|
Darbesta
termê dewleta Tirk û pêvajoya tevgera
rizgarîxwaza kurdayetîyê li Bakurê welêt Bêwar Brahîm Di
daxwazên tenhayî û aþtîyane de, sebir û aramî, bingehên sereke ne ji
avakirina roleke berbiçav ji armancên van daxwazên mirovane re. Lê,
daxwazên azadî, serxwebûn û nasnameya welatan, bawerîyên dilêr û
pola ji wan re pêwîstin, ji bo ev welatên ku li nasname û azadîya xwe
digerin, karibin bingeheke qewîn ji xebata tevgera xwe û paþerojeke bê
tirs re ava bikin. Piþtî
dirêjahîya kar û xebata salên bêwestan, ji bo peydakirina warekî
serbixwe û berbiçav ji Bakurê welêt re, îro roj eynî karê bêwestan
li ber xwe dide, ku ne biweste û ne bikulibe. Dewleta
Tirk, piþtî ku têra xwe ava gola Wanê
çikand, li þûna wê avê, xwîna gelê Kurd rijand û bi taybetî
rewþenbîr û ronakbîr, îro dixwaze xwe
li ber çavên cîhanê bike feriþt û dîsa li ser hesabê xwîna
gelê Kurd, lê bi þêweyekî diplomatik, xwe li nav raya navneteweyî bike
welatekî aþtîxwaz û demokratik. Dema
min nûçeya girtina mamosteyê birêz Haydar Iþik ji rex dewleteke mîna
dewleta Almanya ve bihîst, bi tewana hevaltî û rêberîya wî ji rêxistina
PKKê re, ku ev rêxistin li nav qada navneteweyî qedexe ye, rastexwe pencên
deweleta Tirk yên jehrkirî li ber çavên dîroka çûyî û dîroka
hemdem, ya vê dewletê xwe di çavên mirovahîyê de careke din so kirin. Îro
gelê Kurd tev, di wê bîr û bawerîyê de ye, ku dewleta Tirk, þerekî
qirêj, ji þerê çekdarî qirêjtir û gemartir, li Bakurê welêt organîze
dike, girîngtirîn armancên vî þerî, kuþtina hest û giyanê
inteligensên resen e, û vemirandina raman, bîr û bawerîyên intelektuelên
payebilind e. Dema
ev dewleta xwînrêj û xwînmij, bixwaze kesayetîyeke balkêþ, yan rêxistineke
xwedî cih û bi nirx di nava civaka Kurdî de, ji ber çavê xwe winda
bike, yekser kirasê mirovahîyê li bedena xwe dike, û dengê hawarên
sexte berdide asman, ku - xwedê giravî - terorîst bela xwe ji wan
bernadin. Ev terorîst kî ne gelo? Bê guman tev keç û xortên Kurdin, ku
jiyana xwe bêhampa ji bo roja azadîyê dikin qurban, ji bo felat û wekhevîyê.
Eger ev leþkerên serê çiyan îro bûne terorîst, gelo çima dewleta
Tirk sedemên rast û durist ji vê terorîstîyê re, ji raya giþtî re
diyar nake ??? Ji
bo du peyvan, li dirêjahîya 20 rojan hikûmeta Tirkiyê rojnameya (Azadiya
Welat) girt, ji ber ku ew yekemîn rojnameya rojane ye di dîroka gelê Kurd
de, bi zimanê Kurd - tîpên latînî belav dibe, ew bi þev û rojan li
ser pêyan radiweste, ji bo pêþvebirina pêvajoya çand û zimanê Kurdî,
dema mafê rewþenbîrî, çandî û rojnamevanî, li dewletekê, ku xwe
demokratik dibîne, werin qedexekirin, mirov dikare çi navî ji bilî terorîstiya
hizir, bîr û bawerîyê lê bike ? Ji
bo kurdperwerîya birêz Ebdula Demirbaþ, ku wisa miorvhez û aþtîxwaz e,
ji bo doz û daxwazên wî ji pirrengîya çandî û zimanî, vê dewleta dîktator
ew ji karê þaredarîya Sûrê avêt. Ji
xwe ne hewcedare, ku mirov basa gefên wêrankirina bajarê Heskîfê bike
û veþartina Kurdayetîya dîroka
resen ya keleha Bedlîsê ji rex vê hikûmeta bê wijdan ve. Ev
kurttirîn nimûne bûn, derbarî þerê Tirkiyê yê gemar li ser zanist,
inteligens û intelektuelîya kurdî, ji xwe kiryarên wê yên þofinîzim
û xwînrêj bi rêka oparasyonên wê yên leþkerî, derbarî sivîlên
Kurd nayên hejmartin. Girîngtirîn
