Mêvandariya PENa Înglîzî ji bo niwênera PENa Kurd Bêrîvan Dosky
 
 
Bêrîvan Dosky
 
 
Piþtî konferansa Mexico, ez bi rêya Xanim Lucy Popescu ji bo doza Kek Marwan Osman, digel PENa înglîzî di têkiliyê de bûm.
 
Ez roja 6.2.2004an ji bo xwarina êvarê li mala endama komîta nivîskarên zîndanan hatibûm vexwendin. Xanim Julia Stonor li ser þerefa PENa Kurd (guest of honour) ev hevdîtin pêkanîbû.
 
Ez di wexta xwe de gehîþtim cihê hevdîtinê; saet 7.30ê êvarê bû. Min dixwest tiþtekî renge-kurdawarî pêve hebe bi xwe re bibim, lê mixabin, bi dest min neket û dawiyê tenê bi pakêtek ciwan a þokolata ez çûm. Dema ez gehîþtim wir 9 kesên ku hatibûn gazîkirin hebûn, xwarinên pirreng, þerabên cur bi cur amade kiribûn û pir zehmet kiþandibûn. Yek ji wan kesan min pir baþ dinasî, ew bi min re havkar bû; me demek berê, þeþ salan bi hev re di rêkxirawekê de kar dikir. Navê wî Richar MecKen bû, ew bi xwe þair e û wergêrê zimanên Rûsî û Tirkî ye. Min ew bi Kek Memet Uzun jî dabû nasîn, ku kitêbên wî wergerîne zimanê înglîzî. Lê mixabin navên yên din nayên bira min (Min ji bîr kir, ku ez navên wan li ba xwe binivîsim). Tiþtê girîng ew e, ku hemû yên li wir kesên baþ bûn û pir alîkariya xwe nîþan dan; bi taybet Lucy Popescu, ku pir aktîv bû û tiþtê me digot, ewê piþtgirî dikir, û wê bi xwe jî peþniyarên pir baþ hebûn.
 
Ew xanim dê roja duþemê (pitition) yanî ewê ji bo doza Kek Marwan Osman, berî mehkema wî ya roja 22e mehê dest bi îmzakomkirinê bike. Ew dê ji bo 350 nivîskaran biþine, lê hên li benda 100-150 kesan e, ku bersivê bidin. Piþtî ku bersivan wergire, ewê wan ji raya giþtî, saziyên mafê mirovan yên navneteweyî û yên li Sûriyê re jî biþîne, û hewil bide, ku ji parêzerê wî re jî biþîne; heke em heya wê hîngê bikaribin nav û nîþanên wî bigihînin wê. Min gotê, ezê hewil bidim peywendiyê bi hevalan re bikim û bersivê heya roja yekþemê jêre biþînim. Piþtî mehkemê jî, eger hat û kekê Merwan Osman hate hukim kirin, ew dê îmzakomkirineke din bi þeweyekî berfirehtir dest pê bike û ji PENên din daxwaz bike; mîna yên Skandinavî û yên Amerikî, ku piþtgiriyê lê bikin û mesele bidest bigirin. Piþtî mehkemê jî ewê kitêb û kertan di rêya saziyên navneteweyî re ji Kek Marwan re biþînin zîndanê û daxwaza yek du kitêbên kurdî ji min kir. Ez jî ji we dixazim, ka gelo hûn kîjan kitêban peþniyar dikin, ku kek Merwan re bên þandin. Ewê her wisa jî têkiliyê derbarê vê mijarê bi Baliyozxana (sefareta) înglîzî ya li Þamê re jî deynin.
 
Wan daxwaza lêborinê xwast, ku heya niha awir li PENa me nedane û pê keyfxweþ bûn, ku linkek me li vir heye û hez dikin têkiliya me berdewam be. Min jî ji aliyê xwe ve spasiya wan bi navê Navenda PENa Kurd kir û peþniyar kir, ku civîna bê li mala min be, ku xwarinên kurdî bixwin û ev jî bi wan gelek xweþ hat.
 
Pêþniyareke hinde jî hat kirin, ku êvariyeke wêjeya kurdî li ser navê wan li London di meha 5 yan jî 6 an de bê lidarxistin û ewê ji min re paþan wext û mijaran diyar bikin.
 
Herwesa mesaja serxweþiyê ji kekê Þehîd Mehdî Xoþnaw ji min re nivîsîn û daxwaz kirin, ku piþtî em werdigerînin kurdî û dixin malpera xwe, ewê jî tekst û wergerê bixin malpera xwe.
 
Mesaja wan bi Inglizi ev e:
 
(English PEN expresses its sincere condolences to the family of Mehdi Khoshnaw.
English PEN is appalled by this murderous act against a fellow writer and activist for freedom of speech.
Our thoughts are with the families and loved ones of all the victims of this outrage)
 
Ew mesaja PENa Inglîzî bû.
 
Ev hevdîtina me û her tishtê din bi dile min bû, tenê min dixwest,  ku hûn jî digel min bana; ew hemû nivîskarên mezin û aktîv bûn.  Lê civîn gelek baþ derbas bû, dîsa her tisht li gor dilê me bû û armanca civînê bi cih hat.
 
Hûn jî bi xêr û ez bi silamet