Helbestvanê
Sûriyê Ferec Beyreqdar :
Afirandin
herdem ji niþka ve ye û herdem nûbûn e ....
Hevpeyvîn : Selah Hesen /
Amsterdam
Wergerandin ji Erebî bo Kurdî
:
Bêwar Ibrahîm / Qamiþlo
Ferec
Beyreqdar helbestvan û rojnamevaneke ji Sûriyê ye , di sala
1951 li bajarê Himsê ji dayik bûye , li zankoya Þamê kolîja
Edebî beþê zimanê Erebî xwendina xwe eda kiriye , di nîvê
diwem de ji salên heftêyan ji çerxê çûyî peþdarî di weþandina
belavokeke bi rengê edebî kir di gel çend xortên rewþenbîr
li zankoya Þamê , ji bin serê vê belavokê ji rex hêzên
desthilatdar /Elmuxaberat / di sala 1978 ê de
hate
girtin ji ber wê girtinê ew belavok
giha hejmara 9ê û rawestiya .
Piþtî
rev û veþartina li dirêjahiya çar salan , di 31/03/1987 ê de
cara dawîn hate girtin , girtina vê carê ji ber endametiya wî
di partiya / Karên Komonîst / de bû
, piþtî þeþ salan ji girtina wî ji nû ew birin
dadgeha bala ya Emnê Dewletê li Þamê /
dadgeheke
ewarteye / vê
dadgehê 15 salên zindankirinê danê di gel karên giran
û bêparbûna wê ji mafên medenî û polotîkî ; hingê gelek
bizav û xebatên navnetewî yên berfireh doza azadiya wî kirin
, bi sedan rewþenbîr û hunermendên cîhanî û gelek
siyasetmedar û mafperweran peþdarî di vê dozê de kirin di gel
çend rêxistinan wek : komîteya Berxwedana dijî zilm û zorê
ya cîhanî ,
rêxistina rojnamevanên bê tixub , rêxistina PEN a navnetewî
û rêxistina lêborîna navnetewî ..., di gel van bang û
dozên giran jî
hêzên desthilatdar xwe kerroke kirin ta çarde salên wî
derbasbûn di navbera þaxên Emin , zindana Tedmur- ku li çoleke
beyabanîye - û zindana Sîdnaya ya leþkerî .
1-Di
sala 1998 ê de , xelata Hilman Hamt wergirt
2-
Di sala 1999 ê de , xelata rêxistina PEN a navnetew wergirit .
Wergirtina
wî ji van xelatan re ji bo wê pirtûka ku di zindanê de nivîsandibû
û da revandin ya bi navê ( Kevokeke bask vekirî )
, piþtî belavbûna vê dîwanê , hat wergerandin gelek
zimanên din .
Piþtî
ji zindanê derket peþdarî di gelek festîvalên helbestî de
kir wek : festîvala Cereþ
li Urdun / 2001 / ê , festîvala Dinya li Rotirdam / 2002/
ê , festîvala roja helbesta Holendî li Emstirdam / 2002/ , festîvala
miþextîyê li Emstirdam /2003/ ê , festîvala entoyrb li Beljîka
/2004 /ê , festîvala Lodîv li Fransa /2004/ ê
di gel peþdarbûna wî di kongerê
pêncê de ya PEN a navnetew ,
gelek þevbuhêrk û simîner li van bajaran
li darxist : Þam , Beyrût , Emman , Berlîn , Kolonya ,
Parîs , Dîgon , Jinêv , London , Stukholm û Berþelona ; di
sala 2001 ê de ji rex dezgeya
Haynriþ Pol vexwendî Almanya bû û heþt heyvan di mêvandariya
wan de ma , di 24/09/2003 ê ji rex dezgeya
Helbestvanên ji hemû miletan vexwendî Holenda bû û
salekê di mêvandariya wan de ma .
Pirtûkên
wî yên belavbkirî evin :
1-
Tû ne bi tena xwe ye / weþanxana Dar Elheqaiq – Beyrût / 1979
2-
Semayek nû di hola dil de / weþanxana Elufuq – Beyrût / 1981
3-
Kevoke bask vekirî / weþanxana Muxtarat – Beyrût / 1997
4-
Awazên Asyewî / weþanxana Horan – Þam / 2001
Û
gelek pirtûk û destxetên helbest û bexþanan ku di zindanê de
nivîsandibû ji çapkirinê re amade ne , bi helkeftina
wergirtina wî ji xelata ( Peyva Azad ) ya vê salê me ev hevpeyvîn
pê kir :
1-
Ferec Beyreqdar ! dixwazim destpêka me ji qonaxa zarokatiyê ta
dema tu ji zindanê azad bû , ew kêlîkên pêþîn tu bi xwe
hisiya ku tê bibe helbestvan ji çi dest pêkir , gelo ... ji
rodanekê taybet an ji xewnekê an
serboriyekê cîwazî
?
