|
Azadiya welat dengê azadiya mirovahiyê ye
Bêwar
Brahîm,
bewar.brahim@yahoo.com
Rewþa tevgera rizgarîxwaza
Kurdistanê ji her çar aliyan ve bûye weka keþteyeka bayewanê li nav ba
û bahozekê dijwar li berxwe dide û dike û nake peravên tenahiyê
nasnake. Ji %100 sedem tev ne ji kar û xebata vê tevgerê ye, rêjeyeka
mezin dikeve ser cudahiya dijminên miletê Kurd, ku her yek ji vî dijminî
bi þêwazekê cuda dixwaze vî miletî di holokostên xwe de bimrîne û bi
rêya cenosaydkirinê vî miletî winda bike. Dîrok bi her dû rûyên
xwe yê rast û yê derwîn tekez dike ku Tirk dijwartirîn dijminê gelê
Kurde. Di van boyerên dawîn de rûyên rast û yên derewîn ku rêjîma
dewleta Tirk mîna maskan datîne ser rûyê xwe yê faþêst tev di dozên
ergenekonê de hatin xwarê. Doza ku rêjîma faþêst
dike û nake nikare ji kok ve hilbike û tovê vê dozê bisotîne doza
miletê Kurde û bi taybetî sotina zimanê Kurdî. Piþtî serketinên partiya
DTB ê, ev rêjîm dev lal û lerizî maye. Xwestin bi çi þêwazê be
serokê vê partiyê birêz Ehmed Tirk di çavê çapemeniya navnetewî de
biçûk bike û ji wan re diyar bike ku ew bejna xwe ji xelkê re ditewîne
ji bo doza gelê wî çareser bikin, lê çîrokên wan yên çêkirî di vê
dema eþkerekirina rastiyên nepen de, bê havil bûne. Serketinên gelê
Kurd li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de, xwîneka nû dan damarên
tevgera rizgarîxwaza Kurd. Ev xwîna nû gelek celebên din bi xwe re nû
kirin û wê hê nûtir bikin û taybetî di
pêþketin û vejandina zimanê Kurdî de ku li wî beþê ji welat
zimanê Kurdî sekerat dikir û rêjîmê ev xala qels xweþ naskiribû û
ji xwe re çewisand bi vekirina telfizyonekê fermî bi navê dewletê, hem
çavê milet pê bigre û hem jî pirobagendeyekê navnetewî ji xwe re çêke.
Pirsa herî girin ewe ku gerek her Kurdek li wî beþî ji xwe bike: - Heke bi rastî, dewlet
dixwaze rewþa zimanê Kurdî xweþ û geþ be çima bi fermî vî zimanî
li dibistan û zankoyan naçesipîne? Dîsa jî nexerabe ku ev TV
ya bi zimanê Kurdî heye, ne ji ber tiþtekî lê ji ber ew bi zimanê
Kurdiye û bi saya vê TV yê rastî û derewên rêjîmê ji hev hatin parzûn
kirin; Erdogan bi Kurdî got TRT-6 Tu bi xêr hatî û dema Ehmed Tirk li perlemanê
bi Kurdî axivî parlemntoya Tirk serûbinî hev bû ji ban ve hejiya. Heke
mirov bala xwe bide wî tayê nepen ku vê nakokiyê bi hev girêdide wê
bibîne ku ev ta zimanê Kurdî ye. Erdogan ne þaþbû dema gazî du sembolên
hunera Kurdî kir û ji wan re got: - Bela Þivan Perwer
û Ciwan Haco vegerin welatê xwe. Di vê gazîkirinê de,
dixwest du çûkan bi hev re bikuje, yek biçûkirina van her du sembolên
hunera Kurdî di çavê miletê Kurd de, yê din qelskirina zimanê Kurdî
ku bi rêya mûzîkê tê guhdarî kirin bi qelskirina rola hunermendên ku
ji rex milet ve hezkirîne û di dilê wan de weke pêxmberanin. Li vir di
baweriya min de mamoste Þivan Pewer û mamoste Ciwan Haco bi helwîstên
xwe yên dilêr û cegerdar zimanê Kurdî xelat kirin berî ku ew bi xwe,
bi helwîstên xwe werin xelatkirin. Þerê rêjîma faþêstên
Tirk ne çekdanîna gêrelayên serê çiyane, þerê wan yê herî dijwar
bi mana zimanê kurdî re ye ku bi çi þêwazê be dixwazin vî zimanî
bibuhijînin û esmilesyon bikin. Rojnameya Azadiya welat,
xewna razan û þiyariya her Kurdekî zimanhez û welatperwer bû, roja ku bû
rojnameyeka rojane ev xewn nema bû xewn êdî xewn li ser pelên xwe her
sibe dikir û inþele wê bike rastî… xewna rojnameya rojane bi zimanê
kurdî bibe rastî ev nîþana ku wê gelek xewnên din bibin rastî. Di vê
pêvajoyê de û her ji pêlakê bendavan li ber rûbarên vê rojnameyê
datînîn û dozên bêmaf derbarî wê
vedibin, çima? Ji ber ku bi zimanê Kurdî belav dibe û bi zimanê
kurdî xewnên ku wê di eyendeyê de bibin rastî belav dike. Dema min nûçeya girtina
rojnameya Azadiya welat ta heyvekê xwend bi sûcê " propagandaya rêxistinê" ez matmayî bûm, li gorî
axaftina birêz Emîne Demir:" Bi
girtina rojnamê helwesta li hemberî Kurdan nîþan dide: "Nûçeya çalakiya
çandina þitlan ya di rojnameya me de cîh girtî jî wek 'propaganda ya rêxistinê'
hatiye nirxandin. Ev rewþek pir vahîm e. Em di çarçoveya azadiya îfade
û ramanê de ji hemû nêrînê cuda yên Tirkiye’yê re vekirine. Ji ber
vê yekê me banga Abdullah Öcalan ya di derbarê aþtiyê de derxist manþetê.
