|
Derûnî mirov, fermanî bi dildariyê dike!
Beþîrê
Mele
D: Sena þeelan Ev
çîrok xelata dildaryê ya nav netewî wergirtiye ya sala /2009/ Wergerandina
ji erebî :Beþîr Mele
Nefsik
min heye dildariyê bi min þêrîn dike ,û xwedî dilekî wehame ku lewind
û sipehî nikarin wî biqeherînin, û xwedakî min heye ew tenê di gunehê
dildaran de dibuhure, gunehan vedugherîne qenciyan,û cîhên wan dike buhiþt
û kamîranî, û serpêhatiya
min mîna heyva nûye ,her kesê
li kurtanê dilê xwe siwarhatiye ew ezberkiriye,û bi þer êrîþî afrîdeykî
dîtir dike navê wî evîndare,biyografî û serpêhatyêd min hemû
dîroknas û ên ji darketine di du tîpan de bi kurtasî xistine
–hhe û be-((ango evîn ,bi zimanê erebî evîn :bi du tîpan tê bilêvkirin))di
navbera liyeçbûna tîpan û þematoka wan de hemû nefret bi cîh
dibin,nefreta dildaryê ya kû belaþ tête dan ji bo her kesê xwedan
nefseke wî weke ya min hebe. Ez xwedya dilê herî kamîranim di dinyê
de,ez xwedya rastiya bê sînorim,û pêximbera bêjeyême,ezim ya kû
nefret bi kêlîkêd min li min
dibarin,li rû bê dengyê ez serhildêr im,ez mîratzada her nalîn û xem
û derd û bela me,ez wêrisa her gerek û tiþtên winda û birçîbûn û
sergêjiya xweþî dilkêþ û têr vexwarina me,ezim niþtiya li ser
vê gokê ,bi fermana xwedê cîgira her dila me ji bilî dilê xwe ji ber vê
,mafê kû ji min re hate danîn ji kesî dîtire nehate danînin ji kêlîka
afrrandina min ,kêlîkek bû hemî çîrokên dildaran qutebirkirin û ji
piraya wan çîrokan! ez ne ji berhema têkilya nav bera jin û mêr im lê
ji zayina kêlîkek bijartî me,ji hev vedana du giyana me,ez çêbûnek
lawaz û bijarte me ji nav melyonên bijartinan di
demekê de ez bûm. Ji
dildaryê re hoþdar çêbû me,kî jê re derdike ve çarenûsa xwe vegerîne
û hoþdarya xwe biguhere!? li cem dê û
bavê min rêbazek gunehkar hebû ,ku min ji sipehîbûn û rengên
lir rex wan xweþik wergerandibana,ku ez bibama serbedewa êlê û li ser
dev û zimanan biçûma û
bihatima ; û bibama kesera dilê peya û xortên di gotinê de dîl girtîne.pîlana
delal ya dê û bavê min bi mijûlbûna kêlîka dildaryê re çû ,ez keça
kirêtî paye li ser þikestina xwe derketim,porê reþî kuriþkîyî sixte
min ji diya xwe girtiye,û ji bavê xwe laþê lawazî wek lepekî min
rgirtiye,û ji bapîrê xwe yê ji alyê dê ve çavên rehetî tirsok mîna
keroþkê gihiþtiye min,û ji dêpîrê jina wî min pozê çalakî mîna
nikilê balindê goþtxwir girtiye,û ji dêpîra din min meþa tawisî
girtiye,û ji mêrê wê min dêmê xemgîn vergirtiye,û ji tevaya bav û
bapîran min dev û lêvên mezin û qalind û guhên li talya porîve lûsyayî
û newqa ziravoçkî wek kevroþka guryayî, pê û destên wek yên
