya Almaniya, êdî
bûye cihê lidarxistina civîn û konferansan li navbera baþûr, bakur,
rojhilat û rojava.
Li
vir, li Berlin mirov dikare paþmayên dîrokê bi çend awayan bibîne û
ew paþmayî ji xwe re þahidiyê li bûyeran dike, hem di dîrokê de bi giþtî
û hem jî di dîroka Almaniya de bi taybetî.
Mirov
li Berlin hem paþmawên artîst, hunermend, zana û filosofan dibîne, hem
jî paþmawên tawanan dibîne, mîna tawanên ku Naziyan kirin.
Dîsa
bas li ser Berlin; ew bajarê ku hatiye nûjenkirin, li cihê dîwarê
bednav êdî avahiyên herî modern hatine avakirin û niha jî rûyê geþ
ê avahiyên kevnar bi mirovî re dikenin û nîþaneyên þaristaniyeke
mezin xuya dikin.
Niha
jî ezê bas li ser programa kongireyê bikim. Ez bi xwe hinekê li cihê
Kek Zerdeþt dereng gehiþtim kongireyê, ku ji ber sedemên nexweþiyê
nekarîbû amade bibe. Ez roja sêþemiyê, yanê
paþ 2 rojan ji destpêkirina kongireyê gehiþim Berlin. Lê mamosta
Mustefa Reþîd her li destpêkê li kongireyê amadebû, ew tevlî civînên
giring bûbû, bandora xwe wek þanda Navenda PENa Kurd danabû û di diskûsiyonan
de beþdarî kiribû.
Roja
yekê ji kongireyê, 22-5-06 Roja Duþemiyê:
Piþtî
geyiþtin û navnivêsînê konferansa rojnamevanî li ser kongireya 72an ya
PENa Navneteweyî ku reklameke mezin li herdera Berlinê jêre hatibû
kirin, piþtî firavînê civînên herdu komîteyên Nivîskarên di Zîndanan
de û ya Nivîskarên ji bo Aþtiyê hatin li darxistin, ku Mamosta Mustefa
têde beþdarî kir. Dema êvarî jî ahenga bixêrhatinê ku bi mazovaniya
Parêzerê (walî) yê Berinê pêk hat, hat lidarxistin.
Roja duyê ya konferansê 23-5-06 Roja Sêþemiyê
Dîsa
Mamosta Mustefa bo ku karîbû tevlî civîna duyê ya Komîteya Nivîskarên
ji bo Aþtiyê serê sibê bibe, bi rê û resmên bi fermî vekirina
kongirryê ji layê Horst Köhler, serokê Komara Almaniya Fedral, Jiri
Grusa serokê PENa Navneteweyî û nivîskar Günter Grass ve pêk hat. Paþ
nîvro jî Mamosta Mustefa tevlî civîna Komîta Mafên Ziman û Wergerê bû.
Roja
siyê ya konferansê 24-5-06 Roja Çarþemiyê
Serê
sibê yekem civîna giþtî ya hemû delegasiyonan (Assembly of Delegates) pêk
hat, ku têde raporên serok û sekreter û Birêvebira Giþtî li ser kar
û xebatên wan hatin xwendin. Paþan jî qala xebata PENa Navneteweyî ya
girîng hat kirin. Di warê azadkirina nivîskaran de li cihanê em jî rabûn
û me bas û spasiya hemû beþdaran ji bo kampaniya azadkirina xanima hêja
Dr. Roya Tiloui kir. Paþnîvro jî ez tevlî civîna Komîta Nivîskarên
Jin bûm, ku mijara wê ya serekî xwe amadekirin bû ji bo kongira 73ê, ya
ku dê li Senegal bê lidarxistin û îmkana beþdarbûn û alîkirina jinên
nivîskarên Afriqayî û mijarên elaqedar bi wan ve. Me jî pêþniyar, ra
û boçûn hebûn, ku hatin li ber çav girtin. Ji ber van tavlîbûna civînan
me nekarî em herin seyrana dîtina bajêr. Mamosta Mustefa jî paþ nîvro
tevlî civîna duyê ya Komîta Mafên Ziman û Wergerê bû. Paþan jî hemû
delegasiyon mêvanên Federal Chancellery Xanima Angela Merkel bûn.
