Li Kongira 69an ya PENa Navneteweyî
 
Bêrîvan Dosky
 
Roja 22e meha 11,  seet 10.30ê sibê balefirê ji Balefirgeha Heathrow a Londonê ber bi esmanê Amsterdamê kete rê. Ez û kitêba xwe, romana Jeffery Arçer (The Prodigal Daughter), ku beþa dawiyê maye tewaw bikem û þewqa min, ku bizanim aktora romanê, ev keça hinde hêviyên jiyanê heyin, yê ber bi kû ve here, gelo yê bigehîje armancaca xwe, yan jî na.

Car bi car jî xeyala min ji bo Kongireya Navenda PENa Navneteweyî ji kitêbê dûr diket û hizra min di
çû cem armanca çûna me ya kongireyê, ka gelo armanca em dixwazin yê ser bigre yan jî na.

Hinde caran jî
çavên min diketin ser computera kesê li kêleka min rûniþtî li ser kursiya balefirê, yê ku yariya perkanê li ser computera xwe dikir û carcaran hinde perik þaþ dilivandin, ku bala min dikiþand û min hez dikir, ku min bi awayekî din livandiba. Paþê dîsan dizivirim xwendina romanê.

Bi vî awayî hetanê gehi
þtim Amsterdamê. Paþî ku gehiþim cihê balefira ku ber bi Mexico City ve diçe, min çav gêra, lê xanima hawsefera min hêj ne gehiþti bû, lê hin pê ne çû, ew gehiþt û paþî hal û rewþpirsînê wextê siwarbûna balefirê hat. Balefir gelik mezin û hemû kursîyên wê pir (tijî) bûn, ez û hawsefera xwe jî ji hev dûr rûniþti bûn.
 
Dîsa min dest da xwendina romanê û headphon (amîrê guhgirtinê) dana ber guhê xwe, ku min xiste ser kenalê muzika nerim. Muzik rihet û xweþ bû, ku haya min ji der û dorê min nema û zêdetir hiþê min dixist ser xwendina romanê. Perçên muzikê dirêj bûn û dema tewaw dibûn û perçeke din dest pê dikir bêjerî digot, ka muzîka kê ye û kengî hatiye danan, carina perçên Kevin û klasik û carna jî yên hindekî nûjen (modern), ji niþkê ve min hesret dikir û min hez dikir min guh li muzika Memosta Dilþad Seid girti ba di nava van muzîkvanên cihanê de, lê gelo ma ew jî dibe? Ma me ji Kurdan re ew jî dibe?! Reng e, rojekê lê carê na.
 
Zû, zû xwarin û vexwarin dianîn û paþ çend seetan romana min jî bi dawî hat, ku aktera romanê (Florentina Rosnovski) piþtî ewqa kar û xebat û xweþî û nexweþiyan gehiþt armanca xwe û bû yekemîn seroka jin ya Amerikayê). Dawiya romanê li gor dilê min bû, lê min hez dikir di reyalitê de jî ew tiþt biba û seroka welatekî weke Amerika jin biba, lê dîsa dihat bîra min, ku jiyan çend zehmet e, ji bo jinan. Bîra min dihat, ku eger jinên awropayî û amerikayî, yan yên civakên pêþketî û sivîl û aram zehmetiyên wan ewqa hebin, ku bigehin asta herî bilind ya dezgayên dewletî, erê gelo jinên me yên kurd, yên di bin ew hemû zilm û zoriya civakî û olî û siyasî û aborî, û yên di welatekî perçekirî de, ku li her perekê mafê bûna wan weke Kurd di metirsî de ye, gelo dibe hêj li kîderê bin,  û wê çend mabe, ku bigehîjin armancê? Pisyar û pisyar û pisyar….lê bersiv tine…..
 