gumgumokê,û endamên seqet min ji wan girtin,û ji ba min dengê xwe girt,û
min ji iblîsê leenet nefsa bi rik û serhiþk girtiye, û ji xwedê min
derûnî bijokerî dildaryê istendiye. Yekmîn tîrêja Rokê bû ,min jê
hezkiribû,ji ronaka wê du dest têne der xêr û bêra jiyanê himbêz
dikin,ji teyisîna wêre
viyaneke pir bedew,ji bilindbûna wê re di dilê asîmanan de serdariyeke bêmirin
,ji germa wê re pîroziya rondika sêwiyekî ku ez hînbûme wê di kûriya
çavên xwe de bi temirînim ; li pey wan tîrêja me bi awirên xweyî bê
þerm ewên ku bi þev û rojê westandinê nasnakin,û dema ku çavê min
nexweþketî ji þewata wê,hingî ez di dergûþêde bûm ,bi darê zorê
zaroketiya min ji dîna wê mehrûmkirin,û ez di siyê de rûçikandim ,wê
demê temenê min rojbûn ,tiþta min ji evînê tamkirî cara pêþî tunebûn
û bê parî bû, bi hiþkayî li rû þîrdayînê ketim mangirtinê,û li
himberî þîr min serhildankir,dema birçîbûn û westandinê zora min
birin,min xwe teslîmî ber destê pîrika xwedya þana kesk kirî , bi
sermelisî min ava geyayê yansûn û pûngê ji dêvla þîrê ku min li
xwe heramkiribû min pejirand, ji bo her bijîte bîranîna evîna minî Rokê
ya ku di dergûþê de hate kuþtin. Ji
wê rojê de min soz da ku nefsa xweyî bijokera iþîqê ,rê lê bigrim û
hevsarê wê ragirim,min bi soza xweyî pîroz di bîhna pakî û paqijya
zarokan de ravekir ji rojên efsaneyî feleka mirdarî gav giranî re,tiþtê
tewrî giran li ser derûnî mirov ku þerekî li rû xwe li dar bixe,di vê
derbarê de ez bi serketim tevî mezinbûna goriyan ji kuþtin ,û êþên
serbirînan ,sorgon û çewisandin di wijdanê min da. Di derbarê gunehê
xweyî yekemîn de min tobea xwe eþkera kir.lê min bi xwe nikarîbû ,dîsa
dilê min bijya guneh û rikbazî û nefretan,û ez dil ketim her tiþtên
xweþik û bedew,çendî pirin tiþtên sipehî di herdû çavêd mîna du
pencereyan de li ser giyanekî ji her cûre reng , bîhn ,hingavtin
û gerekan,hêvyên bi paþxistî , û þahiyên hatne dizîn ji buhuþta
ferdewisî ku yekem lûsê wê di veþar û tinebûnê de bû.Ez dil ketim
perwanên rengîn û þînaya asîman û çelq û pêlên derya û qîreqîrq
oqyanosan , û bê dengiya kûrahya derûnan ,di hestê xwede dil sozim û
baþî û qenciyên min li ber dest û riwê dayik û dêpîran e. Xwedêyo
afrendêrê evînê : lîsteya dilketina min çendî dirêje ,te yî ev dilê
qehreman daye min,wilo jî temenekî ku hemî temanan di xwede hildigre bide
min,ta ku bibim seydaya þeydayetiya bêmirin , ewa li kur dibe kû
hemû dêmên dildarê cîhanê û niþtîman û asîman û pariyê di xwîna
bê gunehan de danebûye,û hezarê hezaran ji ruwê sêwiyê sitembar û bê
paran û riwên hejarên xemgîn,û hemû nanê birçiyan amededike.
