Bibore
Ji
bîrhatinên bi bayê toza havînê re , ji yadîyên tomarkirina
hêvîyên ber windabûnê re , ji giyanê Seydayê Mele Remezanê
Berzencî re .
Bêwar Ibrahîm
Li
ber Dergehê mizgîniyan ...
Rawestiya
,
Tizbî
kire sîwan û
Li
dora mûsimê genim
Danî
,
Mûsim
wê çaxê
Di
zerê zêrîn de bû ,
Dijwariya
Ronahîya
wî
Dîwarên
krroke
Diqelaþtin
.
*****
Li
ser Bedena wî
Nexþeyên
Zimanekî
perçebûyî
Dihate
dîtin ;
Pênûsên
diwêt ziwa
Li
ber dengê lêdana wî
Dema
li zingilên
Derî
girtî dida
Xwêdan
digirtin ,
Germdibûn
,
Diherikîn
,
Difûriyan
...
Dibûn
lehî ...;
Li
ser
Perav
û keviyên wan
Peyv
þîndihatin
Dibûn
hêsir ,
Dibûn
girnijandin ,
Dibûn
Hawar û hêvî ...
*****
Di
sikak û kolanên
Kerr
û lal de ,
Di
xewnên ronîdayî û
Kabûsên
windayî de ...
Roj
li þevê digere û
Þev
li berbangê digere ;
Belêêê
...
Bi
tenê jiyan
Li
avê digere û
Av
li sermediyê digere
*****
Dixwest
jiyana
Pênûsên
Kurdî
Di
ferhenga avê de
Biparêze
;
Mîna
Ocaxekî nepen ,
Bi
ronahîya por û riha sipî
Gavên
bi kopal
Li
ser rêka parastinê
Avêtin
,
Ranewestiya
...
Ta
tayê dawên
Ji
ronahiya jiyana wî
Westiya
.
*****
Hesretek
Di
dilê min de bû ,
Ku
xatira dawîn
Jê
bixwazim ,
Lê
mixabin ...
Min
nexwest ,
Gelo
!
Wê
li min bibore
Xwezî
li min bibore .
17/12/2004
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org