PEN a Kurd Li
Kongira Salane ya PEN a Navnetewî
19-24 October 2009
Linz, Austria
 

 

Bêrîvan Doskî

 

 

 

 
Li roja 18 ê meha Octoberê ji Þamê ber bi bajêrê Vienna li welatê Austria ketme rê þevekê li wir mam paþan roja paþtir seet 10 ê serê sibê ji balefirgeha Vienna bi balefirek pir biçuk ku bawerim tenê ciyê 50 kesan dibu ber bi Linz ketim rê.
Di balefirê de xanima Nadezda Cacinovic, seroka navenda PEN a Croati li ba min runiþtibu u xweþbuna xwe bi hatina Navenda Kurd ji buy Kongirê nîþa da u hin dan u standin çêbun. Hin endamên Navendên din jî di balefirê de bun ku dema em gehiþtîn, bihevre rêkxerên kongirê em birîn ciyên Kongirê.
Ciyê mana me li Marriott Hotel bu ku li aliyê dinê yê cadê bu ji ciyê Kongirê ku Li Design Centre dihat lidar xistin.
 
Her roja yekê ji gehiþtîna me ku 19 ê mehê bu hin civîn u kombunan dest pêkir ku em li 2 ji wan beþdar bun ewjî civîna Komîta nivîskarên Jin ku me raporek liser rewþa jinan bi giþtî u ya jinên nîvîskar bitaybetî li hemu perçên Kurdistanê bas kir lê ronahî xiste ser rewþa Rojhelat u dan u standina rejîma Iranê bi Kurdan re. Herwisa em beþdarî cîvîna Nivîskarên di Zîndanê de jî bun ku li wir dan u standin u mudaxele çêbun lê derfeta rapor xandinê nebu vê carê idî me biryar da ku roja paþtir jî di civîna vê komîtê de beþdar bibîn ji bu ronahî xistine ser rewþa nivîskarên Kurd yên ku di zindanan de di nalînin jiber bîr u baweriyên xwe. Jiber vê yekê jî roja paþtirê ku dikir 20 mehê em dîsa beþdarî civîna Nivîskarên di Zîndanê de buyn u bi dur u dirêjî bas liser rewþa nivîskaran li perchên Kurdistanê kir u rewþa nelibar ya nivîskarên Kurd u jimara mezin ya wan di zîndanan de li Iranê u Rojhilatê Kurdistanê u Tirkî u Bakurê Kurdistanê u herwisa Baþurê Rojavayê Welat. Herwisa rewþa zaroyên Kurd ku di zindanên rejîma Tirkî dene bi dirêjî mi bas kir u daxwaz kir ku ev Komîteye mudaxeleyan di vî barîde bike bi taybetî jiber ku hin ji wan zaroyan her ji nihade elaqeta xwe bi nîvîs u hozan u pexþanan ve nîþa dane ku dibe hin jiwan nîvîskarên pêþerojê bin.
 
Dîsa her di wê rojê de seroka Komîteya nivîskarên jin ji mi daxwaz kir ku beþdarî civînê bibim u rapora xwe ji ber giringya wê carek dinê bixwînim jiber ku endamên vê komîtê zêde wê rojê beþdar bun u seroka komîtê nexwest ku ji van agahiyên ku di rapora me de bun bê beþ bibin, idî liser daxwaza seroka komîtê rapora Navenda PEN a Kurd carek dinê hat xwendin u gele dan u standin u pisyar hatin kirin di derbarê wan agahiyan de.
Jiber ku civînên hemu komîteyan di heman demê de bun, min nikarî tevlî civînên hemu komîteyan bibim lê min hin pirs u daxwaz didan hawkaran ji navendên din ku li ser navê me biken dema em li wir nebîn bi taybetî Komîteya Nivîskarên jib u Aþtiyê u Komîteya Mafê Ziman u Wergerê.
 
