|
Hêta kul
Beþîrê
Mele
Bavê
Hesen:(dikeve
mal) Wê
ev filim heya sê mehên dîtir di mala min de vêketî bimîne. ka biqulpînin
bê çi li dinyê heye? Diya
hesen: Wê çi
li dinyê hebe, dawaya exbaran nayê. karê te, tu nerîna telivizyonê li
van zarokan diherimîne Bnavê
hesen : Hey bê
aqilê ev bîst salt hûn li van xelekan dinerin we qasî sere derzyê tiþtek
ji wan famkirye?ev çîroka þûjnê
ye… ((dengê
derî)) Alî: Êvara we
bi xêr… Bavê
Hesen: Ser çavan,
tu bi xêr hatî, em li hundur rûnanên ya ji derve….ka du kursyan ji
mere derxin ji derve û çayek nû ji mere çêkin. Alî: Bi rastî
ez pir ne rûniþtîme…min li telefona we da zarokan rahiþtê.min go de
,tê li malbe min zû ve tu nediye Bavê
hesen: Ka rûnê
min jî bêrya te kirye Alî: Ez netenê
me,hevalê min jî heye li ber deriye , birastî… Bavê
hesen : (radibe
û li gotina Alî ya mayî guhdar nake û ber bi derîve diçe) Derbas be
qurba….(bi vekirna derî re) ev tu ye ?!ne tu fedî nake tu çawa û bi çi
riwî tu tê ber deryê min Alî: (bi
lez diçe ,belê pêv naghêje ku þîrove bike) Na na bavê
Hesen,ez hêvîdikim dengê te dernekeve,ka sebrê bikþîne ezê te li
berxim. Bavê
hesen: Min tu dîsa
da xatirê ciwanmêran.min çend caran jiwere þandiye ku ez û amê te ji
hev bêrîne ,tê her û bê xelk û camêran biþîne ser min .we dîsa bîhna
çikirye ? ya ya nizinim çi Alî: Bavê
Hesen,ez vê liyaqî te nabînim,bila bîhna te fireh be ,ka runê em ji hev
fambikin. Bavê
Hesen: Birayê
Alî ,belkî tu nizan bê wî û apê xwe istaz çi hevîr di zikê min de
sitrane. Diya
Hesen: (dengê
wê ji alyê malê) Dîsa te
bi ya xwe kir .çi kirin û ji wanre serifî.
Te go bila dengê me dernekeve nav xelkê ,dawî dinya û alem tevde bi me
Kenyan. Alî: Dîsa tiþtek
nebûye ,her yek li mala xweye ,diya Hesen bi rastî rebenê Ehmed tiþtekî
wî di nav tiþan de tuneye…bavê hesen ne
tu nahêle ez ji tere bêjim Bavê
Hesen: Bibûre
ku ez Ehmed û apê wî dibînim ruhnî di çavê min de namîne.. Alî: Gunehê wî
tineye ew jî dinav bera du
apan de heyrî maye.xwedê wekîl be ez bi zor anîm, go :tu li apê min mûndike
belkî tu wî û istaz li hev bîne di van rojê cejn û sersalan de. Bavê
hesen: Vê ji
min re nebêje ,ez û istaz li hev bên! Heya ku Siltokê jina wî be (dike
ku xwe rakiþîne ber bi derî ve) ne tu û ne amê te istaz efndî dive
pêl erda vê hewþê ne kin. Alî: Diya
Hesen ka wer alî min hinek av li arê bavê hesenkin Diya
Hesen: Min sûnd
xwariye ne ji çê ne ji xerab ez nema behsa wan bikim,bi derewa xwe li ber
baranê þilbikim ha wa bavê
Hesen çilo dike birazyê wî û birê wîne. Alî: (diçe
ber derî û gazî Ehmed dike ) yabo Ehmed tu here malê… min zanîba
ev bi dûde heye vê rojya remezanê min srê we nedêþand… Kermke
..ka çixarakê bikþîn ez zanim di rojyê de ji ber çixaran bîhna te
teng dibe. Diya
Hesen : Ku tu
nehata ev þer li ser serê mebû her êvar þerê me li ser televizyonê ka
bînin ser kenalê kurmancî û
zarok naynin û tu zane.. Bavê
Hesen : ka wer
birayê Alî dev ji jehro biqer çû cehimî… Qey ez
aiyilim bavo? Min çi heqsizî bi te û amê tre kirye? Ehmetkê îca wê
min hînî usulê bike.bavê te mir bi qurba û bi heyran minb tu xwedî kirî
