Bûka qurbanê
 
( Ji kulîlkên gundê Alaqosê re û di serê wan de Zîna Besamê Meran Axa )
 
Bêwar Ibrahîm
Di nav toza
Ezmona bê peyman de,
Min serê xwe rakir û
Da ser þopa
Hêsirên reþ û çirisî !
Ji þihîna çar aliyan ve
Serê min derizî ...
Lê xwîn jê ne herikî,
Bi tenê wêneyê min û
Zîna sê salî
Ji nav þivîlekên serhiþkiya wî
Mejîyê tazî
Derketin,
Li nav þînahiya
Zeviyên genim û
Reþahiya zeviyên
Petrolê,
Zînê bû bûka qurbanê û
Ji niþka ve kirasê
Bûkaniyê
Di ser xwe re anî,
Xwe avêt himbêza min,
Peyalên þermîniya
Çavên xwe
Vala kirin nav jenîna
Cog û geliyên
Dilê min û
Ji min re got :
Metê Bêwar ezê ji te re
Stranekê Bêjim ..
Min jî velvînek bi hêz dayê,
Rabû ser xwe,
Çavên xwe bi ser hevdû ve anîn û
Dest bi strana xwe kir :
( Ey lê gulê
Gula minê
Þêrîna ber
Dilê minê ... )
Li ber dengê Zînê û
Hejandina bejna wê
Sawêrên
Bejna Bilbilê Xemgîn
Bû kofiyeke reþ û
Li ser serê min
Hate danîn ...
Hingê
Bê hemdî xwe
Ez keliyam û
Min dijûn li
Bêwariya xwe
Barandin ...
Ez, Zînê,  berên reþ û
Xaka Alyan ...
Tev bûn xaz û petrola
Þewitî
Li ber pozê
Mirinê.