Gelo
sembol dighêjin pileya Pêxemberan ?!
Sed
sal li ser çêbûna Apo Osman Sebrî derbas bûn
Li
bajara Qamiþlo , di þeva /05/01/2005 ê de li mala nivîskar û
helbestvan Konê Reþ mûmek ji sala nû re hate vîxistin û
komcivînek ji yadiya çêbûna Osman sebrî re hate li dar xistin
.
Di
wê komcivînê de pirsek ji zikê pirsekê derket , û dîmenek
li kêleka dîmenekî hate neqiþandin , sedema þevê Osman Sebrî
bû lê pirsgirêkên kûr xwe belû û eþkere kirin wek :
-
Emê çawa sûdê ji serbûriyên sembolên xwe wergirin û
piraniya wan serbûriyên
xwe ne nivîsandine û ne tomar kirine ?
Di
wê þevbuhêrkê, de bi rêka têlên telefonê Birêz Þêx
Birimce û xanima xwe Kewê birazya Osman Sebrî gotina malbatê
ji peþdarên þevbuhêrkê re xwendin .
Seyda
Rezo Osê bi devekî pelê pêþîn ji þevbuhêrkê xwend , hinekî
sîstema rêbaza Osman Sebrî di nav rêzên Partî de þirove kir
, derbasî nav ketin
û vêketina Þoreþên Kurdan bû ta giha bajarên bîranînên
xwe dema li zankoya Mosko þagirt bû û bi alîkariya çend xortên
Kurd û Misrê simînerek li hola Zankoyê li darxistin , hingê
nivîskar û rexnevan Ehmed Xemîsî jê Pirsî :
-
Xwedê mala we xera bike we ji piraniya van þoreþan sodeyek jî
negirt
??
Di
dawiya gotina xwe de got :
-
Bê çawa em li ser þopa pêþiyên xwe dimeþin û em dibêjin
xwezî wisa kiribana , yan bîranînên xwe nivîsandibana ? wê
sibe di pêþerojê de zaroyên me jî bidin ser þopa me û pirsên
wisa bikin ... vêca cegerdarî ewe ku em karibin rêka van pirsan
ji ber zaroyên xwe bigrin û karên çê û pozetîv bikin .
Seydayê
Keleþ bîranînên xwe bi Apo Osman re anîn zimên û bi
helbesteke xwe ku li Ser Osman Sebrî nivîsandibû ew bîranîn
bi dawî kirin ..
Piþter
seydayê Konê reþ li dirjahîya du rûpelan kurtejiyana Osman
Sebrî xwend :
( Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çênabin
,dibe ku di nav miletekî de nifþek derbas bibe
û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê ji wî nifþî
derbas neke ,ew nifiþ stewir bimîne .Û dibe ku di nifþê
miletekî de gelek dayik lehengan bînin..
Gel
jî mirovên ne leheng nake leheng .Heger teraziya dîrokê gele
,teraziya gel jî ,ji zêre ,gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn
,lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya
xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jêre
dibe dîrok.
Ne
gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim,ewên ku navê wan
di huþê her kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin,ewên
ku di zindanan de ,di bin þert û mercên dijwar de li ber xwe
dane..
Lê
wek nimûne ,bi helkeftina ku (100) sal di ser roja zayîna Apê
Osman Sebrî re derbas dibe,ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê
Kurd dibînim..û vê panorameya kurt
ji jiyana wî, wek wefadarî ji xwendevanên zimanê kurdî
re pêþkêþ dikim
.)
û
min jî gotarê xwe yê bi
navê (Osman
Sebrî : Serhiþk mîna Sasûnê , Nazik Mîna Evînê) ,di vî
gotarî de helebesteke xweþ ji helbestên Apê Osman derbas dibe
dema dike dike qêrîn û dibêje :
Armanca
milet
Bête
vejandin
Azadî
...
Ji
bo te
Ku
bi tu kesî ,
Bi
tu ramanî ,
Neyê
girêdan ,
Yek
armanc ,
Yek
rêzan ,
Yek
raman ,
Xebatê
bikî
Ji
bo Kurdistan .
Mamoste
Derwêþ Derwêþ jî di gotina xwe de basa cegerdariya Osman Sebrî
kir li Serxet û Binxetê
û got :
-
Heger em bixazin rêber û berpirsyaran rexne bikin , bela bi þêweyekî
þaristanî be , bi dijun û siqêfan kar û xebat winda
dibe û civak li paþ dimîne êdî em nikarin bi barê þert û
mercên cîhangêriyê rabin di vê dema ku dinya bûye gundekî
biçûk .
Çîrok
nivîs Ehmed Ismaîl di gotina xwe de pirsek balkêþ kir :
-
Gelo ! çima em nikarin kesên sembol bikin leheng li ser depê
þanoyê ? min þanoya li Barzaniyê nemir nivîsand û min xwest li ser dikê bête lîstin , her kes bi rola xwe rabû , lê kesî newêrabû xwe bide ser rola cenabê Seydayê Barzanî ..Gelo çima ?!
Mamoste
Ferhad Seyda , Çîroknivîs Fewaz Evdê , vekolînvan Xalid
Mihemed û Þepalê Berzencî û ... ku di þevbuhêrkê de amade
bûn û bi kurtî nerîn û baweriyên xwe gotin ; careke din ez
dibêjim :
Osman
Sebrî ku serhiþk bû
mîna sasûnê û nazik bû mîna evînê , bê dûdilî rahiþt
xetîra zanyariyê bi destekî û bi destê din ve rahiþt tivinga
azadiyê , ta ew , çiya , xetîr , pênûs û xewna azadiyê bûn
yek di sînga asmanê Kurdistanê de .
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org