Ziman û kultûrên di bin gefa jinavçûnê de
 
 
Bêrîvan Dosky
 
 
Dîwana berêz
Nivîskarên hêja
 
 
Sipas ji bo ku we ew derfet da min ez ji wê trîbûna azad re biaxivim û bi wê rêyê, ronahiyê bixim ser rewþa yêk ji zimanên herî kevnar, dewlemend, lê li beþa herî zore welatê xwe de qedexe kirî.
 
Gele hêjaye mirov ji wanre biaxive ku pênûsê xwe di xizmeta mirovatiyê de bikar tînin, lê hinekê jî zehmete ku mirov di platformên azad de basî zimanên di bin gefa ji navçûnê de bike dema dibîne ku xwediyên pênûsên azad tiþtekî nakin ji bu nehêþtina vê yekê.  Renge gele sedem hebin ji bu nemana zimanan yan kelturan lê her çi sedem bin, ev yeke wendabunek mezin a mirovatiyê ye, lê sedemên bi tirs yên ku pirensîpên mirovatîyê dêxe bin pîvanan ew gefin ku bi armanca jinavbirina tewaw ya ziman û kelturan e.
 
Axaftin û îfadekirina ramanê bi wî zimanî ku bi awayek xwezayî ji roja lidayîkbûnê ve mirov pê mezin dibe beþeke ji kesayetî (identity) ya mirovan û bixwe bawerbûn û pêþkevtina mirov bi xwe re tîne. Ew mafekî serekî mirove, lê li piraniya welatên em Kurd lê dijîn, ji bo gelek kesên ku bi zimanê min diaxivin, ew maf bi tawan tê hesibandin.
 
Kurdî zimanê ku herî kêm 40 miliyon mirov pê diaxivin û mîrasa þaristaniyek giringe cîhanî, þaristaniya Medya li Mezopotamia temsîl dike, bi destê deselatdarên dagîrkeran bi astengiyên yasayî û gefa ji navbirinê re rûbirû ye.  
 
Mirovatiyê gelek wendahiyê mezin dane, gelek ziman, kultur û þaristanî wenda kirine, û pêre beþek ji nasnameya xwe jî ji dest daye û gelik êsh û azar dîtine. Lê renge cara yêkim be ku bi wî awayî, bi zanebûn, bi pilan û li gor stratejiyek siyasî hewla qedexekrina ziman û kulturekê dibîne û li himber de bêdeng dimîne.
 
Li Turkiyê, mîras û paþmayên kulturiyên bi hezaran saleye Kurdistanê bi kêmî 85 sale bi awayek sîstematîk tê þuþtin û nivîskar û rewshenbîrên wî welatî li hember wê bê edaletiyê de bê dengin, hela bigre hinek ji wan bi pêvajoyê re hevkarin jî.
 
Her kultûrek ku ji nav diçe û her zimanek ku dikeve bin tehlîkeyê, bi xwe re nîþaneyek ji nasnameya mirovatiyê dibe gorê û mirovatiyê ji nirxên xwe bêpar dike. Lê dema beþek mirovatiyê, kesên deselatdar bi bername û bi mebesta tune kirinê, pilana ji navbirina kultûr an zimanekî datînin, ew sûçê mirovatiyê ye û pêwîste bikeve rêza jinosayda kultûrî. Ji ber vê jî erkê sermilên xwedî hizr û pênûsê azad ewe ku li hember de bêdeng nemînin.
 
Ew rojane destpêka sersala Kurdî, Newrozê ye ku hemû salê di 21ê adare de tê cejin girtin. Li bakûrê Kurdistanê, nivîsandina peyiva NEWROZê bi dengê ”w” qedexe ye û li gor yasaya cezayê ya Turkiyê dibe sedema sizayên girtîgehê. Li Iranê, Newroz li wateya xwe ya neteweyî û nasnameya xwe ya rasteqîne hatiye vala kirin û li Sûriyê jî ew cejin nayê qebûl kirin. Rewþa îroye Îraqê hatiye guherîn, lê rê bidin ez bi zimanê kurdî wê beyta helbestêre ku bi sedan keç û xurtên kurd di girtîgehan de li ser gotina wê hatine li sêdaredanê pêþþî vê civatê bikim ku derkeve tawana wan çi bûye: ”Cêjn e, cêjnî Kurdistan e, cêjnî Newroz e, be tîþkî agir denûsim cejne pîroze” û herwesa ’Emrojî salî tazeye Newroze hatewe, Cejnêkî konî Kurde be xoþî û be hatewe’.
 
