Ev der ne qada þere

Ev der…

 

Beþîr Mele

 

Di rojek berbanga buharê de

Li ber sînga Feratê xem û keseran

Di destê wan de rengîna suruþtê

Di gewirya wan de sirûda haþtiyê

Ji bo ku ev roj newroze

Ne Hecac û ne Mensûrin

Ne Yezîd û ne Welîdin

Tenê ji vê sîpîdê re gotin merheba…

Destên çepel

Mejyên kor

Herin qada þerxwazan

Ev der ne Cemel û Hetîn

Ev der …..

Hûn çidikin

Evîndaran dikujin gulokên devliken

Tolê ji kê distînin

Heyfa kê hiltînin

Ev der neqada þere

Ev der…

Karê weye buhar û laleyan verþînin

Birçiyê goþtê bedewan,tiyên xwîna gunehan

Mê têra du hezar sal kiriye

Emê têra du hezar salên dîtir jî bikin

Hûn tiyê xwînê ronakxwirên har

Me li ku bibînin  me bixwin vexwin

Û emê her bi xwîn û xwêdana xwe

Roj û ronakan vêxin…..

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org