MIN GOT
Bêrîvan Dosky
Min got:
Ez biçime ba
Yarê þirîn
Da
bi nazan
Bendî bikim
Min
dît:
Dilê
reben
Agir pêket
Ez
dîn kirim!!!
Min
got:
Kaniya
vîna min
Çend zor e
Dilê
yarî
Bi cureyan
Derman
bikim
Min
dît:
Derya
vîna
Wî ya bûr e
Di
nav pêlan
Wenda kirim!!!
Min
got:
Çavên
min in
Mêrg
û çîmen
Li
çêra xemzan
Xwedî
bikim
Min
dît:
Çavên
wî ne
Tîr
û kevan
Bi
awiran
Ez dîl kirim!!!
Min
got:
Ev
dilê min
Keþtî
ye jêre
Ji
derya bê bin
Lê
war bikim
Min
dît:
Dilê
yarî
Keþtîvan
e
Kûve viya
Wêve birim!!
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org