|
Emê
kengî bi yek dengî, bibêjin : Naaaaaa
ji kuþtina jinan re ???!!!
Bêwar
Brahîm Ji ber ku evîn
û azadî, du damarên hestyarin di dilê jiyanê de, ta bi mirovên
xerab jî nikarin giyanê xwe ji van her dû dmaran bê par bikin. Boyerên li ser evîn û azadîyê
di jiyana gelan de bê pîvan û hejmarin, ew
hewldanên bê rawestandin, ku li ber xwe didin ji bo kuþtin û noqkirina, daxwaz û hêvîyên azdî û evînê,
tev beravêtî bûne, ji ber
mafdarîya van her du dozan, li nav tevgera jiyanê bûne lat û hêman, çendî
tavên dijwar, ji barana xwînê bi ser wan ve bibarin, ne azadî û ne evîn
serê xwe, ji radestî û
dewrebarîyan re na tewînin . Rojhilat beþeke dûmangirtîye
di vê jiyanê de, ew her û her di ezmona pêþvebirina xwe ya civakî de têkdiçe. Miletê Kurd netewek mezine,
di nava tevgera Rojhilat de, ew di bin
nîrê, sê civatên cuda de, û di bin agirbestên setemkarîya wan de dijîn,
cih girtine, vê cudahîyê, zererek mezin gihandîye civaka Kurdî, wek
pejirandina irf û adetên ku qet di dîroka me de, cihê xwe ne girtine . Di pêvajoya azadîyê de, beþek
ji armancên netewa gelê Kurd pêk hatîye, lê zevîyên evîn û
hezkirina paqij û zelal, mîna çolistanekê bi stirî û kelemper mane, ti
guhdarî lê ne hatnie kirin, ta ku bûne þikeftên tarî ji daxwazên
dexsok û bi kîn re, û bi taybetî derbarî jinê . Bê guman, kuþtina jinan, ne
ji irf û adatên gelê Kurde, lê di bin akam û bandore Ola Islamê, ev
adet di nav xwe de xwedî kirine, bê ku hewl bidin bi analîzeke zanistî,
piroblemên derbarî jinan çareser bikin . Dema bavê Fatîma Sahîndal
ew li welatê Siwêdê kuþt bi mebseta þûþtina namûs û þerefê, hingê
raya giþtî ya Siwêdî, ew boyer bi tundî þermezar kir, û bi dilekî
sotî gelê Siwêdî Fatîma di nava Qurinfilên sipî de kefenkirin û li
kinîþta Opsala veþartin, lê sed mixabin ku li Kurdistanê, li bajarokê
Baþîqa, Dûaa keça 16 e salî, bi kevirên kerr hate recim kirin û di
bin pêyên hov de hate veþartin
. Piranîya mêrên ku jinan di
bin perdeya namûs û þerefê de dikujin, xwedî mebestên veþartîne,
eger derkevin holê, hingê wê berjewendîyên wan têk herin, piranîya
van perjewendîyan bi ezperistîyê ve girêdayî ye . Em tev zanin ku ayetek taybet
derbarî kuþtina jinan di Qurana pîroz de hatiye , ev ayet taybet ji bo
gelê Ereb daketîye, ji ber wan keçên xwe, di roja çêbûna wan de bi
saxitî bingor dikirin, da ku ew keç di mezinbûna xwe de namûs û þerefa
malbata xwe nelewitîne, lê di irf û adetên gelê Kurd de,
boyerên wisa qet di dîroka wan de xuya ne bûne, vajî wê, di
kultur û folklorê me de, dastan û çîrokên evîndarîyê bê hejmarin,
piranîya wan ji Olên cudane mîna / Derêwêþê Evdî û Edûlê / û / Meryema File /, ji xwe di warê erotîk de, bi dehan þanik
û dîmenên cor bi cor, di nava piranîya Lawik û Heyranokan de xemilîne
. Pirsa ku di nava pirsan de
hatîye þewitandin, em derbasî sed sala 21 ê bûne, dem hatîye guhertin,
çima gelê Kurd adeta kuþtina jinan di nava civaka xwe de ta roja îro hiþtiye
û tovê wê ji kok ve ranekirîye ? çima hewl nadin ku vê adeta xerab, ku
bê sinc û bê pirensîpe, ji nav rûpelên jiyana xwe bavêjin ? çima
wisa bi gendelî, bi tembelî û sersarî kultur û folklorên xwe jibîr
dikin, û cilbabê hizr û ramanên dijminan li xwe dikin ? Ev jinên ku di bin þûrên
tewna namûs û þerfê de, têne kuþtin, bi du cihan iþkencê dibînin : 1- Iþkenceya kuþtinê bi
xwe 2- Iþkenceya sîkolojî, ku
berî kuþtinê û piþtî wê, bê recim kirin, bê telqîn, bê þûþtin
û kefen, bê veþartin, bi tenê ava þûþtina wan dijûn û barana ji
tifan be !!! Wê çavên hêvîyên me li
wê kêlîkê be, ku piþtî Kurdistana azad bûye xwedî
destûr û Perleman, destûrekê taybet derxîne, derbarî kuþtina jinan, bi mebesta þûþtina namûs û þerfê
û bi fermî dengê xwe tevlî dengê me bike : - Naaaaaa ji kuþtina jinan
re … Ta wê kêlîkê, emê Qewl,
Lavij û Ayetaên ku xwendina wan li ser Jinên kuþtî qedexene bixwînin,
di serê wan de ( Dûaa ) ku bi wî þêweyê hovane bi kevirên bilok hate
recim krin, û bi rondik û hêsrên ji çavên mirovahî û mehrebanîyê
dibarin, emê can û cendekên wan ji ava tif û agirê dijûnan tahir bikin
. 30/ 04 / 2007 * Piþtî min ev gotar di
malpera navenda PEN a Kurde belavkir, nû bûyera bûka qurinfulên sipî yên
Siwêdê þehîda hemdem li nav gelê
Europî / Fatîma Sahîndal / hate bîra min, min jî xwest wê bûyerê
careke din bînim bîra xwendevan.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org