Rê pir dûr û dirêj û her tewaw ne dibû, radibûm hindekî ser piyan û diçûm li halê hawsefera xwe dipirsîm, paþan min hewil dida, ku hindekî di xew ve herim, lê min ne karî. Piþtî 11 seetan em gehiþtin hindav Mexico City, pir mezin xuya dikir.  Piþtî 16 seetan ji sibê, ku gera me dest pêkirî, hêj li Mexico seet 18.30ê êvarî bû, me got, emê zû bigehîn hotel û hindekî bihna xwe vedin, lê system ji ewropayê pir cuda bû û hetanî em ji kontrola pasporta tewaw bûn û ber bi hotelê ketine rê seet bû 21.40. Kes li pêþiya delegasionên PENan ne bû û hindekî zehmetiya me hebû, lê weke em bi Kurdi dibêjin, me berika xwe ji avê derxist û bi taksi hetanî nava bajêr çûn, lê þufêrê taksiyê, got, xwe pêþandanek heye û ewê me li wir peya biket, em qasi 30 deqiqan jî bi piya çûn, hetanî gehiþtin hotelê.
 
Paþî 40 deqiqan jî li resipsiona Hotela Fiesta Amaricana, yaku hoteleke mazin bû, û ez bawerim 4 stêr bû, ez û hawkara xwe daketin odekê. Di dema sefer û hatin û çûna de xewa min hindekî têk diçe û hetanî sibê ez di xew ve naçim. Berî ku bêjim hawkara xwe, ku min problemeke weha heye, ewê got, ku wê hebên xwe yên xewê ji bîr kirine û nizane yê çi bike. Lê hinde heb bi min re hebûn, wê hebek û min kerekê hebê xwar, ew demekê raza  û ez jî, reng e, du seetan. Seet 6ê sibê em rabûn û piþtî xwe þuþtin û cillixwekirinê em daketin salona taþtê.
 
Salona taþtê mezin û xeminlandî bû, mase û kursî tijî û delegasionan pir kursî jê girti bûn. Ez û hawkara xwe bi hinde delegasionên PENên din re li ser masekê rûniþtin. Piþtî taþtê civîna „Kominteya Jinên Nivîskar“ hebû, navê me di lista qisekeran de ne bû, lê ji me re goti bûn, ewê derfeta qisekirinê bidene me. Dema dora me hat, hawkara min dest pê kir û basa rewþa jinê di civaka Kurdî de kir û hindekê bi kurtî çû nava dîrokê û hetanî gehiþte rola jina kurd ya nûjen di civakê me de. Paþî jî min li ser guhurînên di rewþa jinê de, dirust bûn di van salên dawîyê de û rola jina rewþenbîr û nivîskar ya kurd bi giringî di guherîna civakê de nirxand û weke mînak guhertina hindek bendên qanûna sivil li baþurê Kurdistanê. Bandora axiftina me xwe li ser hemû beþdaran bi cih kir.
 
Civîn berdewam bûn, hetanî paþ nîvro, û evarî jî hemû çûne qesira (palasa) hûnerên ciwan ji bo civîn û gotarxwendinê. Qesireke (palaseke) mezin û balkêþ bû li nava bajêr. Piþtî hingê ahenga koktêl her li wir bû, û paþan bi otobûsan em vegerîne hotelê û dîsa þeveke dirêje  kêm xew li pêþiya minm bû.
 
Roja 2ê ji gehiþtina me û ya siyê ji destpêka kongireyê, serê sibê du civînên giring hebûn, yek ya “Kominteya Niviskarên Aþtiyê” û ya din jî ya azadiya bîr û raderbirînê. Hawkara min çû ya yekê û ez çûme ya duyê. Hawkara min got, ku di wir de ji wê re derfeta axiftinê hebû, beþdariya wê serketî bû û jê re çepik lê da bûn, dema basa gelê kurd û aþtîxwestinê kiri bû. Min jî derfeta axiftinê dît û di civîna din de hindekê li ser rewþa bîr û raderbirînê li welatê me got. Ez bawer dikem, ku bandora xwe hebû, lê çepik ji min re ne hatin lê dan! Paþnîvro hindekî bihn vedan hebû û em di gel delegasionên PENa Vietnamî ber bi bajarî ve çûn.
 
