Gurên gewr û Pêvajoya berxwedana bakurê Kurdistanê

 

Bêwar Brahîm

 

 

Pirsa ku di bîrdanka jibîrkirinê de winda bûye.

Dema xwîn li ser xwînê dikelê, birîn bi birînê hest dibê, hêsir dibin desmal ji hêsran re û axîn dibin sîngên fireh ji axînan re. Ti dem nikare van rengên jîndar ji tabloyên jiyanê jêbir bike.

Hestê ku bihêle tevahiya jiyana mirov di nav melevaniyeke serpiþtê li nav xwe bibe û bîne, xwîngermiyê li reh û damarên zuha vegerînin, hestekî pîroz e. Dema ku edebiyata Tirkî bi pênûsa Orhan Pamok bi Nobil hate xelatkirin, hestekî ez girtim hiþt ku tevahiya jiyana gelê Kurd di nîgaþa min de, li nav deryayekê ji agir de li ser piþtê  melevaniyê bike.

Tirkên ku movikên piþta welatê me, kirin bingeh ji avaniya welatê xwe re; li ser bihna xwîna me û xwîna Ermeniyan bi serbilindî hatin xelatkirin??? Tevî rêzgirtina min ji helwîst û daxuyaniyên Orhan Pamok re, lê me bi dilekî birayane Orhan Pamok pîroz kir bê ku em biramin yan ji xwe bipirsin: Heke dewleta me ya serbixwe û azad hebûya wê niha ev xelat di himbêza edebiyata me de ba? Nizanim hingê, ne me xwejbîrkir? Yan me xwe da jibîrkirin? Ku dîsa li ser piþta me, ziman û edebiyata Tirkî bi Nobilê hate xelatkirin? Heke ne ji helwîstên Orhan Pamok û nivîsên wî yên vajî rêbaza dewleta Tirk bana derbarî miletê Kurd û Ermen; wî qet nikarîbû bi rêya( Cewdet beg û zaroyên wî), (Berf) û (Navê min sor) xwe bighanda xelata Nobilê. Ji ber gelek pênûsên afrener û ast bilind-Ji pênûsa Orhan Pamuk xurtir-  hebûn û xwedî maf bûn ji wergirtina vê xelatê re.Guman tê de nîne ku ev mijar di baweriya rojan de, kevin û derbasbûyîye. Lê, di baweriya birînên me Kurdan de??? Ez qet nebawerim ku ti axîn, yan nalîn yan keser wê di dil û canê me û welatê me de kevin bibin yan derbas bibin.

Li Almanya, pêþangeha pirtûkan ya navnetewî li bajarê Frankfurtê li dar ket. Weka her sal,  welatek hate hilbijartin ji mêvandariya rometê re. Îsal Tirkiyê mêvana wê ya rometê bû, bi edebiyata xwe, bi zimanê xwe, em karin bibêjin bi fêlbaziyên xwe Tirk bûn mêvanên rometê. Li vir, mirov dikare bi zanistî gelek pirsên binperdekirî bike: Gelo, dewletek weke Tirkiyê hêjaye vê rometê yan na? Hêjaye ku dêmê xwe yê lewitî bi ava çemên xelkê paqij bike? Hêjaye ku xwe di çavên tevahiya cîhanê de bike firiþt? Û ew bi hemû kar û kiryarên xwe ve Iblîse. Tevahiya cûreyên jiyana vê dewletê bê sinc û bê pirensîpin. Jiyana civakî, jiyana leþkerî, jiyana wêjeyî. Ew nizane bi ti zimanî biaxive jibilî zimanê faþêstelîzimê û rijandina xwîna mirovên bêrî û bê sûc.

