|
Turkiye ta ku derê…?
Beþîrê
Mele
Ji
hatina birêz Obama û virde
zehrê siyaeta tirkan di derbarê kurdan de hatiye guhertin,birêzan Erdogan
û Gul bi lez û bez tev digrin: "divê ev pirs were çareserkirin",gelo
turkiye heya çi astê xwedî pirojeyek û niyetek duruste….mera dikare di
çend xalan de miqayese bike weke pirs xwe davêjin bala mirov 1-turkiye
ji ber çi sedem û þeretan pirsa kurdî xistiye rojevê? a-ji
bo rola turkiye li herêmê bi be serke weke Obama da xweyakirin, "divê
tukiye hin gavên hundurîn bavêje" .gelo turkiye di bin fiþar û
xwestekên DYE de ev rojev teqndî ? b-xewina
tirkan ji pêncî salî de ku bibe yek ji endamê yekitiya ewrupan ku þertên
wê pêk werîne ? c-
zextên hundurîn ji hêla tevgera kurd û hêzên demukrat û guhertinê li
hermê… 2-þertê
civaka tirkan û dezgehên sifîl û dewletê gihþtîne ku pirsa netewên dîtir
bi pejirînin û bi sîstemê bidin qebûlkirin? a-çapemenî
û medya turkan çiqasî ji bo wilo pirs mijar û gotarên vekirî ji bo
perwedeya mejyê civaka tirkan û zihiniyeta wan veguherînini? b-gelo
hêza leþkrî hinekî xwe kerkirye ji ber çiye ev bê dengiya wê ,tevî
ku guhertinên bingehîn di destûrê de nebûne ? c-serwerya
partiya desthilatdar xwedan kesayetîk mîna Dîgol e ku xedî li pirojya
xwe derkeve heya dawî ? 3-asta
helwesta navnetewî a-Nisbetî
DYE bi çi þêweyî li pirsa kurdistana bakur dinere ? b-Dewletên
YE heya çi astê þertan ji bo pirsa kurdî ji tirkiê re derdixe? c-Di
çareserkirina pirsa kurdî de wê helwesa israil ji dewleta tirkan wê çi
be d-Rayeksîon
û helwestên dewletê Ereb nemaze sûriye û îran wê çi bin ? Di
giþtî de pirsa kurdan bi van xalên jorve têkildare û bi taybet bi
zihniyet û cesareta sîstem û rêvebiryê ve…di serdema nû de û ji 25
salan de artêþa tirk li gel hemû dezgehên dewletê û her alyên wê yî
eþkere û veþartî bi hevrea þerekî dijwar li himberî tevgera netewa
gel kurdisan dimeþînin bi her cûre û
metodên dervî exelaq û sincên mirovatî,bigir ji þewata gundan ta tûnekirina
mirovên sifîl û operesînên hovane ku dar û berê kurdistan û jîngeha
wê jî bûne mexdûrê vî þerê qirêj ,bi van kiryaran ti encamên cidî
bi dest nexistin,berûvajî vê pir malik widakirin û civak û tevgera gelê
kurdistan hin xalin girîng bi destxistin. Tirkiye bi hemû diblomasya xweve
bi piþtgirya artêþ, nemaze di van salên dawî de ,ku bikaribin hêza
kurdan ya çekdar ji çek bixin her hewldanên wan vala derketin.di guhrtin
û geþpêdanên ku li hermê çêbûn tirkiye pir kelûced kir ku sîstema
Sedam biparêze bi ser neket, ev yek hermek bi sîwan ji gelê kurdre vegirt
,tirkiye neyêniya vê li ser taktîk û istiratîjya dewleta xwe dizanîbû,
lê bû emrekî objektîf ,dest bi vîlik û pirovektîvan kirî bi alîkarya
herdû hêzên baþûr xwestî tevgera çekdar carekdin bi rêbazên leþkerî
ji holê rake,çawa tirk di tirsa xede werbûn ku dest hilatdariyek li baþûr
nebe wilojî di davika xwe de jî werbû , dîsa ranewstiya pirsa kurdan di
kesê birêz ocalan de bi rêbazên dervî mirovatyê bi alîkarya
menfetperstan ew revandin turkiye evjî vajî tesewira wan derket pirsa
kurdan dîsa vejîn bû… piþtî
ketina sîstema Sedam û bi hatina partiya demukrat li DYE pêvajoyin nûh
