Bilûra Xewnên Newroza Kuþtî Bêwar
Brahîm
Þev,
xewneke xweþbû, ji hilbûna agirê newrozê re. Bihinvenadeneke
fireh û bêmawe bû, ji dilgirtiyên azadiyê re. Tacagulên
rengîn bû, li ser sînga yadiyan. Qamiþlo,
bejna xwe bi þal û þapikên Kurdî girêdabû. Guliyên
xewnên xwe, bi kulîlkên Bagok û Qendîlê xemilandibû. Rêkewtiya
pilankirî a rûreþ, pençên xwe dirêjkirin? Þal û þapik,
ji ser bedena Qamiþlo çirandin. Kulîlkên
Bagok û Qendîlê perpitandin. Dilên
dayikên kovan, careka din sotandin. *** Kê, bilûrên
hêvîyan ji nav tilîyên nivîna xewnên xweþ kiþand? Kê,
çiftiya nifiran li ser kezeba doza me barand? Kê,
meþa pêvajoya karwanên hêvîyan rawestand? Kê,
ramûsanên xewna azadiyê. Li
ser dêmê Qamiþlo, kirin qermîçokên þîniyê û dilê wê þewitand? Maaa
ne bese, ji xezeba dîroka reþ re??? Maaa
ne bese, ji cînosayda gelê Kurd re??? Bilorînin,
xewna azadiya bêmirad bilorînin. Di
himbêza Memoyên emro de. Di
baxilên Zînên bêþens de. Di
xap û fêlbazîyên Bekoewanên bêewle de. Xewna
azadiya bêmirad bilorînin. ***
Li
bin darbestên bengîn û ciwanan. Li
nav barana hêsrên dayik û yaran. Newroza
ronahîyê. Bi xwîna Qamiþlo pîroz bû. Li ber qêrîn û hawarên wê, govend geriya. Lê, çi govend bû???!!! Desmal,
ji destên þahiyan kiþand. Û
semayek taybet, ji xilmaþiya bayê azadiyê re afirand. ***
Sîdarkirina
çûk û balindeyan. Bûye
sûnd, ji xezeba reþtariya zilm û sitemkariyê re. Me
ji xwe re digot: Emê,
di emroja cajna taze de, dilþahiyeke din. Li
þadûmaniyên xwe, yên pir… pir kêm zêde bikin. Me
digot: Emê stêrên çirisî, ji asmanê bûnê daxînin. Û
li xerîbiya xaka welatê xwe belav bikin. Lêêê,
nîgarên hevbendiya sazan, þev di dilê xwe de hembêz kirin. Kevanên
bêdengiya me hatin girtin û nema vebûn. Nijada
mirinê, bû diruþm li ser têlên dengê aþopiyê. Pêngava
dijwar, bi xwîna gerim çesipî. Bi
giyanên nazik meþiya. Bi
xwînê, agirê newroza me hilbû. Bi
xwînê, birînên devgirtî vebûn û dîsa kulbûn. Wêraniya
av û xakê, kilê çavên xewnan û raperîna omîd û xweziyan. Di
gelî û newalên çiyayên doze de. Dibin
þap û erdehejîn. Dibin
dîrokek dêrîn. Wijdanên
gemar paqij dikin. Deriyên
guhên girtî vedikin. Bîrdankên
xewar hiþyar dikin. Vedenga
her kêlîkeka dilêr û cegerdar. Bêhempa,
li ser aniya rojgar û demê
muhir dikin. Bêhempa muhir dikin. 21.03.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org