Di
her þevê de ez hînî sitandina qedexyî qaçax ji dil xweþiyên sade ji
hestên dildarêd xwe bûm ,ewên ji bilî xwedayê asîmana kes nikare wan
bijmêre,ew kesên ko gotin Na, min ji tevan hezkir û her kesê gotin Erê
û bi mebesta na nîþan dan,min ji Alî hezkirî û ji Limba ,Givara û
Mawsîton û Selahedîn û Þecerttdur û Helac û Cemîla Buheyra û
Mistefa Kamil û Alî alzaybeq û Mesrûr Alsayaf û Marûf aliskafî û
cafer Altayar û ibn Alerebî û Dîkilcin Himisî û Faris oda û Jan dark
û Hanibal û Îlîsar û Mûtenebî û eba Eleetahiye û Homîros û Qebanî
û Umer ebû rîþê û Vîktor Hîgo û her têkoþerê xawazgînê rokê…,û
her weha min ji sebr û arama dê û bavê xwe jî hez hezkirî, ku herdû mîratzadeyên
dema birçîbûn û bendewariyê bûn , û weha min rondikên xwe bexþî bûka
deryayê kirin û Senderêla xwedana pêlava windayî û ez di laþê hemû
xoþewîstên peyayê cîhan de bi cîh bûm,bi bêjeyê hemê biwêjan gêjbûm,û
ez bextewer bûm bi ramûsanên ramûsankeran, û asteng kirina hingavtina
bijokeran , û nefretên hemû berkeran û gunehêd wan , vêca min lêbûrîn
ji xweda xwest, di min de buhurî
,ma ne ew dilovantirîn dilovane ?? û min navêd hemû evîndarê xwe ji bîrkirin
; her wiha cadûgerekî (sêhrbazekî) Mexribî cuhoyekî gunehkar niviþteke
ji bo bîranînê ji min re dirût,min ew niviþt bi takî ji qinibê di
hustiwê xwe de daliqand ,min hemû guneh û gernejînên xwe ji bîr kirin
, tenê min Mecîdê lal ji bîr nekir, ew evîna min î zaroketî ya pêþî
bû , cil û laþê wî
gemarokî bûn weke her kesê hejar û bê þens , kû dev û guhên xwe
winda kirine ,bibû lîska çeteyê kolana kevin ku di nav þitlên diya min
de hatibû çandin,dema ku bi dilovanî li kêmanya wî xwedî derket,bi
dilovanî li kirêtrya min jî derket û li mêyitya minî þikestî di laþê
min î kirêtî de,ji bil tevaya xelkên cîhanê ramûsana min î yekemîn
ji wî re bû ,ew ne ji wan kesê ku ji xweber elife baya xweþyê û zimanê
leþî ezber kiribin,belam xwedan bêdengîyek bê hempabû , rondikên xwe
germ bûn,û ez pir ji rondikan hez dikim, wan didim hev di þûþeyên
xuyanî de û ji xwere dikim kurte sitranên þahiyê. min
ji Mecîdî hezkirî ta ku cîranê me xedyê zendên badayî
û porê hespînî cihê
xwe di dilê min de çêkirî
,ez û bi her pênc keçkên xwe ve
yên mîna bûkên lastîkî bi neqiþadina xweda sipehîbûn
, bixwere di birim sînemê ,weke keça xwe li min dinerî, û bi
dilovanî li þerma li limêyitya minî kirêt dinerî , her ku ez bi milaên
xweyî xwirt hildigirtim û datanîm
ser daniþgeha sînemê lingên min li jor diman , þimka min î lastîkî
piriqalî kevn bi lingê min ve dadiliqya,di hestê xwe de,min dixwest ez
dil û canê zwe bidimê,û biskek ji porê wî yê zêrîn bi dilsozî min
xwest ez wan bi helbestin bêmirin kim ,lê wî guh li vê keça biçûk
xwedya þimka lastîkþ nekir , li gel ku helbestek jî diyarî wî kiribû. lê
Cabir mirovekî hezkiryê bêje û helbestan bû ,temenê xwe tev da wê.ji
ber vê min ji Cabirî hezkir,belam wî ji bêjeyan bêtir hezdikir û
helbest dinivisîn, û kesên sar û bê deng sor dikirin û dilivandin , çek
hilgirtî û li ser kursya îþkencê veþartî