heya tu bi fire ketî.ji wî were apê wî istaz ji xweber lîsans sitand
heyþt salan min xwîna xwe pêre vexwar oxlim.. Diya
Hesen: Hesil ku
Silto xanim vê qenciyê bibêje Alî: Bi rastî
li gelek deran bahsa te dikim,tu ji wanre ne wek biraye tu bave jî. Bavê
hesen : tu di bîne
ev dawya marîfetêye.birayê me mir û ev tifalk jê ma û jin bira me bî
ma .me go qîza metka me ye bila di sitara me de be.bi rastî min tade li
istazkir ji vê hêlê de.heya min lêxist ta min jin bir lê mehrkir…. Alî: Ma
te xerabî kir. Te jin bira xwe û lawikê xwe parastî Diya
Hesen: me
agirek û xist nav bêndera
xwe, ne dîtin û gotin nabe wek hev…bi xwedê tu neçû va çayê hat… Alî: Min
zanîba wê ev got û bêj çêbibe ez li dinyayê nedihatim.min go vê rojyê
emê xêrekê bikin… Bavê
Hesen: Dengê
wê têketê hinekî deynin… heþî gotona te ew û diya xwe bi qurbana kûçkabin.wê
tisqa li min xînin.ma ne ji ber wane ev du þebeke û rasorekê datînim.sulto
xanim lêwik di sordike ku têkev riya keçkê .. Diya
Hesen: Kekê
Alî tê ji wanre bêje bila bela xwe ji me vekin …ji xwe Hindirîn ya
bermala wane. Alî: Diya
Hesen tiþtê ez zanim mesele ne ewqas mezine hûn bi derewan vê kîn û
zikreþyê bi hevre dikþînin Bavê
hesen: Lolawo
xwedêkir ku bavê me tiþtek ji mer nehiþt.bê menê çi banya sere
hev…birayê Alî bi ya birayê xwe bik û
sere xwe bi vê pirsê me êþîn Alî: Heyfa
mala we…tê bîra min bi dehan xort li hev dicivyan û bi dehan ji vê male xatirê dawî xwestin ber bi
baniyanve hilkiþyan.ji xwe
rehmetyê Kalo ku min herþev ew nedîta sebramin nedihat.min pir nanê vê
male xwariye û qenciya wê bi
peran nayê pîvan ez pir tiþtin bi nirx û hêja ji vê malê hînbûm ji
xwe pîra we nayê pesindan… em ketin gotinan min li hale wê nepirsî. Diya
Hesen: Kekê
Alî vê ji hevalê xwre bêje ku ev serê pazdeh salane qaþo imamosteye
hundurê vê male nediye.li hale vê pîra reben rojekê nepirsiye.xwedê
giravî hema kîlok moz hebikek
seryan..li vî bê wijdanî û
jina wî bêvla wan neþewitî û serek nedan vê rebenê
ku ev sere çar salane erd girtiye …pepû wê çilo bersiva xwe li
cem xwedê bidin. Alî: Diya
hesen sifra mezin tum ya biçûk di xwede dihewîne meqseda min ku belkî
riya wan di malde veba. Diya
Hesen: Na
na na…ez li dinyayê nema karim li riwê jina wî binerim…pepû tiþtê
vê jinê kirye
tê jimarê …þûna mirîkî tuneye ku Siltokê lê nebe serdanvan û qala me têde neke. Xwe dinalîne û digrî û dibêje:keçko tiþtê ku bavê
hesen û jina wî bi ser mede anîne bi sere gurê çolan de neyê .malê vî
tifalkê sêwî tevde xwarin ,ne devê merê min kulyan xwariye ez ji zora
digrîm û deyndikim …kekê Alî bi sere birê min hero ev behsa meye xelk
tînin ber pozê me. Bavê
hesen: (ji
dest mêjê tê ) devê vê qawinê þima bike ev qal jî bûye wek filmên
weyî rojyê . Diya
Hesen: Ne
em þima dikin agir pêve datînin… min ji tere got wê ev jinik berê me
tevda bi de þermola te bi ya min nekir.ma ne wê sere mêrê xwe yî ciwan
wek terhekê xwar. çi bi
rebenê Ehmed hebû tevde ji pipita wê dilê wî sekinî û mir Alî: Bavê
hesen xwezî tu here hundur ji xwere hinekî pal de wê çêtirbe û wê çixarê
vemir îne .
