Dema çiya û gelî dibin yek û xwe dispêrin pala þêran                          
100 sal di ser bûyîna sembola netewa Kurd
       ( Berzaniyê nemir ) re derbas dibin.                              

Bêwar Ibrahîm

    Li ber þîhîna çar aliyên bê soz û xapînok, li ber dengê nalîn û axîna asmanê bê mehder, li ber qêrîna xwenîþandanên deþt û çiyayan, gelî û newalan, emê sozên wefadariyê ji sembola welatê rojê re vejînin, emê xewnên çiriyayî pîne bikin, hêviyên beravêtî derman bikin, hevbendî û yekîtiyê pîroz bikin, peravên Wanê û Ormiya li ser destê " Bazê " Metîn, Hindirîn û Sefin li hev mehrbikin, emê ji sirûda Þêxê Barzan Ebid Elselam dest pê bikin û bêjin:
 
       Bi heqê sûreta qafê
       Hem sebebê Vê îdafê
       Me xelas bike ji xewfê
                                             Omîd heye ebdê Xerîb
                                             Hêvîkar e bendê Xerîb
                                             Bo rehmeta rebê Qerîb
    Xalidî me bi terîqet
    Zîbarî me bi eþîret
    Barzanî me bi mesken qeryet
 

        Emê benên bidarvekirinê li gerdena Silêman Nezif bigerînin, Beko û Nicmo ji ser kursiyê xiyanetê bavêjin û wî kursî bikin êzing; reþahiya zindanan bi ronahiya 100 þemalk û xetîran ronî bikin, xincera Barzaniyê nemir bi qiraxa deriyê Parlemanê ji nû ve so bikin.

        Rast e, rojên vê adarê li ber çavên me dibin þikeftên tirs û windabûnê, dibin tavên fetisandinê, dibin dîmenên reþ û xwîngirtî, lê qebqeba kewên Badînan û Soran hiþtin ku tirs û windabûn bibin irzêlên razanê, tav li ber hêza me bûn xunav û dîmen, bûne  kulkezêrînên vejandî li ser dêmê zemîn.

      Ji destpêka pêvajoya Berzaniyê nemir û hêsirên gunehkaran di peyalên kevî kerizî de dimeyin, ciwaniya jiyana wan dibe leylan li piþt asoyên xwekujiyê, ev pêvajoya ku xewnên dilþikestiyan li ser sînga mirinê radixist û radixîne, dihêle ku çingênî ji ber guhê mirinê bipeke, û bêkes, bêwar û bêcî evînê ji pêsêra azadiyê bimijin û di nav golên xwînê û kenê petrolê de bibihurin.

      Di nav hîm û latên þoreþên serhiþk de, pêngav di navbera me û (Seydayê Barzanî) de li ser eniya rokê gihane hev, wî giyanê xwe kir kalan ji þilfên þûr û xinceran re  û li ser destê mirinê Mehabad li xew mehirkir. Belê Peravên Aras ew ji nav pencên mirinê kiþand, da ku mêraniya mêran li ber mirinê neyê kuþtin û di gerdena berbangên þevên dirêj de bibin ayet û lavijên xwêdangirtî li ser lêvên birçî û bêwaran; wî ji dîrokê re nivîsand û got : ( heger bi rastî em mêr bin û tiþtên ku em dixwazin xwe bispêrinê li bal me hebin, wê hêviyên me pêk bên.. ew mêraniya ku bi kar û xwendinê wê pêk bê; çiko gotin bi tena xwe nagihêje tu encamî, heger em alîkariya hev bi dilsozî nekin, ku em çiya bin jî emê bên xwarê... ).

        Wî genim di ber pêlavên þehîdan de diçand, nan li ser kezebên dayikên wan pêvedida û di her þikeftekê de giriyê zarokên wan þehîdan bi wî nanî dikir ken û girnijandin.