Lê yên pêþeroja xwe di aþtî û demokrasiyê de nabînin ji vê weþana
me nerihet bûn. Ev biryareke wêdetirî sansurkirina azadiya fikr û ramanê
ye. Ev yek nîþan dide ku hemû deriyên pergalê ji çareseriya pirsgirêka
Kurd re girtine…".
Hizir û ramanên azad, bîr û baweriyên serbixwe, di qonaxên
herî bi pêþ de xwe ji nav gelî û þivîlekên tengasiyan derxistine û
di holên berfireh de di jiyanên azad û azadtir de xwe berz dikin. Hest û
hizrên ku lêbralêzim û piralî bin, bi wijdan û rast û durist bin… wê
azadî di warên piraktêk de bê çesipandin. Ev hizr û ramanên azad wê
bi ronahiya azadiyê piraniya coreyên jiyanê bikin keskesorên vejandî di
sînga asman de. Azadiya hizr û ramanê di
mejiyê faþêstên Tirk de zuha bûne. Dema min rastiya stirana ku bi zimanê
Erebî hatiye nivîsand" Silavê min lê bike" xwend, ez hinekî
ji sedema bingehîn ji afirandina vê stiranê matmayî mam û ez bawerim ku
destê faþêstên Tirk bigha hest û tiliyên hunermendê Libnanî yê
navdar Ziyad Rehebanî, wê tiliyên wî bikirina gulle di lûlikên tifingên
xwe de û hestê wî bikirina ewrekî reþ û bi wan tifingan ew ewr wê anîbana
xwarê. Ziyad Rehebanî navdartirîn stiranên xwe" silavê min lê
bike" li ser girtina birêz Ebdula Ocelan nivîsand û saz kir û dêya
wî hunermenda navdar Feyrûz gotiye: Silavê min lê bike, jê
re bêje ku silavan lêdikim. Çavê wîna maç bike, jê
re bêje ku çavê wî maç dikim…** Di welatekî de ku banga wî
aþtiye û silogana wî demokratiye, hizr û baweriyên azad binpê dibin û
raman û nerînên demokrat qedexe dibin. Ji bo manþta çandina daran wê
Azadiya welat heyvekê girtî bimîne û ji xewndevanên xwe dûrkeve, gelo
hizra azad û demokratiya faþêstên Tirk di kîjan qorzî û goþeyan de
manin? Ev siloganên sexte ku dikin pir û li ser çemên xwînrijandina ku
bi destên wan li piraniya welatên cîhanê belav bibûn dirêj dikin. Lê
hay ji xwe nînin ku pirên wan tev dibin dû û bi hilmekê diherifin. Miletê ku daran diçînin sûcdar
û tewanbar dibin û dibin terorist, lê yên ku zeviyên mayinan diçînin
û bazirganiyê bi canê mirovan dikin, li þûna qehweya sibehê bi tonan
TNT û VX li ser miletan dibarînin, di sînga koþk û þaneþînan de têne
xelatkirin!!?? Her tîpek, her peyvek, her
xêzek û her pelek ji rojnameya tekane ku rojane bi zimanê Kurdî belav
dibe di dilê zimanê Kurdî de sîh û yek dile û di dilê faþêstan de sîh
û yek xincerên sotî û sincirî ye. Bi dengekî bilind û bêtirs û saw
ji dengê azadiyê re ji dengê mirovahiyê re ji rojnameya tekane ku rojane
bi zimanê Kurdî belav dibe ji Azadiya Welat re dibêjin: Em silavan li we dikin, ji
wan re bêjin ku em silavan li wan dikin. Em çavên we maç dikin, ji
wan re bêjin ku em çavên wan maç dikin. * Min ev nûçe di
malpera Avestakurd de xwend, ji ber ez kêm caran li ber TV rûdinim. ** Hevpyvînek bi
romannivîsê Misrî Wehîd Tewîle re, di rojnameya Exbar Eledeb ya Misrî
de belavbûye hejamara "819"- 22. 03.2009. 13.04.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org