|
Rojeka
geþa din jî ji xebata Navenda PENa Kurd re Xelata
Azadiya raderbirînê ji layê PENa navneteweyî û Oxfam Novib ve Bêrîvan Doskî
Dema ku xebat ji bo armancên hatine danîn encam dide û digihîne serketinê, tam û rengek taybet têde heye. Ger armanc þexsî bin xweþiyek e, lê dema ku ew armanc yên komeleyekê yan rêxistinekê bin ew xweþiyek bê wêne ye û ew kesên di çarçoveya wê rêxistinê de kar diken hest bi xweþiyeke havbeþ diken; xebata wan jî hêzeke dinê ji bo bicihanîna armancên pitir werdigire.
Ew rêxistin
e, ku di çarçoveya rêbaza PENa navneteweyî de kar dike ji bo bilindkirin
û ragirtina wêje û zimanê kurdî û gelek armancên din yên ku rêbaza PENê
destûr dide xebat jêre tê
kirin. Ji wan armancan piþtgîriya azadiya raderbirînê, piþtgîriya nivîskaran,
piþtgîriya zimanên bindest, piþtgîriya rewþa ziman û wêjeyê, piþtgîriya
xebata jinên nivîskar û xizmeta aþtiyê bi rêya nivîsê. Lê armanca herî
xweþ ku encama wê berbiçav e; ew jî azadkirina nivîskaran ji zîndanên
zoriyê ye. Navenda PENa Kurd di hemû van bizavan de çalak bûye û destkeft anîne, lê di xebata azadkirina nivîskarên Kurd de ji zîndanên zoriyê xebateke berbiçav kiriye. Navenda
PENa Kurd gelek çalak e, ew bi xebateke xurt û hesteke welatparêzî hewlên
azadkirina nivîskarên Kurd dike. Di civakên navneteweyî de her dem xebat
jêre kiriye û dengê xwe gihandiye astên herî bilind. Daxuyanî di
konferansên navneteweyî de derxistine, kampanya destpêkirine û xebat
gehandine astên bilind ên deselatdariyê; û li dawiyê nivîskar bi
azadiyê þa bûne û ewên di çarçoveya Navenda PENa Kurd de kar diken
serbilind û dilgerim bûne. Xebata
Navenda PENa Kurd ji gelek nivîskaran re encam aniye, bi azadiya wan þa bûye
û dawiya wan jî Dr. Roya Tiloyî bû, ku bi xebata Navenda me di rêya
PENa navneteweyî û helbete bi alîkariya hin rêxistinên din jî kariye
Dr. Tiloyî ji zindanên zoriyê, zîndanên Iranê derxîne. Piþtî
xebateke xurt û kampaniyayeke bê rawestan, xanim Tiloyî azad bû û vaye
piþtî yanzde mehan, ku dîsa bi alîkariya Navenda PENa Kurd bû, ew gehiþte
Amerîka û niha jî li Holland xelata azadiya raderbirînê ji layê Oxfam
Novib / PENê ve werdigire. Li Den Hagê xelat
Li roja
18/11/06 li bajarê Den Haga paytexta siyasî ya Hollandê di Festivala
“Crossing Border” de bi amadebûna berpirsên PENê û berpirsên fermî
li Den Hag, di rê û resmeke hêja de pênc nivîskar hatin xelatkirin, di
nav wan de nivîskareke Ermen ji Tirkiyê û xanim Roya Tiloyî bûn. Di
peyama xwe de li dema wergirtina xelatê, xanim Tiloyî bala amadebûyiyan
kiþande ser rewþa jinan û ya Kurdan li Iranê û zoriya li ser çîn û
taxên gelên Iranê, lê bi taybet li ser Kurdan û ji wan jî rewþa jina
Kurd. Xanim Tiloyî daxwaza havkariyê ji raya giþtî kir ji bo dîtina rê-çareyekê
ji rewþa ne mirovayetî, ya ku li Iranê bi ser gelan de bi giþtî û gelê
Kurd bi taybetî tê kirin. Hinek wêneyên li ser xweþewitandina jinan li
Rojhilatê Kurdistanê þanî amadebûyiyan dan û weke bangewazekê hat
xwastin, ku civaka navneteweyî alîkariya jina Kurd bike û çareyek ji kêþeyên
wan re bê dîtin. Xanim
Tiloyî di peyama xwe de spasiya PENa navneteweyî û ya Navenda PENa Kurd
kir ji bo hemû kar û xebata wan di biwarê azadkirina wê de. Di þahiya
xelatdayînê de gelek kenalên ragehandinê amade bûn, hevpeyvîn kirin û
gelek niwêner û berpirsên rêxistinan, di nav de jî em - weku niwênerên
Navenda PENa Kurd ji bo piþtgiriyê amade bûn. Xanim
Tiloyî bi amadebûna niwênera Navenda PENa Kurd gelek keyfxweþ û dilþa
bû û spasî û silavên xwe ji hemû endam û xebatkarên Navenda PENa
Kurd re þandin. Xelata
azadiya raderbirînê hejayî xanim Tiloyî bû û Navenda PENa Kurd jî dê
her têbikoþe, ji bo ku nivîskarên di rêya xebata wê de tên azadkirin,
bên xelatkirin. Bi wê yekê Navenda PENa Kurd her serbilind e û xebata wê
her geþ dimîne. Hêvî û daxwazên pitir ji bo destkeftên hên mestir ji bo Navenda PENa Kurd. Bêrîvan Doskî
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org