Di romana Dr.Cîvago de, ya Parîs Pastirnak. Dîmenek derbas dibe, bê çawa di wê demê de ji birçîbûna mirov goþtê mirov dixwe. Sed mixabin, di dema îro de ji  destê dewleta Tirk em neqenctirîn dîmenên bi êþ ji dîmenên wisa xerabtir dibînin. Ev dewleta ku ti nirxandinê nade rometa mirovan û ti rêzgirtinê ji þert û mercên mirovahiyê re nagre. Yek ji wan dîmenan, pêlêkirina cendekên þehîdên Kurd e. Gelo, çi armanc û mebesta leþkerên Tirk ji pêlêkirina cendekê xoretekî Kurd ku di þer de þehîd ket hebû? Ji serjêkirina wan piþtî þehadetê û ji perçekirina gewdê wan þehîdan? Gelo, ev dîmenên wisa çi bandorê di pileya yekem de li ser me Kurdan û di pileya diwem de li ser qada navnetewî dihêle û wê bihêle? Dema Gurên  gewr sembola xwe bê tirs û bê pirs li kolanên Ewrupa hildidin; xwe paye bilind dikin, êrîþên xwe dajon ser gelê Kurd. Bê cudahî, tenê ji ber ku nijada wan Kurd e, ti  alî rê li ber wan nagrin, ti alî nabêjin ev terorîstin. Bi ser de jî, dibin mêvanên rometê li cihên xwedî rêz û bi nav û deng. Lê, dema sembolên tevgera rizgaraîxwaza welatê me bikujin, binê zindanên xwe bi temenê keç û xortên me raxin, bitriya xwe li ser hesabê birçîbûna me bifûrînin, êrîþên dijwar di nîvê rojê de bajon ser Instituyên Kurd li nîvê Eurupa weke Institiuya Kurdî li Birokselê. Hingê, ev kiriyarên wan bi rometin û Intî-terorîzime?!!!

Heke seranserî cîhanê derbarî pêvajoya tevgera rizgarkirina bakurê welatê me bêwijdan bin, gerek em Kurd xwe bi xwe em bi hev re biwijdan bin. Me gelek qurbanî danîn û hê em datînin, me gelek xwîn rijand û hê em dirjînin. Tev ji bo çavê azadî û serxwebûnê. Dîrok dîdevane ku ol û  baweriya Tirkan cênosidkirina gelê Kurd e. Pêlêkirina leþkerên wan li ser sînga þehîdên Kurd mecaziye ji pêlêkirina paytexta dilê bakurê welatê me re, Amed a dilêr û cengewar.

 

Bi cezakirin û girtina rojnameya Azadiya Welat

Zimanê Kurdî nayê kujtin, nayê windakirin.                  

Ji  Amedê, ji wê destnîþankirina navdar û biryara bihêz ve. Ku rojnameya Azadiya Welat bibe rojnameyeke rojane; her sibeh bi tîrêjên roja Ameda paytexta dilê Bakurê welatê me re derkeve; ta roja îro rêjîma dewleta Tirk dest bi operasyonên nepen û dijwar dike li himberî vê rojnameyê. Bi çi þêwazê be dixwazin vê rojnameyê baskokirî bike, ji berbangên dîrokê ve ev yekemîn rojnameya rojaneye ku bi zimanê Kurdî derdikeve û bi payebilindî rû dide jiyanê, bi serbilindî xwe bi nasmaeya zimanê xwe dibîne. Bê ku ji xwe þerm bike, bê ku bi kêmasiyên derûnî  hay bibe ku asmîlasyonên dijmin weke jehra reþ li nav miletê Kurd belav dikirin û ta vê kêlîkê belav dikin. Ji bo Tirkbûna miletê Kurd, wan gelek cangorî danîn, lê ew zanin ku rêya herî hêsan û kêm derdan buhujandina zimanê Kurdî ye. Belavkirina rojnameyeke rojane bi zimanê Kurdî, bû bendav li pêþiya pilan û pirojeyên wan yên gemar û qirêjgirtî.

Azadiya Welat, bû berdevka miletê Kurd. Derketina wê encameke mezin bû, ji berxwedanên bi dirêjahiya salan ku miletê Kurd bi qasî ava çem û deryayan xwîn rijandin ji bo çavê azadî û serxwebûnê. Lê, hê weke em dixwazin em negihane vê armancê. Heke Jon Milton saxbûya û miletê Kurd ji nêzîk ve naskiriba, wê dastan li ser pêvajoya berxwedana miletê Kurd ji bo man û jiyana bi azadî û serbixwe biafiranda, dastanên ku hê ji dastana ( Buhiþta Windayî) xweþtir wê binîvîsanda.

Þerê dewleta Tirk bi Kurdîniyê re di dijwartirîn dem re derbas dibe, heke hezar Ergenekonên din jî çêbibin û alîkariya Ergenekonê bikin ji bo cênosidkirina miletê Kurd; ew ê nikaribin vî miletî ji Bakurê welat bi taybetî û ji cîhanê bi tevahî winda bikin.