Paþnîvroya heman rojê civînên Kombuna Giþtî (General Assembly) dest pêkirin u di cîvîna yekê de helbijartin hatin kirin:
 
1- Helbijartina yekê ya serokatiya PEN a Navnetewî bu ku 2 kandîd hebun piþtî vekiþana Kandîdê bi nav u dengê Erab Amil Maalouf. Kandîdê ku deng pitir birîn Nivîskarê Kenedî John Ralston bu ji Navenda PEN a Keneda li hember Margeret Busby Nivîskara Afrikayî Berîtanî.
2- Herwisa helbijartina 2 endamên Komîteya birêvebir ya PEN a Navnetewî ku Xanim Markêta ji PEN a Chek u nivîskarek din hatin helbijartin.
3- Search Committee jî hat helbijartin ku ji 7 kesan hat pêkanîn ku erkê wê komîtê ewe bigere li du xelkê aktîv u pêþniyarên xwe bike derbarê namzedkirina hin kandîdan dema jimara wan li komîteyan kêm dibe.
4- Seroka Komîteya Nivîskarên Jin (Judith Buckrige) ku dema serokatiya wê bi dawî hatibu, pêþniyara xanima Nivîskar ya Afrîkayî Xedîce kir ku bibe seroka komîteya Jinan u rezamendî bidestve anî ji aliyê Komîteya Jinan u General Assembly ve.
 
Di heman rojê de dan u standin li ser plan u progrramên PEN a Navnetewî ji buy 3 salên bê hat kirin u helbijartina Logoyek nu jibu PEN a Navnetewî u bas li ser program u bernameyên herêmî yan deverî hat kirin ku hin navend pê rabunbibun.
Ciyê amaje pêkirinê ye ku di hemu dan u standinan de dengê me hebu u bîr u buçuunên xwe me anîn ziman di navde hawkariya Navenda PEN a Kurd u ya Chek u seredana wan bu Kurdistanê (ku livir pêwîste sipasiya endamên PEN a Kurd bê kirin yên ku li welatê Chek dijîn u rola wan di peywendiyên navbera herdu navendan u bicîanîna serdana Kurdistanê bi taybetî rola hêja Necîb Balayî).
 
Hejî gotinêye ku di êvara roja 20 e mehê ku roja 2ê ya kongirê bu rê u resmên bi fermî vekirina kongirê hat lidarxistin li Design Centre ku em jî tevlî buyn.
 
Roja 3ê ya kongirê ku 21ê mehê bu hemu bi civînên Kombuna Giþtî (General Assembly) ve çu ser ku dan u standin li ser raporên komîteyan hat kirin u hinek ji resolusionan hatin derbas kirin ku dîsa di beþa zora rapor u resolosionan de deng u bîr u buçunên me hatin diyarkirin.
 
Roja 4ê ya Kongirê ku dike 22ê mehê her ji serê sibê heta danê nîvro dîsa civînên General Assembly bun ku têde dawî bi xwendina rapor u resulosionan hat piþtî dan u standinan. Herwisa di wê rojê de biryara girtina hin navendan yên ne çalak hat kirin, mina navenda Azerbaicani, Kongoli, Sudani u Lubnani. Di heman demê de biryara vekirina hin navendên nu hat kirinê weke navenda Tunisî, Behrainî, Albanî u Kembudî.
 
Dema piþtî nîvro seredana zindanên Naziyan hat kirin ku em hemu çuyn kampa Mauthausen yaku bi sedan kes têde hatinbun kuþtin u þewitandin u eþkencedan liser destên Naziyan. Hejî gotinê ye ku zindana han yeke ji 45 kampan ku li wê devrê heyn.
Seredana wê kampê u dîtina þunwarên zilm u zoriyê birînên me Kurdan di dilê mi de dîsa zindî kirin u mi hest kir ku pêngavên mi giran bun u hestên mi aloz u serê mi gêj ku gele bandor li ser mi danî u ji mire derfet bu ku ji gele endamên navendan yên cuda ku hatbun Mauthausen ji wan re êþ u azarên gelê Kurd bînim ziman ku ne tenê di demên berê de belku a niha jî li ber çavên civaka navnetewî zilm u zorî li Kurdan tê kirin u deng ji keskî nayê.
 
Eevara wê rojê bi fermî Festivala (Free the Word) li (Schloss Museum Linz) vebu ku her bi serpertiya PEN a Navnetewî bu. Festivala han 2 rojan berdewam bu heta roja 25 mehê ku piþtî mijarên cur bi cur u hemereng endamên navendan ber bi ciyê mayîna xwe vegeryan u di nav de Navenda me ku mi roja 24e mehê rêya mal girte ber piþtî ku mi hestkirî ku beþdarbuna me bi bandor u karîger bu.
 
Hemu beþdaran hêviyên hevdîtin u beþdarbunê xwestin ji hevdu ji buy Kongira sala bê ya PEN a Navnetewî ku dê di 24 Sep-10 Oct li bajarê Tokyo li Japonê bê lidarxistin.
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org