|
Diyardeya xwebidarvekirina ciwanan li Qamiþlo Bêwar Brahîm
Çi
miletên bindest ji 100%, bingeha wan ya aborî wê kavil û herifî be.
Welatên bindest, çol û beyaban in, çendî dewlemend û xwedî
xakeke ji zêrên reþ, zer û sipî bin. Lê setemkarî dihêle ku ev welatên
zengîn bibin xulamên xulamokan. Miletê
Kurd, ji kûrahiya dîrokê de, ji nav agirê bindestî û setemkariyê
derneketiye. Îro bi dev germî em ji baþûrê Kurdistanê re dibêjin(
Kurdistana azad). Lê ev azadî ne ew azadiya ku milet dixwaze li bin ala wê
bijî, azadiya wê hêj bi rê de ye li hêvîya ku bi aramî û tenahî
bighê. Ji
akam û bandora vê bindestiyê, miletê Kurd hejar û perîþan ma. Feqîrtî
û hejariya ku bingeha welatan ji kok ve wêran dikin, hiþt ku xwezî û
daxwazên me çav þikestî bin. Hejarî, peyveka hêsan û normale dema li
nav axaftinê tê bikaranîn; lê ji hundir ve çi dîmenî ji mirovahiyê
re eþkara dike? Welatê
me, zengîntirîn welat e li cîhanê. Lê miletê me, ez bawerim ku
hejartirîn milete li cîhanê??? Gelo,
ji kavlên þer, ceng û wêraniyê mirov kare çi avaniyan ava bike? Li nav
kavilan mirov kare çi jiyanê birêve bibe? Çawa wê ev jiyan bibe xwedî
ayindeyeke bi ronahî? Em Kurd, ji roja me xwe naskiriye ku em Kurd in, ji
bilî þer, ceng û wêraniyê me xwe li nav ti sirûþtên normal nedîtiye.Dibe
ku ev pirs dîrokî bin. Lê sedemên vejandina wan di hiþ û mejiyê min
de, rewþa hejarî û bêkarîya piraniya miletê Kurd bi tevayî û li Baþûrê-Rojava
bi taybetî, ta miþextîya ber bi bajarên mezein ve jî, rêya xwe li ber
wan birî û çi kesê ku bi malanî berê xwe bidin Þamê yan Helebê bi
mebesta ku li wan deran kar bikin bi tundî ew têne ceza kirin. Pirsa herî
dijwar ew e: - Wê çawa jiyan derbas bibe, bê ku pereyên nanê sibehê peyda bibin? Li
jor zuha kir û li erdê buha kir? Îsal
Yezdanê jor, zivistana me kir havîn. Çavên hejariyê bi peravên rêkên
bê dest ve hatin þêrêz kirin. Nanê sibehê nema li benda zikên birçî
dimîne, ji ber dest vî nanî ji nav hev direvîn in. Dîwarên kolanên bêdeng
mane war ji ciwan û kesên bêkar re. Em
xwediyê zeviyên genimê ku libên wê, wek libên kehremanan bû. Îro
piraniya kufletên malên me di hundiran de ji birçîna nexweþ dikevin. Ji
xwe nexweþî rewþê hêj bêhtir kambax dike. Li ser pereyên nanê sibehê,
vêce derman û doktor tên alî? Yezdanê
gewre asman li jor zuha kir, û rêjîma bêmehder her tiþt li erdê buha
kir. Pirsa zuha û buha ew e: -
Wê ev jiyan, li nav stiriyên zuhabûnê û pencên buhabûnê çawa bije
û li himberî mirinê li ber xwe bide? Baskokirina
ciwanan ji berjewendiyên kê ne? Di
lêpirsîneke dijwar de, efserekî ji min re got: Ku em gelê Kurd bavêjin
nav kevirên çiya û em wan bavêjin çol û beyaban ew her dijin û
nizanin bê mirin çiye? Em li himberî dijminên xwe wisa ne, em ji mirinê
jiyanan diafirîn in. Lê ku tevger bi herî baþî; li nav vî miletê ku
mirinê ji jiyanê diafirîne bi erkê xwe yê netewî ranebe, û bi hêz stûnan
nede ber sînga vî miletî, û piþta ku ji barên giran qop bûye
rastneke. Wê çawa ev milet bijî û bi ser de jiyanan ji mirinê biafirîne?