pirs ewe, pêwîstbû ku qada nevneteweyî bi xwe ji xwe bipirse: -
Ev qada ku wisa þerê terorê dikin, çima rê dane û didin dewleteke mîna
Tirkiyê, ku mezintirîn make ji teror û terorîstan re? Miletekî mîna
gelê Kurd dagirker bike? Bi hezaran keç û xortên wan di binê zindanan
de bikuje û birizîne ? Zevî û çiyayên wan biþewitîne? Gundên wan wêran
û bê jîn bike? Gelo
ev ne terorîstî bi serê xwe ye ??? Ev
dewlet dixwaze, di bin siha teroristîya PKKê de, armancên xwe yên biçûk
û mezin, bi cih bîne , lê mezintirîn armanca wê, wêrankirina herêma
Kurdistana azad e, ji xwe armanca wê ya ji mezintirîn mezintir ewe, ku
Kerkûka dilê Kurdistanê bike Kerkûka dilê Tirkiyê. Piþtî
gotinên dilêr û mêrane, yên serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd
Barzanî derbarî Baþûrê Welêt, Tirkiyê har bûye, bi gezan dire tixûbên
Baþûrê Kurdistanê, General, siyasetmedar, Ertist, Qirag, Stirî û Kevirên
vê dewletê, bi þev û rojan dixebitin û kar dikin, ku tewan û
gunehan biafirînin û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li her çar alîyên
Welêt û li tevayî cîhanê bi van guneh û tewanên amadekirî, li nav
qada navneteweyî
bi sûc û tewan bikin
û pirsa doza Kurdayetîyê xerab bikin. PKKê,
beþeke ji tevgera miletekî, eger ew terorîst bin, bê guman tiþtekî
dewrebare ku miletek ser û ber terorîst be, mezintirîn guneh ewe ku ev
milet di bin pêyên dewletek terorîst de, mîna Tirkiyê, di nava birîn
û golên xwînê de, bi dirêjahîya çerx û salan binale. Mamoste
Hayder Iþik mirovekî Dêrsimî ye. Dêrsimê rojekê ji rojan xwe radestî
dewleta Tirk nekir û serê xwe ji oprasyonên wê re netewand, dema ku pênûs
di çavên dijminan de dibin kelem, wê ev dijmin bi hemû hêzên xwe ve, vê
pênûsê, ne bi tenê biþkînin, lê wê bisotînin û xulîya wê di binê
heft deryayan de bitemirînin. Pênûsa
mamoste Haydar Iþik, li ser sînga dewleta Tirk, mîna çiyayê Dêrsimê
ye û ji lew re doz û xwesteka wê ewe, ku vî çiyayî bi çi þêwazê
be, ji ser sînga xwe bide alî. Li
ser maseya berjewendîyan di navbera Almanya û Tirkiyê de, mamoste Haydar
Iþik bi tewana hevaltî û rêberîya rêxistinekê, ku ji rex raya
navneteweyî ve qedexekirî ye, hatîye tewanbarkirin. Îro
tevgera rizgarîxwaza Kurdayetîyê, li çar alîyên cîhanê, hêdî…hêdî
nêzîkî hev dibe û ber bi kombûneke birayetî ve diçe. Ev nêzîkbûn,
berjewndîyên Trikiyê ji hev tar û mar dike, sekeratên mirina wê li nav
qada navneteweyî kêlîk bi kêlîk nêzîk dike, zordarîya desthilata wê
ji ser kezeba miletê Kurd dide alî. Emê
di wê hêvî û bawerîyê de bin, ku rojek berî rojekê ev tirs û
lerizandina Tirkîyê pêk were û beþekî din ji Kurdistana þêrîn û zêrîn
felat û azad bibe. Pêwîste
her pênûseke Kurd û bi taybetî pênûsên ji Bakurê welêt, girtina
mamoste Haydar Iþik bi kûrbînî di ber çavan re derbas bikin û bi dilekî
ji pola vê kiryarê þermezar bikin, bê dudilî, destên serketinê bilind
bikin, dengên xwe bikin yek deng û guhên dewleta Tirk bi bangên xwe kerr
bikin, ku pênûsa kurdî gihaye wê radeya ku dewletên mezin li ber dilopên
diwêta wê dihejin û dilerizin. Azadî
ji hemû girtîyên rêka felat û kurdayetîyê re, bi taybetî xwedîyên
pênûsên zêrîn, ku raya azad ji bo wan av û nanê rojê ye, mîna
mamoste Haydar Iþik. 15
- 07 - 2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org