mir û ne got na , hemû jinên piþt þîn lê kom bûn , min kir keçên
serhildêr ber jê bigirin bêyî ku bihingivte wan,artêþek min ji hewî
û keþkeþan çêbû û ez jî bûm wek þûjinikê di destê mirîkî de,
ez ji hevparan hez nakim,de bila jin tevde bibin evîndarê Cabir û bila niþîteman
jî jê hez bike û ya min bila himbêzkirina windayan ji min re bimîne.bi
rastî navê Hamid zû kete nav koma navêd lîsteya min î berhevkirî
neamede.îca Hesanê Gêjikê û Cebir bavê genî û selman bavê berbûr
û Ebas ê dizek û Kayid ê bê
bav ku li mala sêwyan dijî ,
ne kevnê xwe ne jî nûyê xwe
û ne paþeroja xwe nasdike, hiseyin ê di qutîka kerton de dijî li gel
sehê xweyî wir,û Mûxeled ê lalikî kû tîpa re dike xe ,û Nasir kurê
walî yê kû bê destmêj nimêj
dike û hev kêfî bi keçê
dilo dînre di tekya zanistê
ya bavêxwe de dike , û Kîmo
yê nêro mêyî , kû ji herdû celban mehrûm e,û Silêmanê qereçî
hezkiriyê meymûn û saza xwe û bi gera xwe yî bê navbir ji min xwirtire
,û Tariq ê bi desteke birayên xwe yî hûr re di odayeke biçûk de dijî
,li kampeyeke jibîrkirinê ew ji bîrkiriye,û jimarek mezin ji zarokê cîran
û bajêr û xwendinê ewên nema navê wan û riwêd wan têne bîra min,û
ev jî ne kêmaniye ; bi tevayî dildar xwedan yek nav û yek kesayetîne û
kî navekî ji wan ezber bike weke tevan ezber dike. û navê dildarê min
Xalid dimîne ewê ku tê û nayê di nenasyê de nemrekirîye, di
bendewarya wî de min da xwe ez hînî pîþeya durûtinê bibim ji bo kesê
jê hezdikim þalekî jêre çêkim, û tijî siteyr ,hesar û kostêr
bikim. ez zû hînî terzîtiyê bûm û ez hînî pendekê jî bûm :
"pêkanîna derza dirûnê serkevtine" û ez serkevtim ; ji ber di
karê derz û dirûnê de þev û roj ranediwestyam ,piþtî salin ji nexweþyê
min þalikek ji windayê paþvemayî re çêkir, bi serbilindî min da
serhev ,bi dilovaniyek veþartî min peland,û min bi niviþtîk hêja ew
vepêça û ez li benda hatina evîndarê xwe mam.temen çû , porê kurîþkî
sipîbû ,dêm qermiçî ,leþê hejarî ku meþa Tawisî dikir xûz bû, mêvanekî
xoþewîstî þêrîn navê wî ciwanîye, dest ji min berda. ez
li vedîtin û serhildêrya xwe mukur têm, ez weke seroka sembolîk ji bo
partiya dildryê re hatim destnîþankirin û ji bo komîta hestên bi coþ
jî, û rêvebira dilovaniyê, û serwera nivîsîna govara gernejînan, û
þêwirmenda televizyona bexteweran, li gel daneriya enseklopêdiya dildariyê
û rêbaz ,dergeh û pencerêd wê, û duruþmeya xwazgînyêd min di jiyanê
de weke biwêj gotiye: "ji bo dildariya
xwe min ne tobe û ne lêborîn xwestiye çendî bê kêrin evîndarên ku
tobê bixwazin "!! belam
ez di wê baweryê de me ku xwedê wê li min bibûre, belê wê li min bibûre
,li gel hemû çîrokêd min î dildaryê lê min ji binî de dil negirtiye,
ez jinekim gençîna hemû çîrokame û þalêd bendewar,lê çîrokek wê
bi yek evîndarî re tune ji bilî yê li ser kaxezê,
ev e sernivîsa derûnên bijokên dildaryê ne û bi nvîsandina
zilman ve girêdayîne ,ew peyayên bi rastî peyda nabin tenê li ser kaxzê
,û tiþtek ji min re nîne ji bilî kaxezê, û derûnê min fermanê bi
nivîsandinê jî dike !!!
di d
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org