Ez bawerim wê mirin bi xwe, kefenê sipî ji ber vî miletî bidize, wê
wan bavêje çol û beyabanên ku dijmin dixwazî em lê bijin. Girîngtirîn
sedemên vê peyamê ew in, ku ciwanên me roj bi roj rêya xwe winda dikin
û di nevbera hejarî û hewldanên doza netewî de, nema xwe nasdikin, û
tevgera me qet bi erkê xwe ranabe û her beþek bi nav û dengê xwe mijûl
dibe bê ku pirsa rewþa milet bike. Di
boyerên 12 adara xwînî de li Qamiþlo, weke li kolanan dihate gotin: Ku
efserekî mezin ji Þamê, xwest bi pelafirê taxa Hilêliyê û Enteriyê
bibîne. Ji ber piraniya ciwanên ku di xwepêþandanê serî li ber wan
hildabûn ji van her dû taxan bûn. Dema çav bi malên wan ket matmayî
ma; ku çawa mirovên di malên wisa de dijîn karin bi cegerdarî serê xwe
li ber desthilatê hildin? Hezar car mixabin, ku desthilatê ev pirs kir, û
tevgera Kurdî ev pirs nekir vajî wê berê van ciwanan dan helaketê û
wek gurên ku li ser pariyekî bihevbiçin in, her partiyekê baskek ji
ciwanan re çêkir, îro ev ciwan baskokirî bûne û mane bê bask. Tiþtekî
normale, ku dijmin li helaketa me diger, lê ji berjewendiyên kê ne ku rêxistin
û tevgera Kurdî li helaketa milet bigere? Rêxstinên Kurdî li baþûrê-Rojava
ketine pêþbirkê de, bê kî berî yê din destê rêjîma dewletê
bigre û bihejîn e. Rojekê hewlnedane ku destên xwe deynin ser birînên
milet û bipirsin ka gelo ev milet çawa dijî û jiyana xwe ya rojane çawa
derbas dike? Pirsa
ku cihê daxê ye, gelo çima rêxistinên me bi erkê xwe ranabin? Ev rêxistinên
ku jibilî berjewendiyên xwe, tu berjewendiyên din nas nakin. Nizanin bê
ev milet zindiye yan mirî ye? Heger hinekî bi erkê xwe rabûna wê bi
dilfirehî barên ciwanan hilgirtina ser milên xwe, û rêya rast þanî
wan bikin. Banên
sincirî û banga xwesêdarkirinê: Ji
heyva buhirî ta vê heyvê sê ciwanên Kurd li Qamiþlo xwesêdar kirin,
yek zavayê sê rojan bû, yek 20 salî bû û li ber xwestina destgirtiya
xwe bû, ya din keçeke 14 salî bû. Kesek sedeman nas nake, tev dibêjin
nexweþiyên derûnî û hiþmendî li wan der bibûn! Min bi xwe li sedeman
pirsî, li gora agahiyên ku min bidest xistin tu nexweþiyên derûnî li
bal wan tinebûn? Mirovên wan bi xwe, ji xwesêdarkirina wan mat û susret
bûn. Bêkarbûn,
dema vala, têkçûna berê xwendinê, bêhêvîbûna ji jiyanê û daxwaza
rehetiyê bi xwekujtinê. Tev dibin sedemên bidawîanîna jiyana bidestên
xwe. Çareskirina van arîþeyên stirîgirtî û zîz barê kê ye? Barê
malê ye? Yan yê civakê ye? Ne bidestê me ye, ku ev pirs digerin û
dizîvirin û dîsa xwe berz dikin. Mijara
min, ne ev mijar bû. Lê dema diyardeya xwesêdarkirina ciwanan destpêkir,
min hemû mijarên li ber xwe jêbirkirin, û hewl da ku devê vê kwînêra
ku bi xwîn û elemê dagirtî vekim. Em tev têdigihin, ku dê û bav amade
ne canê xwe bikin qurban ku neynûka zarokên wan hilnebe. Di vê gera min
de li sedemên xwesêdarkirina ciwanan ezê boyerekê balkêþ bînim ziman
ku hestê min hejand: Xortekî
17 salî, xwest xwesêdar bike û birayê wî yê 14 salî bi kiryara wî
hest bû. Çû xwe li odeya wî veþart, dema birayê wî yê mezin serê
xwe daliqand û kursî ji bin pêyên xwe avêt, birayê wî ji cihê ku xwe
lê veþartibû derket, piþta xwe xiste bin pêyên birayê xwe û ji nû
ve hawarî dê û bavê xwe kir. Ji wan re got: Ez tirsiyam ku ez we aghdar
bikim, birayê min here cihekî din û niha jî ku min we agahdar bikra em
nedighan ser, wê canê xwe ji dest daba. Ev çîrok ne ji nîgaþ û hizra
min e, ev boyereke ji Qamiþlo ye ku mirov keno-girî dike, û ya herî balkêþ
ku di bin konê behîdariya xortê ku bi sêdarkirinê canê xwe desta belav
bû. Semyanê
herî dewlemend û zengîn, ji miletekî wek miletê Kurd re xort û ciwan
in, ciwanên me zend û hêza doza me ne, siwarên ban û bala ne. Ku em vî
semyanî winda bikin, ez bawerim emê bê semyan bimîn in. Li ber zinge
zinga zingilên azadiya ku bihna wê li ber pozê bindestiya me difûre, lê
me hêj pariyek ji xweþîya wê tam ne kiriye, em bi zikekî vala û
piþteke xûz li ber xwe didin û hewldidin ku jiyana xwe ji tariyê derxînin
û bixin ronahiyê, ew jî bi saya dilê gerim, vîn û deyaxa bêwestan. 17.07.2008 Hin dîmen ji taxa Hilêliyê li bajarê Qamiþlo
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org