Bajar gele mezin û pir þilux (qerebalix) bû, tirimbêlên nû û nîjen û yên herî Kevin hebûn, avahiyên nû û modern û yên hindekî kevin jî dihatin dîtin. Xelkê ku diyar bû, gele dewlemend û yên herî kêmhal jî xuya dikirin. Bazar xeminlandî bûn, lê tiþt hemû pir biha bûn. Hertiþt kontirastek seyr (ecêb) nîþan dida. Tiþtê bala min kiþandî, ewên solika paqij diken. Li cem me li Kurdistanê û Rojhilata Navîn yên solikan paqij diken beþê herî zor zaro ne, û bi firçek û sindoqeke ku amîrên (alavên) wî têde ne, û her wê sindoqê dibe cihê ku ewê dixwaze solikan paqij bike li wê derê dadinêt, lê li Mexico City erebên taybet hene, yên ku gelikî bilind in, rengê wan sor in û kursiyek li serê arebê heye û sivanek li hindave, ku ewê dixwaze solikên wî bên paqij kirin li ser kursiyê rûdine û temaþay dinyayê dike, hetanî ew kesê profesional yê solikpaqijkirinê jêre karê xwe tewaw diket, ew weke paþayan rûdine, yan temaþayî dinyayê dike yan jî rojnameyekê dixwîne.
 
Serê sibeka din dîsa salona taþtê û li ser masa me PENa misrî, siwisrî (swêsî) û felestînî bûn, dan û standin û gil û gazindên me ji rewþenbîrên Ereban û ji helwêsta wan hember doza kurdî. Piþtî taþtê em daketin ji bo civînan û êvarî jî li mala Þandiyê (sefîrê) Canada em mêvanên koktêl party bûn, û dan û standinên me  bi delegesionan re, hetanî ber bi hotelê vegerîn, hebûn,  û dîsa xewek hindekî zehmet.
 
Sibeke nû, salona taþtê û rûniþtinê bi delegasion û dan û standinê bû, taþtêya wan hemû rojan ji bilî ava fêqî û salada fêqî mast û penîrek xweþ, wekû mastê pezê spî û penîrterikê biharan li welat, ji bilî hindê jî hêk û tiþtek wek (li cem me dibêjnê pelîk) weke nanî bû, û afikek tûj pêde dikirin, ku diyar bû, ew xwarina wan ya herî giring ya sibehan bû.

Wê sibê asembiliya delegasiona û tesbîtkirina damezrandina PENên nû bû, ji nava wan PENa Afxanî, ya ku xanimek balkêþ ya parêzer ji Afxanistanê hati bû û cihê dilxweþya me û ya gelek kesan bû. Dema damezrandina wan tesbît bû, her kes radi bû pîrozbahî lê dikirn. Delegesiona PENa
Rûsî ji PENa Afxanî daxwaza lêbûrînê kir, ku hinde salên dagîrkirina wan çend bandûra xwe bi awakê neyênî li wan kiribû, êdî dema hawkara min rabû û pîrozbahî li PENa afxanî kir û min jêre wergêra, min derfet dît, ku bêjim: “Min gelek tiþtek balkêþ û ciwan dît, ku hevalê me li PENa rûsî daxwaza lêbûrînê ji PENa afxanî kir,  ji bo hinde salên destgirtina dewleta wan bi ser Afxanistanê re”, min got: “Herçende em ji PENên ereb, tirk û iranî ji ber wê zordestiya ku rejîmên wan li me kirine, naxwazin, ku ew daxwaza lêbûrîne ji me bikin, lê ji bo bidestxistina mafên me yên rewa em daxwaza alikarî û piþtgiriyê ji wan dikin, em hergav amade ne bi wan re dan û standinê bikin û em piþtgiriya wan bi giring dizanin”. Ez bawer dikem vê yekê dîsa bandora xwe hebû û çepik ji me re hatin lêdan.
 
Dan û standin li ser hindek karên idarî û bîrukrasî hetanî paþ nîvro berdewam bû. Þevê jî xwendina helbestan heryek bi zimanê xwe. Hawkara min hindekî nexweþ bû û rewþa wê baþ ne bû. Ez bê hawkara xwe çûm evara helbestxwendinê û min hinde helbest bi zimanê me xwendin, êvara me ya helbestxwendinê seet 11.30ê þevê tewaw bû.
 
