|
Deriyê
Adarê li ber bayê azadiyê vekin Bêwar
Ibrahîm Deriyê adarê vekin Bela... Pêxemberê doza Kurdayetiyê Pêxemberê riya felat û azadiyê Barzaniyê nemir Bi refên mizgîniyên xêrê re derbas bibe; Bela... ken û giriyê adarê Ji ser peravên çemên Dicle, Firat û Aras... Ji nav pêlên derya Wanê û Ormiye Bicivîne...; Insiklopidya avê û agir Ji ketin û serketinan re bixwîne; Dem û dîrokê Li ser kevîyên pêvajoya mêraniyê Bike al û li asmanê azadiyê li ba bike. ********** Deriyê adarê vekin Û rê bidin Mahabada ronahiyê Silêmaniya hilmetê Hewlêra Kele û Minare Qamiþloka vîndar û leheng Ameda serfiraz... Bela... Þîrê Kurdayetiyê Li çiyayên Ararat, Cûdî, Bagok, Sasûn, Metîn, Þêrîn û Hindirîn... helal bikin, Bela... xwîna þehîdên nemir Xwêdana Pêþmergên qahreman Xuya hilmet û berxwedanê... Bikin melheme û derman, Birînên ku di canê Dilsozî û wefadariyê de vedibin Bi vê xwîn û xwêdanê derman bikin û Bi ala welatperweriyê bipêçin. ********** Deriyê adarê vekin Bela... Mîrgehên Botan, Badînan, Soran, Baban û Erdelan... Ji nav rûpelên dîroka rizyayî derkevin û Di sînga þaneþînên mîrgehên xwe de bi cî bibin; Bela... þal û þapên hêvî û omîdan Li bejna xwe girêdin, Xunava þîn û þadiyên her adaran Li xaka xewn û xweziyên Welatê perçebûyî bibarînin, Peyalên meya mizgîniya Yekîtiya Kurdan Li yar û neyaran bigerînin; Wê yar mest û serxweþ bibin Ji mil û navmilan xwe bihejînin, Lê... neyar wê ji maskên dilreþiya xwe Bibin bilyatþo li ser Textên þanoyên vê jiyanê. ********** Deriyê adarê vekin Rê bidin lala û nêrgizên deþta Barzan Ku bibin desmalkên sipî Hêsir û rondikên çil melyon Kurd ziwa bikin; Rê bidin siwarên azadiyê... Bela... tîrêjên roja nîþana Komela Xoybûnê Bi ronî bikin, Xencera wê ji xwîna þoreþên nejbîriyê dawerivînin, Periya wê bi dîwarên Lover û Mitropolîtan ve daleqînin, Sinbila wê di xaka hilmet û dilsoziyê de biçînin, Bela... almeya sexte ji ser Kezeba riya Padîþahên Kurdayetiyê daxînin, Kum û kolozê Haco Axayê Hevêrkî û Ebdirehman
Axa Elî
Yûnis
li ser Girê Dugirê bilind bikin Û bê dûdilî / Derka Jêrîn / bingor bikin. ********** Deriyê adarê vekin Patlêdanên Efserên azadiyê Li ber bayê ala rengîn Bikin lavij û dûee, Bikin sirûd û heyranok... Bi ewrên silavên gerim re Li asmanê vê dinyayê bibarînin... Rê bidin Dildar û Mihemedê Mamilê Ku peyv û tîpên sirûda netewa Kurd / Ey Reqîb / Li ser destên xwe ji nû vejînin; Erê... bi mizgîniya azadî û yekîtiyê re Wê kefenê mirinê biçirînin, Wê Merziya bi xwe re bînin Li ber defa Hejar û Hawar Wê çopî û semayan ji erd û asmanê Her çar perçeyên Kurdistanê re bigerînin. ********** Deriyê adarê vekin Rê bidin Valintaynê dildarên Kurd Metran Isa Bela... xwezîyên Edûla Temir Paþa, Keçka Simqî, Meryema file û Gula Mehrûm... Li Geliyê Laleþê li ber Stûna bê miradan bi cî bîne; Bela... mehra evîndarên bê hêvî Li ser destên Ûcaxên Azadiyê bibire; Çengekê ji xaka gora qublegeha Kurdan Li ser serê wan bireþîne. ********** deriyê adarê vekin Bi hêrz destên xwe li ber Yezdanê dilovan vekin Ji olên erd û asmanî Qewl û lavijan bixwînin Bi dûeeyên Pêxemberan bangbikin..., Hêvî û xweziyên kevin û nûjen, Keser û kovanên bê ser û ber Bi bayê azadiyê re berdin Bi yek qêrînê hawar bikin: Xwedê Kurdistana azad Ji þerê terorê biparêze Tu car û tu car wê bin dar neke Xaka Wê ji Ucaxên Barzaniyan mehrûm neke Miletê Kurd li cîhanê ji vê Azadî û wekheviyê bê
par neke Zimanê Kurdî bi yek Elifbayê standard bike Ala rengîn li ser banên palyozxaneyên her welatî Li vê dinyayê li ba bike... li ba bike. Amîn... amîn... amîn... Qamiþlo 01/03/2006
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org