Dara Ûcaxên Kurdayetiyê Naçilmise

Bêwar Ibrahîm

 

Were Qamiþlo were !

Dengê bê dengiya axîn û nalînên

Ku di sînga te de sincirî bûn

Li ser peravê çemê Ceqceq bipeqîne,

Agirê di navbera

Derya û peravê de gur bûye vemrîne,

Wêraniya Qidûr Beg

Di bin konê Þîniya xwînlî de bicivîne

Xewnên keç û xortan ji nû ve li ser

Teþiya rastiya tal û zilindar birêse,

Peyva heqiyê ji bin lingên megrûdan bikþîne,

Tovê mirovantiyê

Ji xaka bor û bê ol bide hev .

Were Qamiþlo were !

Þîretên þîretkarê ol û kurdayetiyê

Þêx Maþûqê Xeznewî

Ji nû ve þirove bike

Fetwakê bê bertîl ji xwe re peyda bike

Û ji wan bipirse :

Gelo ! çima bi taybetî Þêx Maþûq û ne kesekî din ?!

Gelo ! Mirovantî kuþtin?!

An zanîn û oldarî kuþtin?!

An welatperewrî û aþtîxwazî kuþtin ?! .

Bi van pirsan re ...

Berf û baranê ...

Di kîmkîma germa havînê de bibarînê ...

Muhrên cegerdariya oldarên Kurd

Li ber semaya mûsimên ceh û genim ...

Li ser eniya dem û dîrokê biçesipîne,

Þilfê xencerên cegerdariyê

Ji kalanan bikþîne

Û di çavên xiyanet û xapandinê de biçikîne .

Were Qamiþlo were !

Ji wan re bibêje :

Çandiniya li ser dêmên deryayan

Bê ber e ... ne tu çandinî ye ,

Veþartina li piþt dîwarên nizim

Bê havil e ... ne tu veþartin e ...

Îro ji kelkela tîna roja azadiyê ...

Xwîna zanyaran li ser

Destên tewanbaran tê rijandin ...

Ew nizanin

Ku zanyar Ûcax in û

Þêx Maþûq þaxek bû ji dara

Ûcaxên Kurdperweriyê.

Were Qamiþlo were !

Ji wan re bibêje :

Ku Amedê eba Þêx Seîdê Pîranî

Li xwe pêçaye ..

Mehabadê cibê Pêþewa Qazî Mihemed

Ji xwe re kiriye AL,

Û li nav tara Çarçira daliqandiye

Hewlêrê þal û þapê Barzaniyê nemir

Kiriye sîwana parastinê,

Li derdora herêma Kurdistanê

Û va îro Qamiþlokê her libekê ji

Tizbiya Þêx Maþûqê Xeznewî

Dike av,

Û li civata pêxemberên Kurdayetiyê digerîne.

Were Qamiþlo were û Ji wan re bibêje :

Gemar bi ava girik paqij nabe,

Her bostek ji xaka kolanên te

Wê bibe hawar di

Guhên bê guhan de,

Her canek ji canê þehîdên te

Wê bibe berbang ji

Reþtariya wan re,

Her deriyek ji deriyên te

Wê bibe çopilme û dojeh

Ji raman û bedena wan re

Û xwîna Þêx Maþûqê Xeznewî

Wê bibe ronî di nav rûpelên

Dîroka mirovantiyê de ...

Lê ... ji zordar û tewanbaran re ...

Wê ev xwîn bibe jehr û siyanîd ...

û heger bawer nekin ??

Bela li ûcaxê bav û bapîrên wî vegerin

Û li ber ava destlimêja wan

Ku darên hiþk þîn û geþdikin

Xwe tahir bikin.

Were Qamiþlo were  !

Barana giriyê mêran ,

Bi ronahiya xwîna

Cegerdariyê vemrîne û

Ji wan re bibêje :

Kuþtina Þêx Maþûqê Xeznewî

Ji wan re nabe serketin û dîlan ...

Belê ... ji gelê Kurd re

Ji Qamiþloka vîn û evînê re ...

Careke din bû serhildan ... bû serhildan

Wê teyrên Ebabîl

Ji nav çirisandina xwîna wî

Derkevin û di asmanê fireh û bê stûn de

Bifrin û

Xewin, daxwaz û hêviyên te Qamiþlo  !

 wê biparêzin .... erê wê biparêzin.

 

Qamiþlo

 

 03/06/2005

* - Ev helbest di bin konê þîniya Þêx Maþûqê Xeznewî de hatiye xwendin.

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org