Roja din, biryar bû, wê êvarê hemû delegasion mêvanên wezîrê navxwe bin, lê çinkî paþnîvro dîsa xwepêþandan li senterê bajêr hetanî nêzîk hotelê hebû, ku bi qasî bawerim, bi minlionan xelik beþdar bû bû, êdî ew mêvandariya li ser taþtê bû û wezîrê navxwe hate hotelê, cem delegasionên PENê. Piþtî gotarên wezîrê navxwe, serokê PENê û malxwê malê PENa mexikî, xanima delegesiona PENa afxanî gotarek pêþkêþ kir û helbestek jî li ser rewþa jinê bi Inglizi xwend. Ew sibeke xweþ û taþtêke bi tam bû.
 
 Asêmbiliya delegesionan sibê jî berdewam bû, û weku em bi Kurdî dibêjîn (bigre û vekêþan) li ser gelek tiþtan kir. Bi vî rengî heta þevê ew berdewam bûn û þevê piþtî ji PENa me re email hat þandin, bû hindek rihetî û bihinvedan.
 
 Rojeke din ya kongireyê,  serê sibê civîna helbijartina serokê nû bû û dîsa hindek bigre û vekêþan li ser hinde mesele hebû, û minjaran hetanî paþnîvro berdirêj kir,  û þevê jî hevdîtina mêvanên û berpirsê dewletê yê wê deverê bû, û dîsa ahenga koktail û wextek xweþ û dan û standin bi delegasiona re çêbû.

Roja din û (DÎSA TAÞTÊYEKE) din û paþ taþtê seredana muzexana Frida Kahlo (xanima artista feminista herî bi nav û deng li Mexico), ku piraniya kominsiona jinan hatibû digel sekreterê PENa navnetewî jî,  ku nêzîkî nîvro em hemû bi hev re bi tirênê vegeriyan hotelê. Li ser cade û rêyan zaro, genc, jin, pîr û kalan tiþt difirotin, dihatin nava tirenê û bihayê wan tiþtan gazî dikrin, zehmetiyên jiyanê û kêm halî bi gelekan re diyar bû. Li hotelê û dîsa piþtî nanxwerineke ne gelik xweþ lê pir biha û giran asêmbiliya delegasiona û bigre û vekêþan li ser hindek mijaran hetanê demekê vebû.

Hind pê neçû bû, dema wergirtina biryaran, destê me li ser dilê me bû,  ka yê çi bibe, ji me re goti bûn, ku herdû biryarên me yên bên pejirandin lê xema me biryara li ser Leyla Zana bû, ya ku me kopîkiri bû û li ser hemûyan belav kiri bû, û me xwe amade kiri bû, eger ku hindek dijber bin, emê rabin û bi belge û nîþan hember wan rawestin, lê tirsa me hebû, ku wext kêm bimînit û ne gehîne xala pejirandina biryarên nû. Lê dema hemû biryarên me hatin pejirandin û kes dijber nebû, ji me re hesteke dilhesîn peyde bû.
 
Her li wir biryara girtina civîna PENa Kurd û Tirk ji bo sala 2005an li Amedê bi serperiþtiya UNESCO hat girtin. Êdî hertiþt li gor dilê me bû. Em wê êvarê bi dilekî xweþ çûne ahenga ku govara (El Universal) ji delegasionan re amade kiri bû û li ser masekê bi PENa Inglîzî û Skotlandî û Afxanî re rûniþtin, ku PENa Inglîz û Skotlandî gotin, ew yê pirsa kekê Merwan Osman bigirine dest xwe û daxwaza agadariyên zêde ji me kirin û du telyên xwe ji min re hildan, ku divê em bi wan re zu têkiliyê danin. Ew jî ji me re pir tiþtekî baþ bû û em bi xweþî vegerîn Hotelê.

Roja dawiyê, çûna me bû hereman (Piraminds) û êvarî jî xatirxwastin ji bajarê Mexico û ber bi Ewropa yê ve, em ketin nava balefirê û dîsa rêyek dûr û dirêj, lê bi hestek xweþ û dilek aram, ku kongire bi awayekî baþ û li gor dilê me bi dawî hat.
Li Amesterdamê xatirxwestin ji hawsefera min a þirîn bû, ew ber bi Berlinê û ez jî ber bi Londonê.