       Çendî me gilî û gazin kirin, lê kesekî li me guhdarî nekir, çendî me hêsir û rondik barandin, lê kesekî dêmên me ziwa nekirin, çendî me derb û tîrên bêbextî û xiyanetê di piþta xwe de xwarin, lê me bi xwe dernexist, em dikeniyan û hîn dikenin û dibêjin: Ax... çiqasî hembêzkirina van hevalan xweþ e; îro em hewl didin xwe, ku hinekî van birînan bi ser hev de bînin, da ku em karibin bibêjin: Çiyayên me natewin, li ber xwe didin, gul û kulîlk nedigrîn ne diçlmisin li ber dergehê azadiyê destnimêj digirin.

            Barzaniyê nemir çiyayek e di sînga çiyayekî de, kesayetiya wî  Kurdistan bû û xewna wî ya pêþî û dawî azadî û aþtî bû, ji gelê xwe re got : Ez ne serokê kesekî me û ez serokatiyê ji xwe re naxwazim, tiþtê ez dixwazim, ku bibime birayê we û hûn bibin birayên min, da ku em tev bibin law û xizmetkarên vî milletî... ).

Lê sed mixabin wek ku Omerê Xiyam gotiye :

        
                Ev dinê ku çend roj bû bêgehê me
                Ji xemê pêve hêç nebû destgehê me
                Wey li me... pirsek me jî hel nebû
                Çûn û hezar bêrî man di cergê me...
 

         Erê hezar bêrî man di cergê me de, lê bi bûna Barzaniyê nemir nêrgizên azadiyê li ser peravên Diclê, Firat, Aras û Zab.. nûpiþkuvîn, çiyayên Pîrê megrûn, Biradost, Metîn, Zozik û Hindirîn.. pozê Hîmalaya þikandin; ketin û serketinên wî tev bûn tîrêjên ronîdayî di esmanê Kurdistanê de.

       100 sal bihurîn, salek di dilê salekê de û nerînên Bazê Barzan dibin xetîr li ser rêkên tarî, hilma ku ta roja îro ji pozê wî derdikeve dibe bayekî hênik û Ala rengîn li ser banê Parlemanê, li ber vî bayî semayê dike, dixile vî alî û wî alî, dibe mîna bihareke geþ di sînga esman de.

       100 sal di navbera me û bûyîna Seydayê Barzanî de di nav rûpelên dîrokê de vêketine, di bin pir ji girnijandinê re; peyman ji rondik û hêsiran re, dîdevan ji aþtî û tenahiyê re, dibin kon û li ber dergehê her zemanî têne vegirtin.

        Erê emê îro 100 salî bikin zingil û bi  gerdena her çar aliyan ve daleqînin, da ku zanibin sembola netewa gelê Kurd Barzaniyê nemir zindî ye, nemiriye.. nemiriye; îro em pênûsên xwe bi þilfa xencera wî so dikin, belê Pênûsa Seydayê Cegerxwîn _ ku îsal 100 sal li ser bûyîna wî jî derbas dibe, ji gelek pênûsan sotir e, wî ji mêj ve keziyên êvarê li ber lanên þêran hûnandine, ev lanên ku Seydayê  Barzanî þêrên wek Idrîsê Nemir hînî rêbaza Kurdîtiyê kirine, bi pênûsa xwe ji dost û dijminan re gotiye :

 
Rayetên nesra mûbîn tim raserî hêzên te bin
                      Ayetên feth û nesir herdem ji Barzana te bin
Sor û Lor û Gor û Kurmanc leþkerên hêzên te bin
                     Sed wekî Idrîs û Mesûd tim di rêzana te bin
Gêj û zar im ez nikarim zêde pesnê Xweþ bidim
                      Faris û Rom û Ereb serkopên eywana te bin
Piþtî Kurdistan xelaskî qiblîgahê þairan
                      Sed Cegerxwîn û Hejar demsazên dîwana te bin