DÎMENÊ diwem Ristem: (li
mala ristem li dor masakê) Tu
bi kude çûbû? Alî: Ka
te çawa kir te pîvaz
rakiin Ristem: Erê..bes
kes nabêje bi qurûþkî, deryê me li derya gerandin,vê mazota buha ,van
têkta heqa mazotê tenêjî nakin. Alî: Ev
bê xwedî nabin tiþtekî din ku yek karibe çarakê ji wanre peyda bike Ristem: Dev
ji jehra biqer çirya û dirya ye …ma tu telefona xwe li mal ji bîr dike
efndî.tu bi ber mala Hecî Hesen ve çûbû ? kaya kevn ku bê dêran wê
çi jê derkeve Alî:
wê pîvazê te yê xerabe jê derkevin Ristem
: Yahoo
bes van têketa bîne bîra min,ma çi maye û xerab nebûye !? Alî: Ji
xwe xerabûna her tiþtî hesane xerabûna mirovan pir girane … dibe pir
tiþtên nedîtî bên dîtinê û ya mala hecî Hesen neghêje çareserkirinê Ristem: kî
ma û tê de xeber nedaye !? Alî: Tu
zane ku mera dikeve sergêjîkê di nav bera wan de.tê ji kê bawe bike û
ji kê neke…ku mamosta Fêsel û jina wî qala bavê Hesen û jina wî
dikin, dilê mera bi wan diþewite, mera dibê heydê gerek þûr bên
hildan. Ristem: û
giryê Silto ji bîr mek Alî:
berî
ez heroim mala bavê Hesen min riya xwe dagerand cem wan…bû qala
wan,Silto çavê xwe girt û devê xwe vekir ,piyê xwe tazî kir û got:tu
zane ev þûna çiye kekê Alî
,gerek hûn heqyê bêjin ez biqurban,Ehmed li destêmin bû û hîn sala
bavê wî ne qedya bû û Istazjî li li Helebê dixwend…qiriktalya min
xwariye ji destê vê kafirbavê,bi qurbana þaþka bavê xwebe heyfa bavê
wê; ev þûna geza wêye heya lawik ji dest min ket û dilêmin pêr êþya
û wê devê xwe ji hev venekir,eynî ev bîst sal sûnda we li min tuneye
,ma qey ezê ji bîrbikim ,êlê. Risem: Ku
mera dikeve nav þerên ku pîrek
têde hebin ,mera sergêjdibe Alî: Ristem
:heya
pîrek nebe jin ne mumkune kes bikaribe pirsên wilo çare bike, heyfa tabê
ku ev kar di nav qurmkande bi hata kirin wê qurmikan ji xwere aqilek
bigirta Alî: Ji
bo çareserkirina ,nasîn
û naskirina girêkan pir pêwîste ku bê wegerandin û bi be qewta helê.
Aqil bi ders û fêran çênabe. Aqil
weke sindoqekê ye zanîn û nasînê di xwede hiltîne ku sindoq nebe Saza
liber Gêye… Ristem: xwzî
mera karîba navcîntî bikra û her kes li hev banya û bi hev bidana qebûlkirin.
lê tum serhiþkî dibe asteng. Alî:
Hêvî
dikim di ber van bangên cejn û sersalan de ,bi xêra xêrêxwaz û dil êþan
nexweþî û kînên di navbera kesan de ,malbat û dezgehan de rabibin û
li hev hatinek çêbibe Ristem: Dibe
ku navcînçî kî zana peyda bibe û van êþên navbera xelkê hilînin û
her kes weke bira bi hevre bijîn. Alî: Her
yek ji hêla xwe de dikare dilê xwe bi meriv û cîranê xwere safî bike
û di navbera xwe de û bi xwere li hevhatinê çêke Ristem:
bavê kawa xwiyaye tê dîsa veger meletya xwe ,ya tenê di rojyan de tu
duan dike ..bi rastî duên te di xutban de bi nav û dengbûn Alî;
Ji
ber ku bi nav û deng bûm nerindan
ez ji deng xistim.lê kes nikare min bê deng bike Yarebî
tu bi qedrê celal û izeta xweke Tu
vê civakê bê tifaq meke Di
van rojên pîroz þêrîn de tu dilê her mexloqî li bal rehma xwe ke Yarebî
tu ji canibê xwe deryê zalim
û fesadan ji wanre bi meqberek me
reben û feqîran ji tofana zordest û bêbavan rizgarke û me li qeyka
felata xwe ke Ristem: Amîn..... Jina
malê: (mersefa
qehwê di dets de li mijara wan guhdarî dike)) Seydayê
Alî gerek ji bo li hevhatina kesan mera ne weste,carek dudu deh car
wê ilim carekê ber bigire. mala hecî Hesen nestêlen
. Alî:
bi
rastî dilê min bi ser wanvey bi mirna mine ku du kes ne lihevbin ]ina
malê: dil
tenê tu keviran ji cîh ranake ku bi xwestek
û kalîan dila û duaba wê niha pir tþt berova jî xwebana…. Sibe gerk
cejnbe silavê min li diya kawake ezê sibehê wan li ser mezelê Þehîdan
bibînim, Alî: destê
te saxbe sipas ji bo qahwea te û pendên te…….
DAW
Î
10/1/2009
Beþîêr Mele
di d
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org