Axayên Rastîn
 
( Nameyeke vekirî ji dostên Konê Reþ re )
 
Bêwar Ibrahîm
 
Lo Axayo !
Ji mêj ve qatên berfê
Ji ser jiyana me
Hatine biþaftin;
Me birînên xwe bê benc
Dirûtine,
Xwenên çiryayî
Pîne kirine,
Hêviyên windayî
Ji ser
Keviyên xwekujiyê.
Vegerandine  û
Asoyên bi ronî
Ji dûr ve dîtine.
 
Lo Axayo !
Xwîna me bûye
Diwêta reþ,
Çermê me bûye
Pelên sipî û
Tiliyên destê rastê bûne
Þeþ,
Xwe ji hev bernadin
Her û her
Doza wan :
Aþtî ye,
Mirovantî ye,
Tenahî  û
Evîndariya
Her tiþtê zelal û
Spehî ye..
 
Lo Axayo !
Parastina sembolan
Ne hêsan e,
Dijberiya dagîrker,
Noker, kinûj û
Bêbextan ..
Barekî giran e ;
Belê Rast e
Erê rast e ..
Barê giran
Para mêran e .
 
Lo Axayo !
Eger tu pêximberekî
Zerdeþtî ba
Wê mirov
Li ber destê te bibana
Feriþt ;
Eger tu desthilatek ba
Wê li þûna her
Dilopek xwîn
Dareke zeytûnê
Bilind biba ...
 
Lo Axayo !
Dil mezin e û
Cih fireh e,
Tu dixwazî
Xort bibin Mîr û
Keç  bibin Dotmîr ...
Vê daxwazê hiþt ku
Mîr û Dotmîr
Bibin xwazgênî û
Li ber deriyê te
Dûrêzî hev bibin;
Piraniya wan xwe li
Stirî û kelemên hewþa te
Xistin û
Bê hemdî xwe
Destê te xwestin;
Lê dilê te bi
Nêrgizên azdiyê re
Reqs û semayê dike.
 
Lo Axayo !
Þevên dirêj
Li ser mijgulên me
Dinivin;
Beyayên ronahiyê
Tîrêjên xwe
Di nav xilmaþiya
Xemgîniyê de
Radixînin;
Nehêle diwêta pênûsê
Biçike,
Nehêle pelên
Deftera  afirandinê
Nema bibin,
Nehêle hêsirên peyvên te
Ziwa bibin ..
Eger diwêt biçike
Xwîn heye,
Eger pelên sipî
Ji bo  afrandinê
Nemînin
Çermê laþ heye,
Eger hêsirên peyvan
Ziwa bûn
Barana ji asman heye,
Nehêle serê pênûsa te
Zingar bigire  û
Eger girt,
Can bike camkaxet û
Hêdî .. hêdî
Wê zingarê bide alî;
Tu xweþ pîkolê dike û
Ji cirîda xwe venegere
Erê venegere ..
 
Lo Axayo !
Sînga xwe
Li  ber bayê
Azadiyê veke,
Bêhna xwe bi
Asoyên ronîdayî
Fireh bike ..
Her kes zane
Tu guhdariyê
Li yariyên
Dost û yaran nake;
Bejna xwe ji
Ap û biran re
Xûz nake;
Çavên xwe li ber
Ronahiya maldaran
Kor nake .. ;
Mane Mîr Celadet gotiye :
(Axayên rastîn
Ewên ko xulamiya
Miletê Xwe dikin
Ên din tevda
Axayên derwîn in .. )
 
Lo Axayo !
Emê bi azadiyê re
Bimeþin û
Binivîsînin
Erê Emê binivîsînin ..,
Em li piþt xwe
Nazîvirin,
Nivîsandin :
Felat e,
Azadî ye,
Avahî û
Ronahî ye .. ;
Emê ber bi van
Asoyan ve
bimeþin ...
Dinya wilo hatiye û
Wê wilo here.
 
Qamiþlo  07_05_2003