Zimanê kurdî xwedî nasname, mîtolojî û dîroka taybete xwe ye ku hem di warê fonêtîk û hem jî linguistic ji zimanên dewletên deselatdar li Kurdiustanê cudaye. Pirtûka pîroze ola Zerdesht, Zend û Avesta bi dialekta Hewramiye wî ziamnî û versyonek wê jî bi kurmancî hatine nivîsandin û îro jî wek pirtûkên kevnareye pîroz di herêmên cuda de tên bi kar anîn. Ew serkaniyên herî bi nirxe xwenasiya mirov û nasîna felsefeya Rojhilatî (orientalism) ne ku li bin zexta hikûmetên dewletên dagîrker û ji ber sedemên siyasî, ji bo parastinê, bi dizî tên veþartin. Zimanê kurdî di warên helbest, edebiyat, roman û rojnamevaniyê de bi astengiyan re rû bi rûy e û ji baþûrê Kurdistan (Îraqê) bi der, rê nehatiye dan bibe zimanê perwerde an pêwendiyên rojane. Bikaranîna ziman li civakê de, bi awayê devkî an wek sembola dijberî li hember zextên siyasiye dewletan, derfeta wê nade ku ew ziman xwe bigihîne asta zimanên ku xwe li hember pêþkevtina teknolojiya moderen de bigre û xwe modernîze bike.  
 
Lê bingeha zimanê Kurdî xurt e û heta destpêka salên 1900 jî di asta zimanên cîranên xwe de û wek zimanê deselatdariya herêmî dihate bi kar anîn. Çawan di dîroka edebiyata ingilîsî de dewra William Shakespeare û sedsala 16an giring e, wesan jî salên 1695 û navê Ehmedê Xanî di dîroka edebiyata Kurdistanê de xûya ye. Di wê demê de, Xanî dastana civakî û evîndariye Mem û Zin pêþþî mirovatiyê kir. Her weha berhemên felsefî, edebî û þêrî yên wekû Melayê Cizîrî û Feqiye Teyran mîraseke xurte edebî bo zimanê Kurdî xuliqandine. 
 
Lê di destpêka sedsala 20 an de û piþtî damezirandina dewletên nûye etnîkî li Rojhilata navîn de ew ziman û edebiyat hate qedexe kirin û bikaranîna wî wek tawan hate hesibandin. Zimanê kurdî kete þeva reþ û dûr û dirêje dîrokê û niha jî li Turkiye, Iran û Suriyê derfeta bi karanîn û gulvedanê jê re nayê dayîn.
 
Bi qedexekrina dehan sale û rê nedan bo bikaranîna fermiye ziman, hatiye xwestin û niha jî hewl tê dayîn pêþiya dîrokekê were girtin,  nasnameya gelekî were reþ kirin û mîtolojî û beþek ji nirxên mirovatiyê bê çal kirin. Herçend li Iran, Iraq û Suriyê bi awayê devkî ziman nehatibe qedexe kirin jî, lê deselatdaran rê li ber pêþketina wêjeya nivîskî girtiye û tu derfet pêk ne anîne ku ziman xwe nû bike, bi pêþveçûna teknolojî û civakê re here pêþ û bibe zimanê perwerde û birêveberiyê. Li Iraqê rewþ hatiye guhertin û zimanê kurdî heta radeyekê bûye zimanê deselatê.
 
Li gor destûrê Iraqê ku di refranduma 2005 an de hat pesend kirin, du zimanên fermî li Iraqê hene; Kurdî û Erebî. Erebî zimanê yekeme li herên Erabî ji Iraqê û Kurdî jî zimanê serekî û yekem li Kurdistana Fedral de. Dukoment û belgeyên fermî, civîn û danustendinên Parleman û qanûnê bi herdu zimanan bi rêve diçin. Di destûrê Iraqê û reþnûsa destûrê herêma Kurdistanê de giringiyek taybet daye zimanê kemneteweyan. Zimanê Suryanî, Turkomanî û Ermanî xwedî payeke bilindin li baþurê Kurdistanê.
Di pratîkê de bi hezaran xwendingeh û çar zanîngeh li baþûrê Kurdistanê de hene ku  Kurdî zimanê fêrbûnê ye. Kurdî zimanê rageyandinê ye di TV, Radio û rojname û govara de. Derdura 300 bilawirawe hene û sê çapxane. Bilawkiraweyên taybet bi Jina, genca, sipor û zaroyan hene bi Kurdî û herwesa bilawkiraweyên ku ji bo civakên taybetên olî mîna (êzidi, kakeyî û xiristyanan). Govara Serdem wek minak ku li bajêrê mezine Silêmanî yê derxistin taybete bi wergerandina wêjeyîve ji bo Kurdî.
 
