Bigrî Adarê bigrî

 

Bêwar Ibrahîm

Bigrî Adarê bigrî  !

Salek buhirî

Û hêj þaþ û pembo

Ji xwîna birînên

QAMIÞLO

Ziwa nebûne ;

Salek buhirî

Û hêj tilîyên

Dayikên Þehîdan

Ji nav gijola porê wan

Venebûne ;

Salek buhirî

Û hêj nalîna birîndaran

Di bin destê

Bijîjk û birînpêçan de

Dikin axîn û nalîn

Ne dimrin

Ne dinivin

Ne saxlem dibin ;

Salek buhirî

Û xuliya

Þewata mirovantiyê

Bi kenê qederê re

Zingilên þîniyan

Ker dike ,

Azanên hawaran

Lal dike û

Dergehên revê li ber

Lav û qêrînan ...

Bi hêrz digre .

 

Bigrî adarê bigrî !

 

Rojên te mûsimê

Þîn û þadiyên me ne ,

Emê xwe di nav

Giyayê buhara te de

Veþêrin ...

Bê tirs û saw ...

Sirûd , stiran û sloganan

Bibêjin ;

Erd û asman

Li me bûne yek ...

Ne hiþtin

Jiyan bibe lehenga fîlmê

Komkujiyê ,

Na ... ne hiþtin

Hêvî û omîd

Dergehên girtî vekin û

Hilm û bîna þewatê

Bimalîn in ,

Xwîna herikî rawestîn in ,

Girtîyên bê sûc

Ji girtîgehan

Aza bikin ...

 

Bigrî adarê bigrî !

 

Bela ... deþta Mêrdînê û

Deþta Xelef Axa ...

Zendan li hev bialîn in ,

Bela ... Edûla Temir Paþayê Milî

Li ser dengê borîna

Girîyê te adarê !

Ji gorê rabe

 Û mêze bike bê çawa

Hêsir di gerdena

Dayikên Binxetê de

Asê mane ,

Lîlandin di sînga

Zeriyan de

Fetisîne ,

Û silogan di nav

Lêvên ciwanan de

Noq bûne ...;

Bi dehan xort bûn

Derwêþê Evdî

Lê mixabin ... ne hiþtin

Edûlên van Derwêþan

Xaka gorên wan

Bi bayê hawarê re

Bidêrin ;

Bela ... Edûla Temir Paþayê Milî

 Rabe û dengê xwe berde

 Ji dêvla me re

Bike qêrîn , hawar

Û binehwirîne :

( Liyane dilê min liyane

Derwêþ siwarê Hedbane

Nava çavê wî weke melkemotane

Þûrê wî li destane

Hicûm da ser Hefar û Ecîl Ibrahîm þêxê wane

Bû çingîna þûra , bû terqîna mirtalane

Derwêþ mêra dikuje davêje ji ser hespane

Pêncî siwar kuþtin , pêncî mane ...)

 

Bigrî adarê bigrî !

 

Xelk dehfik û ravên xwe

Ji bo nêçîra Kewên me vedigrin ,

Belê ... em çavên xwe

Li nêçîra

Aþtî û Mirovantiyê

Hêvî û þadûmaniyê ...

Digerînin ;

Sirweya sibehê

Û xilmaþîya êvarê

Li ser sînga me

Dighêjin hev ,

Rûgeþiya rojê

Bi jenîna dilê me diçirise ,

Teyrên Ebabîl

Ji qefesa di bin

Banê asman de

Aza dibin ,

 Li ser gola xwîna germ

Xwe datînin ...

Hewl didin ku nalînên

Qurbanên ber êvarê

Bikin lavij û dûe

Yan sirûd û stiran

Li ser têlên dengê

Dayik û yaran ...

 

Bigrî adarê bigrî !

 

Weke çem û cobaran

Girîyê xwe ranewestîne ,

Bela ... rojhilata mezin

Xwe li ber germahiya

Hêsrên te û xwîna me

Germ bike ,

Wê þînîyên salan

Kirasê dîrokê

Yê çiryayî pîne bike ,

Xwîna me ne rûbareke

Ji xwîna enfalên reþ

Cînosayd û Helepça þehîd ...

Belê ...  vê xwînê

Bi ser bilindî xwe gihandiye

Nav pêlên derya

Xwîna wan ya pîroz .

 

Bigrî adarê bigrî !

 

Xincerên Kurdayetiyê

Ji kalanan derîne

 Di sînga

Çiyayên bê mirad de

Biçikîne ,

Pênûsên resen

Ji binê bêrîkên jibîrbûyê

Derxîne

Û rastiya rastîn

Li ser pelên wêrek

Binivîsîne ;

Pizotan ji sînga

Jiyana Kelogirî

Bidize ...

Birînên dijwar bikewîne ;

Ji dêvla me bêkes û bêwaran ve

Bigrî adarê ...

Bike qêrîn û hawar :

Kurdistan çar perçeye

Qamiþlo Helepçeye .

 

13/03/2005

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org