|
DUGIR
! Payizokeke
bi þîre, naxwaze ji sînga xewn û hêvîyan, bi
þîr vebe (
Rondikeke girnijî ji Dr.Zerdeþt Haco re ) Bêwar
Brahîm Dugir,
vê carê jî, Te, deriyê sala kevin, li ber sala nû, nîv-vekirî hiþtiye,
Te, þala þîniyan ji ser milên xwe daxistiye . Li
ber xunava zivstaneke dêmgirinjî, Te, kezîyên xwe þehkiriye . Gul
û kulîlkên bahozên sar û seqem, ji piþt asoyaên dûr derdikevin, û
xwe li ser sînga Te dadtînin . Serçopiya
dîlana seferên bêmirad bigre, û desmala sipî li ber xwendina telqîna
manê bihejîne . **********
Dugir,
jiyan bi rawestek û þivîlekên xwe ve, bi rondik û girnijandinên xwe ve,
bi kulibandin û meþa xwe ve …., geh berfe geh barane, geh mije geh
morane, geh vejîn û ronahiye, geh agir û dûmane … Lêkirina mirovan
karekî girane … zor girane,
hosteyên lêkirina mirovan pir kêmin, belê … xaka Te, ya pîroz,
mamosteya hosteyên vê lêkirinê ye, li ser xaka Te, ya pîroz û mûqedes,
mirov û mirovahî ava dibin . *********
Dugir,
di gel ku kefen bê bêrîkin, lê gelê Kurd bêrîkan di laþê xwe de
vedikin da ku raz û veþartokên jiyanên kuþtî di reþtariya pêþerojan
de winda nebin . çîrokên
þevbuhêrkên kevnar, ji bêrîkên kefenê mirinê derxîne û li ser rûpelên
jiyanên xemsar, ji nû ve binivîsîne, her tîpek ji bobelatên dîrokê,
þîniyeke dîle li piþt qefesa sînga jiyanên birîndar . Tu,
bi xwe peleke zêrîne, li nav bobelatên dîrokê, rojekê Te, xwe binpê
nekiriye, çendî þaþik û cilbaban, igal û kirasan li bejna Te bikin, Tu
tevan diçirîne, bi kum û kolozê xwe
ve, bi þal û þapê xwe ve ,
Tû deyaxa Kurdayetiya xwe diparêze, çendî navê Te bidin ber kêrên
erebkirinê û te bikin ( Derek ), çendîn kêlên vejîn û bi ronahî ji
ber serên Gorên wan buhiþtiyên Te, yên zindî biþkînin, Tu her dimîne
siwara hespên derya û bayê, Tu her dimîne buhiþta zindiyan, xaka hilmet
û felatê . **********
Dugir,
bi qêrînekê bê deng, Tu, zaroyên xwe bi riya hatina bê veger, li xwe
vedigerîne, ne ji ber ku, Tu, ji mirinê hez dike, lê ji ber ku, Tu, ji
jiyanê hez dike, Tu, ji mizgîniyan hez dike, li ber ronahiya sibeha cejna
haciyan, li ber dengê zingilê Santa Kiloz, ku sala nû hiþyar dike, wan
lehengên zindî li dora agirê mizgîniyan bicivîne, da ku mêvanê Te yê
nû , ecendeya vê jiyanê, ji bîrdanka
bobelatên jiyana Kurdan derxîne, xewn û hêviyên bûyî ji wan re bixwîne
. Vê sibehê,
zû, bi derketina tîrêjên rojê re, dema
min qesta rawesteka pêþwaziya cendekê amê Mihyedîn ( Bavê
Dr.Zerdeþt Haco ) kir, karwanên rêwîyan li ber çavê min, li hev aliyan,
li ber dergehê mizgefta bajarê Tirbesipiyê, serma û seqem li ber barana
rondikên xerîbiyê dibuhijîn, bi tenê heybeta goristana Dugirê, hêsir
û rondik di çavên jiyanê de
dikirin mey, dema min li gora nû-vekirî mêzekir, ez hisiyam ku siwar û
lehengên vê goristanê jî, li hev civiyane, ji bo pêþwaziya ( Bavê