Li Iranê Kurd netewê sêyemîne piþtî Fars û Azeriyên Turki zimanên þîe. Zimanê Kurdan di keve nava heman bingeha zimanên Farsî, Belûþî û hin kêmnetewên din li Iranê. Di barê yasaî de birga 15 ê di dastûrê Iranê de imkana hinê dide ku perwerde bi zimanê dayikê bê kirin ji bo hemu gelên Iranê bi Azerî, Belûjî, Erab û Kurdan re. Ew dikarin xwendingehan vekin û bi zimanê xwe digel zimanê fermî ku Farisîye fêr bibin. Lê eve 20 sal dibe ku tenê yek xwendingeh jî bi Kurdî ne hatiye danîn. Helbete vê çendê sedemên xwe yên siyasî jî hene ji ber ku Kurd serkêþîya bergirîya dij rejîma Iranê dike. Kurdî xwedî payeke bilin bu di dema komara Mehabad ê de di 1945-1946 an de, di wê demê de zimanê herêmê yê xwendin, rêvebirinê û fermiyetê bu. Di piþtre hin hewl hatin dan ku piranî hewlên taybet yên ne fermî bun ku hin xwendingehan bi Kurdî li Mehabad û deverên din yên Kurdniþîn vekin. Li Iranê kontrol û sansurek bê wêne li ser bilawkirawe, pexþ û dezgehên kultûrî yên Kurdî de hene. Lê belê xwendingeh, xwendin û danasînên fermi bi Kurdîyê li deverên piranî Kurd de nînin. Fiþarek nu jîderketiye holê dijî navê Kurdî.
 
Surya tê destnîþan kirin ku welatê nebuna mafên azadiya sîyasî û pêþêl kirina mafên mirove ye. Dirindiya bê maf kirin û tune kirina nasnama Kurdan hemu aliyên jiyanê girtine. Rastî vê çendê di gehîne ku Surya mînaka herî tarî ye di tune kirina nasnama Kurdan de. Di nava pitir ji 12% ji serjimêra Kurdan li sertaserê Sûryê û pitir ji 90% li hersê bajêrên Kurdan de zimanê Kurdî bi awayek fermî nehatiye nasîn, xwendingeh bi çû awayî bi Kurdî nînin û bi çu rengan di dezgehên fermî de Kurdî nayê bi kar anîn. Di dema dagîrkirina Ferensayê de û berya ku partiya Bees destelatê bistîne, jiyana kultûrî ya Kurdan gele baþtir bu. Di wan deman de helbestvan, nivîkar û zana zimanê Kurdî Mîr Celadet Bedirxan li wir jiyaye û karkiriye.
 
Lê li Turkiyê, ne tenê ziman bi yêkcarî hatiye qedexekirin, belkû nav, nîþan û her tiþtek ku nasnameya Kurdistanî pêve diyar hatine guhertin û jenosideya kulturî hatiye birêvebirin. Navê bajaran, gundan, kesan, herêman, çiyayan, çem û deryayan, teyr û tewalan û sewal û heyvanan jî hatine guherandin û navên turkî lê hatine kirin. Hewl hate dan hemû þûnwarên dîrokiye li Kurdistanê heyî werin veþartin heta dîrok û nasnameya gelê Kurd were tune kirin.
 
Dema gelek rê jê re neyê dayîn bi zimanê xwe biaxive, bifikire, binivîse û nasnameya xwe îfade bike, hebûna wî jî dikeve tehlîkeyê de. Lê gelê Kurd di bin zextan û di nava agir de, her çawan agirê Newroza xwe geþ ragirtiye, berxwedana ji bo parastina zimanê xwe jî didomine. Ew berxwedan, berxwedana hevbeþe mirovatiyê bo parastina mîrasa xwe ya kulturî û dewlemendiya nasnameya xwe ye.
 
Ji bo ku jenosayda kulturiye li ser gelê Kurd bê betal kirin, pêwîstiya me bi xebatek hevbeþ heye. Di wê xebatê de em we hemû nivîskarên þiyar li cem xwe dibînin….

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org