li rojhilat detpêdike,rêbazin dîtir dikevin rojevê ji bo benda Îran û
qadên dîtir,tirkiye ji bo vê pêvajoyê xwedan cîhekî girînge ji Îsrayil
bêtir di kare vê rolê bilîze ,bi piþtgirya partia AKP ku bikin modelek,
ji welatê musulman û erban re ,hem demukrat û hem musilmanitîk xesandî
,ko li gor diranê rojava ye û karibin bi turkyê jî xwe dirêjî hinavên
zihiniyeta Erebên sert bikin û hemjî turk bibin balansa navbera sine û
þîyan. Ji
bo ku turk karibin bi vê rolê rabin ,hinek asûdî û istiqrar lazime ,da
ku turkiye karibe þax û paxên xwe yên abûrî û çandî dirêjî nav
herêmê bike û bibe yedekê emerîka, piþtî kiþandina hêzên DYE ji Îraqê
,ev rewiþ turkiyê di bazarê de dike xwedî helwestek li pêþ ,ku xwestekên
xwe ferz bike li ser DYE vê yekê cesaret da turkiye. di sala berêde ku pêþî
ji bo van bazaran serê pkk ji DYE xwestî ,her wekî dibêje "ji bo
serê min ji vê rolê re vala bibe û ez bikaribim wezîfa xwe serkvetî pêkwerînim
divê serê pkk bibe gorî …!"Buhara çûyî erdogan ji carekê bêtir
vegotnên xwe dûbare kirin "yek welat yek milet yek al ...yan hezbikin
yan terkbikin…"ev berî hatina serok DYE bû Obama jo bo tirkiye
,niha tirkiye û helbet ne bi serê xwe ,ji vê rojevê re dixebite, bi
tevayî her giranya xwe dane ser ku pirsa kurdan li gor bejna xwe bifesilînin
hin parçeyan li hevxînin û di heman demê de hinekan jî ji hev bixînin.armanca
yekemîn li paþ vê qonaxê dîsa serê PKK ê ye û þûnde dezgehên pêve
girêdayî. lê vê carê ,bi amûre û metodin ziravtir. di mejyê tirkan
de ev xwen heye ,ku bi avêtina vê Zehrê gengaze du þeþ bên û beþek
ji civaka kurdan di dergûþa xwe de bilorîne û sedemê ne çareseryê bavêje
gerdena PKK ê û hêza sifîlî
çalak gunehbar bike.kû anya tevgera netewî biderize li hêvya Hemasek
kurdî ji vê pêvajoyê bizê.vêca weke ew bixwaze bifesilîne di çarçoveyeke
lawaz û nizim de pêk were .atmosfereke bêyî pkk û hêza çekdar xewna
tirkane ji xwe rêxistinê dîtir bi tevayî turkiye di 24 setan de di kare
mîna tizbiyekê wan darveke .li gorî vegotin û weza berpirsiyarê dewleta
tirk mera di kare pierojya tirkan ya veþartî bibîne ku niyeta wan heya çi
derecê ye. Li
ser vegotinên Erdogan yê vê dawyê li ser Xanî û þivan perwe û
sitrana Helpçe ku navê herdû navdaran ji du tîpên li turkiye qedexne pêk
tê((X , W))yadîtir ku bi rastî sitrana helepçe wî bi jan û êþan
dihisîne wê destûra anîna
termê hinermendê mezin Aramê Tîgran bo amedê bidana, ku di vê pêvajoya
nazik de biba hêvî û dil germiyek ji bo aþtiyê .ne tenê lîsk eþkere
ye Zahra erdogan di vê lîskê de ji bilî îkî pîs nayê, ji ber niyta wî
çirok û pûçe .li gel hemû alyên vê pêvajoyê yên veþartî ji hêla
tirkan ve dîsa jî ev hemî guft û go û qadên ku hatin vegirtin bi tevayî
qonaxeke ciwantirîn ji pirsa kurda vejîn kir, dewleta tirk nema kare vegre
xindeqa berê ,ji ber bi vê pêvajoyê ,wan ew tabî bi destê xwe
xitimand,li gel þiyarbûna tevgera kurdî ku ji vê qonaxê re amede be û
bi nazikî têkildarî vê serdemê be.ji sedî sed wê tirkan dagerîne rêça
mûfawedatan û wê mecbûrî rûniþtina çareseryê bike bi nûnerê gelê
kurd re…
24/8/2009
di d
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org