Dr.Zerdeþt ), da ku gul û kulîlkên mizgîniyan li ser wan bibarîne û
ji wan re bibêje : -Li
Amed, Qamiþlo û Mahabad hilmet û berxwedane, li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê
govend û dîlane, bi gul û nêrgizên azadiyê xemilîne, li ber siha Ala
rengîn, li bin banê hikûmet û Perlemana Kurdistanê niþtecî bûne,
kolanên wan bi ronaka tenahî û aramiyê vêketîne . Belê
… mezintirîn mizgîniya min ji we re : îro cejna we bûye milyon cejin,
îro encama ked û xebata we bû dîrokeke sermed, îro Diktatorê ku
holokosta Kurdan li dar xistibû, Seddamê xwîn mij sîdar kirin . ***********
Dugir,
para gelê Kurd, di vê jiyanê de, refên mizgîniyane, dema xwe li ser þaxên
bendewariya mirîyan datînin, bax û gulîzarên
ji sozên lêv zuhane li sikak û kolanên miþextî û penaberîyê
têne guvaþtin, çavên tîh û kezebên þewatin
li ber danheva termên bê gor û bêwar . Jiyan
, xewnên bê lorandine, Firiþtan hembêz dike û Iblîsan
di zatê xwe de vediþêre, ev xewnên bê piþt li ser destê tirsê
têne kuþtin, li ber xwîna van xewnên kuþtî, þerm û fihêtbûn
xwe didin hev, li ser keviyên rêkên revê dibin hepriyên hevirmêþ
û bi bahozên kelemperan re li hev dialin . **********
Dugir,
Tu, pirtûka nostalîjya welat û xerîbîyê ye, goranîyên berfê û agir,
ji ( Goranîyên li xerîbiyê ) biafirîne, xerîbî kêlîkeke ji hevdîtin
û xatirxwestinê ye, yadîyan ji hembêza keser û kovanên xembar, ji perçe-ewrên
hêvîyan, ji þevbuhêrkên sêwî û bêwar
vejîne, goranîyên
zindî û ezel bi dilopên baranê
û gilokên berfê re bibarîne, ramûsanan ji ser aniya jiyanên sêwî
bide hev û bike ronî û pertew li ser rêka vegerê, bela dil û canên
zaroyên Te, yên zindî û yên ne sax, bi nostalîjya welatên xewnan û
xwezîyên bûyî û serketî, ji nû ve jîndar bibin . **********
Dugir,
hêsrên biyanîyê, di nav xaka xwe de, zuha bike, axîn û kesera Haco
Axayê Hevêrkî, bi ked û bizava rojan avbide, dîmenê wî li ser bênderên
Tirbesipiyê, bi bîrdanka pêþerojê ve daleqîne, dema berê xwe dida
bakurê welêt, li çiyayê Bagokê mêze dikir, bi axîn û keser
digot : çiyako, Bav
û birako, Xwezî
ez di hembêza Te de bama, Bela
.. benkê çaroxê Gwîzeka
lingê min xwariba … **********
Dugir,
Tu, pireke ji ronîyê, di navbera welat û biyanîyê de, ne sal û ne çerx,
ne zor û ne setem, nikarin Te bugherînin
, nikarin Te bibuhijînin . Tu
mîna Ala Kurdî, ya pîroz û mûqedese, çendî ew dane ber bazara kirîn
û firotinê, ew dane ber bayê guhertinê ,
Ala rengîn berz û bilind maye, mîna çiyayê
Kurdistanê, ne tewiyaye, ji sînga asmanê azadiyê ne hate xwarê
. Eger,
tîrêjên rojê di asmanê perîþanîya me de, carekê bi tenê bigirnije,
hingê wê hembêza Te, bi kum
û kolozê xwe , bi þal û þapê
xwe, vê Ala pîroz û mûqedes hilgire, bi serbilindî Tê Ala Kurdî
hilgire … Tê hilgire . 30
/12 / 2006
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org