|
Ezela ber bi rojê ve Bêwar Brahîm Di
wê þeveqa sar û cemidî de, serê xwe ji bin lihêfa xewnên sipî û kabûsên
reþ derxist, li navbera maxên beþtên þikestî, tebabekî, mêze kir, li
xurînî, çixareyeke stûr pêça û bi agirê birçîbûnê vêxist, û hêdî
…hêdî, dûmana çixareya xwe berda binê lihêfa sar û cemidî. Dîwarên
jiyanê, li ber çavên wî, bûn neynikên þikestî û kerizî, dîmenên
zelal dikirin perçe.. perçe. Bi
laþekî giran, bi hestekî birîndar û dudilî, xwe girêda û berê xwe
da cihê kar. Zêrevaniya
imbarên Genim, di / Mîra / de, karekî zor giran bû li ser milê wî, lê
agirê birçîbûnê, goþt û hestiyan dide ber þewata xwe. Di
gel ku ew mirovekî bi wijdan û dest paqij bû, lê …, Iblîsên perîþaniyê
car..caran berê wî didane çewalên Genim, her carê têra tenûreke nan,
bi xwe re dibire malê. Bi
sedema vî Genimî, Miþk ji mala wî xalî ne dibûn, bibûn ji kufletê
malê. Jin
û her sê zaroyên wî, ne li malê bûn, rahiþte beroþeke orte, hineke
ji Genim xiste binê wê, û li ser tifika zilim û zorê, bi rûnê stiriyên
beyabanan, hêdî..hêdî qeland, û bi jehra reþ û sipî, ew Genim tevda
û li hev xist. Ji
reqreqa tav û birûskên xedir, xiyanet û xapandinê , reqreq û lêdana
deriyê malê, ku bê kilît bû, ew di cih de lerizand, lê … dema çav
bi koma leþkerên dewletê ket, kevçî ji destê wî kete erdê û çavê
wî ziq mane vekirî. Susret
û lerizandina wî dûm nekirin, , ew bi dahf û bêhnan, li pêþiya xwe
ajotin ziandanê, bê pirs û bersev, laþê wî di nav Darên lêdanê de,
bû mîna kirasekî rizyayî, tiþtek ji dijûn û siqêfên wan seh nekir,
bi tenê dengeke derbasî guhê wî dibû : -
Haaaa … dizê Genim, Tû û kê hevparên hevin ?! hûn Kurd ji berê ve
diz û xayinin !! Te ev ceger ji ku ve aniye, ta wisa bi tonan Genim ji
dewletê didize ??!!!! Di
gel ezara êþkence û lêdanê jî, lê …, qamçiyên peyvên wisa, dil
û giyanê wî birîndar kirin, kawî û kerameta wî ji hev tarûmar kirin,
nemerdî nekir û got : -
Em Kurd, ji we û rêberên we bi þeref û romettirin, min bi tenê çend
çeng genim, bi xwe re dibire malê, lê… hûn welatekî ji Genim û
Petrolê didizin ûûû …??? Sed
mixabin …, ku peyva dawîn, di gewriya wî de, bû qêrîn û hawar, di
bin darên lêdanê de, bi vemirandina qêrîna dawîn, mûma canê wî
vemirî. Mîna
laþekî, yê lawiran, termê wî avêtin dawiya Pîkabekê zinger-girtî,
û bê mehder ew avêtin ber deriyê mala wî, dema cîran lê kom bûn, berê
Tifingên xwe dane wan û gotin : -
Laþê vî Segî !! bê deng, ji derveyî bajêr veþêrin, me silogan û
xwepêþandan navên !!! Piþtî
meþiyan, cîranan rahiþtin termê wî û derbasî malê kirin, lê ji
susreta qederê, terim ji destên wan hate xwarê, dema çav bi her sê
zaroyan û diya wan ketin, li dora beroþa Genimê qelandî bibûn terim, ku
ji birçîna binê beroþê paqij kiribûn. Cîranan,
çar gor, di hindirê malê de kolan, ew veþartin, deriyê malê bi zincîra
perîþaniyê girtin û meþiyan. Buharan
tovên xwe belav dikirin û diçûn, havînan werzê xwe hiltanîn û bi
kelkela rojên dijwar re dibuhijîn, Payizan pelên xwe rût dikirin û bi
bayê re difiriyan, ewrên zivistanan barên xwe datanînin, bi berif û
baranan re dibariyan, demê kir û ne kir, ku navê mala wî, di nav rûpelên
ferhenga jibîrkirinê de tomar bike, nikarîbû. Ji
akama zilim û zorê, ta roja îro, tovê tiþtekî li þûna mala wî kad
nade, lê … çar darên Berûyan, bi serbilindî, vîn û deyaxê, bi
berbangên rojê re û bi ronaka azadiyê re, li ber ava nejbîriyê, þaxên
wan dikenin û pelên wan diçirisin. *
Ev çîrok min bi zimanê kurdî afirandîye , û di kovara Nûbûnê, bi þaþî
di beþê wergerê de hatiye belav kirin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org