TU HATÎ

Bêrîvan Dosky

Tu hatî

Weke tava

Devkeniya

Spêdehiya

Li taristana

Vî dilî

Te mal dana

Te geþ kir tev

Dilê xweþî

Jê çirmisîn

Te dil hilgirt

Bire warê

Rojhelat

Û Girnijîna

Wî warê

Tarî û þeva

Jê barkirî

Û bi dawî

Jêre kirî

Malavayî

 

Va  ye tu hatî

Wek taviya

Baraneka

Dembiharan

Li xirabê

Canê reben

Bax û bistan

Te þîn kirin

Û li zivistana

Bejin û bala

Þîna befrê

Çem û kaniya

Li zozanên

Sîng û bera

Tev geriya

 

 

Va ye tu hatî

Weke bayê

Feraþînan

Hêdî hêdî

Ji wê germa

Xewa kûr re

Te dil þar kir

Bi paytextê

Vînê þa kir

Tu bûyî tu hatî

Tav û bihar

Tu bûyî tu hatî

Tavî û robar

Tu bûyî tu hatî

Bayê þemal

Niva dilî

Te danî mal

Li bejnê kir

Xeml û hizar

 

Lêêêê

Hind pê neçû!!!!!

Bi lez û bez

Þev û sirrê

Per ji xwe kêþan

Roj verevand

Kanî bestin 

Û dil bire

Warê xeman

Dîsa kete

Xeweka dî

Xewek gelek

Gelek giran!!!

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org