|
Adarê
! raweste deriyê xwînê li ber Gelê Kurd
bigire careke din bes veke Bêwar
Ibrahîm Adarê
! me ji xwe re got : Emê
deriyê adarê vekin , bela ... refên þahî û þadiyan , hêvî û
xweziyan , ken û girnijandinan di asmanê jiyana gelê Kurd de bifirin . Me
ji ronahî û reþtariyê re got : Deriyê
adarê vekin Rê
bidin alal û nêrgizên deþta Barzan Ku
bibin desmalkên sipî Hêsrên
40 melyon Kurd ziwa bikin , Rê
bidin siwarên azadiyê Bela
... tîrêjên roja nîþana Komela Xuwêbûnê Bi
ronî bikin Xincera
wê ji xwîna þoreþên nejbîriyê dawerivînin Periya
wê bi dîwarên Lover
û mitropolitan ve daleqînin Sinbila
wê di xaka hilmet û dilsoziye de biçînin Bela
... almeya sexte ji ser Kezeba
riya padîþahên Kurdayetiyê daxînin Kum
û kolozê Haco Axayê Hevêrkî û Ebdirehman
Axa Elî Yûnis li ser Girê Dugirê bilind bikin Û
bê dûdilî / Derka jêrîn / bingor bikin ... Lê
... sed mixabin ! wanî ne bû , te careke din kezeba vî miletî þewitand
, te hiþt ku pala xwe bidin Bagok û Araratê ... bigrîn û binehwirînin
: Hey
felekê xayinê te çire li me wa kir Te
konê me ji nava kona rakir Te
mala me xera kir Te
dilê dosta þikand Dilê
dijminan bi me þakir ... Adarê
! te deriyê xwe li piþtê li ber me vekir , lê ... bi vê vekirinê re te
xwîn rijand nav cavên me ; vê carê te kaniya xwîna vî miletî di hembêza
çiyayê Bagokê de derkir li ser sînga Çiyayê Hevêrkan li
gundê Mizîzexê
herikî , bi kuþtina Dê û Bavê her dû hîmdarên ziman û
edebiyata Kurdî Seyda Medenî Ferho û Seyda Derwêþ Freho
; te rê neda gorkolanên serxetê ku xwêdana xwe ziwa bikin bi hilmekê te
bayê qederê ajot Binxetê û xwîna xortekî ciwan çalakvanekî
welatperwer di sikaka û kolanên miþextî û zîvariyan de rijand , te xwîna
/ Seed Dellî / bi bayê biyaniya wî re kir ewrekî reþ û di
navbera deþta Mêrdînê û deþta Xelef Axa de li ser Girê / Hecî Nasrê
/ barand . Adarê
! bese ... raweste
... ! bela ... pozê te ji xwîna 40 melyon Kurd biþewite ?! vî pozî veke
û bi firehî bide ber hilma ku ji xwîna Qamiþlo difûre ; rê ne de qirêj
û gemara nemirovane ku pozê te bigre ; bela ... serê te li ber hêsirên
perîþaniya dilên Dayik , xuþk û yaran dernexum bibe ... ; lê ...
mixabin ! adarê serê te ketiye bin lingên ceberûta qederê de û pozê
te di nav xwîna me de bûye gelîyeke bê binî têrvexwarina wî ji vê xwînê
re bê dawîye . Adarê
! dinya seranser dibêje : Kurd xwînê didin lê kawî û kerameta xwe
nadin , ew her û her siwarên riya felat û azadiyê ne ; îro pirsa me ya
pêþîn û dawîn ji vê dinyayê re ewe : -
Ma wê heyv û stêr ji asmanê te bêne xwarê ku Gelê Kurd di nav txubên
nexþeyekî de bi cî û war bibin ?? Ku
Kurdistana bakur aza û serbixwe ba , zanyar û rewþenbîrên Kurd wek seyda
Medenî Ferho û Seyda Derwêþ Ferho miþext û penaber nedibûn wê di
hembêza welatê xwe de kar û xebat kiribana , ew û zaroyên xwe wê dar
û kulîlkên hewþa Dê û Bavê xwe bana û wisa bi wî þêweyê tiracîdî
ne dihatin kuþtin ?? Ku
Qamiþlo di hembêza Orkêþ de bûka lawîniya dîroka resen ba ,
dilopên xwîna me qet ji pêsêrên axîn û keseran ne diherikîn bin lingên
zalim û zordaran ... ??
/ Seed Dellî / û ciwanên weke wî doblomên xwendina xwe bi
diwa çixareyên lawaziya
vî welatî re berdan , buxçikên hêvî û xweziyên xwe girêdan
û berê xwe dan welatê omîd û xewnan û çavên xwe li eman û aþtiyê
gerandin ; Ne
xwestin bibin garson di meyxaneyên xwînê de , ne xwestin bibin çav û
guh di dîwar û verendeyên reþtariyê de , ne xwestin bibin desmalkên
lewitî le ser destên nemerdan , ne xwestin bibin berdevkên xapînok û
derwûnan , ne xwestin bibin boyaxçî di nav tozê de , da ku serê wan li
ber pêlavên megrûdiyê neyê tewandin , çiko xweþ zanin bê serê çend
welatperweran di bin lingên wan de þikestine û perçiqîne . Adarê
! sermediya bi zordarî û rijandina xwîna miletan nabe sermedî ? golên
xwînê di nevbera me û te de geh diçirisin û geh dimiçiqin ; alên
serketinê di qada pêvajoya hilmet û bizavê de geh ji para teye û geh ji
para meye ; lê ... serketina dawîn ji para meye , xwîna me bûye ronî di
nav tîrêjên roja azadiyê de û ev ronî sermede ne dimre û ne winda
dibe . Wê
/ Seed Dellî / mizgîniya yekîtiya Kurdan bibe ji pêxemberên
Kurdayetiyê re wê ji wan re bibêje : Kêlên
goran biþkînin , Kum û kolozan li ber bayê azadiyê bilind bikin , Dilê
Dugirê bi jenîn bikin , bê dûdilî / Derka Jêrîn / bingor
bikin . Erê ... wê / Seed Dellî / mizgîniyan ji bêrîkên dilê
xwe derxîne û li ser serê þehîdên Qamiþloka vîndar û birîndar û
evîndar bireþîne . Adarê
! em xwîna xwe li te helel nakin , te bi werîsê ceberût û xwînê
girtiye û me bi werîsê Ûcaxên Kurdayetiyê girtiye ; te ala ketinê li
ser çiyayên bêmiradiya me çikandiye û me
refên kevokên sipî li asmanê aþtî û tenahiyê berdane . Emê
di pêvajoya mirovantiya xwe de bimeþin û tû bi bahozên xezeba xwe re
bibeze ...; lê xweþ zanibe ku dilopên hêsir û xwîna birînên me wê
xezeba te bi qêrîn û hawarên xwe re bê deng bike wê silogan û
bangawazên van birînan sînga asmanê jiyan û mirinê biçirîne : Bijî
azadî û felat Her
bijî Þehêdên welat -
Ev gotar hate xwendin li ser gora þehîdê biyaniyê /
Seed Dellî / li gundê Hecî Nesirê li nev cemawerekî mezin ji Kurdên
Rojava di roja 11/03/2006 .
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org