Lê
dema êvarî, gava bû danê þîvê, hinde kurdên gelek hêja yên
welatparêz, ku ji Mamosta Mustefa re heval bûn hatin du me û em bûn mêvanên
wan. Mêvaniya wan xweþ bû û em berî þîvê têr li bajêr gerandin.
Dema em di wan cade û kolanên xweþik û pan yên Berlinê re digerandin
pir keyfa min ji bajêr re dihat, bi min gelek rind û delal xuya dikir. Êdî
Mamosta Mustefa henek dikirin û digot: Hinde keyfa te ji bajêr re hatiye,
lê tu ji gotina helbestvanê Kurd Seyda Cegerxwîn re çi dibêjî,
ku di helbesteke xwe de dibêje:
Em welatê xwe nadin bi Berlîn!
Êdî
min jî bi henek ve jêre digot: Mamosta baweriya te hebe, Mamostayê hêja
Cegerxwîn diyar e di wî demî de Berlin nedîtibû, nexo rast e, em welatê
xwe nadin bi Berlin, lê xweþikbûna Berlinê tiþtekî dinê ye. Bi her
hal me êvariyeke xweþ û delal bi wan kurdên hêja re li Berlina rind û
delal bire serî.
Roja
çarê ya konferansê 25-5-06 roja Pêncþemiyê
Tevlîbûna
civîna duyê ya delegasiyonan ya giþtî, xwendina raporên harçar komîtan
û pesendkirina kar û xebatên wan. Paþnîvro jî tevlibûna min û
Mamosta Mustefa di Work Shopan de, ku li ser misiyona PENa Navneteweyî li cîhanê,
li ser xwestek û dîtina endaman bû. Êdî me jî bi hel zanî, ku basê
misiyona PENê ji bo zimanên bindest û îmkana lidarxistina konferanseke
navneteweyî li Hewlêrê, ku tewawkera Konferansa Amedê be kir. Birastî jî
me nedît, ku pirsgirêk nîne, moderetorê panelê jî pêre bû û me hest
bi piþtgiriyê kir. Dîsa dema êvarî gera li nava bajêr û mêvandariya
kurdên welatparêz
Roja
pêncê 26-5-06 Roja Aynî
Hemû
roj bi helbijartinên cuda yên serok û hinde endamên desteya rêvebir û
endamên komîteyeke nû, ku jêre dibêjin "Search Committee (komîta
lêgerînê)", ku erkê wan ew e jimara endaman di komîteyên rêvebir
de tewaw be û eger na ew destnîþan bikin û xebata pirkirina wan cihan
bikin. Herwisa di civînên wê rojê de dengdan li ser resolosiyonan hat
kirin û me jî ji hemû van dengdanan re berjewendiya Navenda PENa Kurd li
berçav digirt û ji namzetên hêja re deng dida. Me wisa hest dikir, ku ji
ber rewþa dawî ya Navenda PENa Kurd hinde kêmasiyên me hebûn û
resolosiyonên me diviyabû bêne amadekirin.
Roja
dawiyê 27-5-06 Roja Þemiyê
Tewawkirina
dengdan û kar û barên mayî û dîsa beþdarbûna me di civîn û diskûsiyonan
de, bi taybet ji mijara ku li ser Rojhilata Navîn, dîtin û pênasa wan ji
Rojhilata Navîn re û îmkana lidarxistin û beþdarbûna konferansekê li
ser Rojhilata Navîn, ku me gelek dîtin û boçûn anîn ziman. Di pey re jî
mijara vekirina hinde PENên din derket holê, bi taybet PENên Ereb yên
cuda cuda û di nav de PENeke Iraqî, ku li wir jî me dîtin û boçunên
xwe anîn ziman.
Serêvarê
jî gera dawiyê bi keþtiyê û paþan jî þîva xatirxwestinê bû. Ya
balkêþ ew bû, ku keþtî di
nava goleke mezin de di nava bajêr de bû ku jêre digotin (Van See - Van
Sea), ya ku Gola Wanê dianî bîra min û her wisa gotina Mamosta Cegerxwîn.
Bi vî rengî me xatir ji bajarê delal yê Berlinê xwest û di gel wê hêviyên
kar û xebatên baþtir di konferansên dahatî de.
|