Tirk dibêjin: Axaftina bi zimanê Kurdî hestê me yê netewî birîndar dike! Heke bi rastî mirovahî û wijdan li vê cîhanê mabe, wê bi dengê bilind her wijdaneke ji rexê xwe ve bipirse: Gelo, dagirkirina wan ji xakê re, ji milet re, ji ziman re û ya herî bêwijdan dagirkirina wan ji wijdanan bi xwe re, ne hest-birîndakirine???

Rêjîma ku ji helbesteke Ehmedê Xanê çavtirsandî bibe û yazede malikan jê bavêje? Ji tevgera wêje, edebiyat û perwerdekirina zimanê Kurdî bisote? Ji kar û xebata keç û  xortan har bibe? Ji tevgerekê weke tevgera( TZP) þêt û dihin bibe? Rêjîma ku zindanên xwe bi ciwaniya keç û xortên me raxînin in? Rêjîmeke tirsoneke, bêbingeh û bê kok e, rêjîmeke nexweþ e. Ew qet ji ciwannasiya di jiyanê de tênagihê û nizane bê mirov çawa bi baþtirîn hizir û nirx jiyan û mirovahiyê binrxîne.

Bi girtin û cezakirina Azadiya Welat, zimanê Kurdî ne tê kujtin û ne tê winda kirin. Her deriyek ji deriyên Ameda leheng koþkeke sermed û  bi ronahiye ji man û hebûna miletê Kurd re, ji kultur û edebiyata Kurdî re.

Ne tenê gelê Kurd li bakurê welat û ne tenê Azadiya welat bang dikin:( Êdî bes e em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin). Her zinarek ji çiyayên Kurdistanê, her rondikek ji cavên dayikên Kurd, her xemgîniyek li ser dêmê zarokên Kurd, her kêlek li ber serê þehîdên Kurd bang dikin:(Êdî bes e em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, em jiyana bi azadî û wekhevî dixwazin).

 

Mêvandariya rometê bê romet bû.

Li ber çavên tevahiya cîhanê, gurên gewr diranên xwe qîç kirin. Kirasê firiþtiyê ji ser xwe avêtin û di nîvê rojê de xwestin stêrkan þanî miletê Kurd bikin. Bê ku hesaban ji ti zagonan re bikin êrîþ birin ser Kurdan. Pêþangeha pirtûkan li Frankfurt, di çavê wan de bû çiyayê Qendîlê û çemê Zabê. Ala rengîn û nexþeyê Kurdistanê çirandin. Lê, ew di þer de ne þêr derketin, rewþenbîrên Kurd û pirtûkên Kurdî  bi destê polîsên Alman bi xwe hatin parastin û ew gurên gewr di mêvandariya rometê de bê romet bûn. Ew naxwazin ku pirtûkan bi zimanê Kurdî di cihekî bi romet de bibînin, naxwazin ala me bilind bibînin, naxwazin nexþeyê Kurdistanê li ser sînga goka zemîn bibînin.

Dewleta Tirk, dijwartirîn û hartirîn dijminin ji gelê Kurd re. Lê bi vîn û viyana Kurdayetiyê, doza Kurd li himberî wan nayê þikestin û nayê kujtin. Deyaxa vê dozê li himberî harbûna wan nayê piþtqopkirin. Bi meþa pêvajoya karwanê berxwedanê wê deriyên girtî li welatê rojê, welatê azadîxwazan li ser piþtê vebin. Ev pêvajo, bi zindanên wan nayê dîlkirin, bi pelafir û topên wan nayê bingorkirin. Armancên dûr wê nêzîk bibin. Lê, ji bo ev armanc bi zûtirîn dem bighe himbêza welatê me. Palpiþtiya me ji hev re pêwîste, palpiþtiya her zinarekî ji çiya, her dilopekê ji baranê, her perçeyekî ji ewran. Bi wêrekî û bê tirs li himberî Gurên gewr rawestin û bi serbilindî doza azadiya ziman û azadiya welatê xwe bikin û devê wan qulên ku em bi hezarên caran jê hatin pêvedan bi qoqên Gurên gewr bigrin.

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org