*
Di qonaxa seretayî de mamosteyê min
neqþên ku min çêdikir , dibir pêþ þagirt û mamostayên
sinfên din dikir , wî mamostayî xwe gelekî paybilind dikir ji
zîrekbûn û sivkaya ezberkirin û xwendina
min ji helbestan re , bi rastî di wê demê de , min bi
hezaran malik ji helbestên Erebî yên kilasik ezberkiribû bê
ku tiþtekî ji naverok û wata wan malikan têgihiþt bibim , tiþta
ku min bi rex xwe ve dikiþand ew ritmû awaza di wan malikan
de
bû , di destpêkê de birayê min yê mezin piþtgêriya min li
ser hunera þêwekariyê ( resim ) ê kir , firçe û rengên avî
ji min re kirîn , hingê min hest dikir ku ezê bibim hunermendekî
þêwekariyê
lê piþtî kertona diwem birayê min nema karîbû rengan
ji min re bikire û ji ber ku hunera þêwekariyê
û helbest nêzîkî hevin û ji hev xuyane
, deng sawêrên van celebên hunerî nêzîkî hevin ,
weha bi hesanî ez nêzîkî peravên helbestê bûm .
Di
sinfê þeþê de û di bin zora matþeke helbestî de bi dostekî
min re , ez mecbûrbûm malikek helbestî binivîsim
vî hevalî ez mecbûr krim ku bi tîpa /R/ dest bi hûandinê
bikim , lê hevalê min ji mni biserketîtir bû , ji ber
ezberkirina wî ji malikên ku bi tîpa /R/ ê destpê dikir û
serketina min di tîpa /N/ ê de bû hingê min malikek hûnand ku
bi tîpa /N/ ê destpê dike û bi tîpa /R/ ê digihe serî , lê
malikên ku haevalê min bi wan berberiya min dikir li ser min nû
bûn hêj min nedîtibûn , piþtî wê matþê em her du li gunehên
xwe mukir hatin di wê demê de me nivîsandin û helbest ji xwe
re dikir lîsk
; ta rojekê ez di qonaxa navincî de bûm
min helbesteke xwe da mamosteyê zimanê Erebî bi hêviya
ku piþtgêriya min bike an þîretekê li min bike , bû roja din
ez li pêþ þagirtan derxistim li kêlekekê rawestandim û ji
wan re got :
-
Doh vî hevalê we helbestek da min û dibêje min nivîsandiye ,
di hizra wî de ku ez xwediyê helbestê nasnakim yan wê karibe
tinaziyên xwe bi min bike , di vê rewþê de gelo ...! em navê
wî bikin dizek an derewîn ? .
Hingê
ez gelekî giriyam lê bi hêsrên sar û þûþtî re ..
baweriyek kûr bi min re çêbû ku ezê bibim helbestvan .
2-
Ta niha tu helbesta bi awaz
pîvan dinîvîsîne , tu çawa li helbesta nûjen û
pirsgirêka nûjeniyê mêze dike
? gelo zindanê nehiþt ku tu bide pey pirsgirêkên pêþketina
helbesta Erebî ya nûjen ?
*
Di baweriya min de nûjenî têgihiþtineke kême li ser
afirandinê
û hem jî têgihiþtinên piþtî nûjeniyê , ev têgihiþtin li
serboriyên ku li hin dever û þaristanyan qewimî bûn mêze
dike , lê afirandin her û her ji niþkaveye , her û her nûbûne
di her çax û demê de dibe û nûjenya wê xwe vedigerîne
, weha ne nûjenî , ne piþtî nûjeniyê û ne piþtî ..piþtî
nûjeniyê nikarin afirandinê noq bikin ; dema min helbesta pexþan
nivîsand qet min hesab ji
helbestê
re nekir ,
ponijandinên di zindanê de
min gihandin baweriyekê encama wê
ku yê helbestvan pêwîste bimîne helbestvan û ne xeme
bi çi þêweyî an bi çi rengî helbesta xwe binivîsîne
, ez dihisim ku helbest berî her tiþtî xwîne û di derûna min
de diherike
û tiþtê li ser min ku
bi bilindtirîn nirx û emanet - hem ji min re û hem ji
helbestê re - wê valikm ser pel .
Di
baweriya min de helbest bi xwe rêka soz û hatina xwe datîne ,
tiþtên li ser me ku em xêrhatin û jêrdestiyê
jê re bikin bê ku rêka pêþniyaran ji ber me bigre an sînoran
li dor azadiya me deyne
, ka were em di livandina
qamçiyan de biponijin dema
þirqîna wan bi ba re dipijiqe ser laþên girtîgehan û
wan ji hev tîne xwarê , hingê bêhinberdana wan
qamçiyan tevlî hawarên þikestî , nalînên bi dizî û
bêhinkiþandina
xwînlî dibe , tu bi xwedêke di rewþekê wisa de emê çi
rece û tekan ji helbestê bikin heger bi awaz û pîvan be an pexþane
be?
Belkî
zindanê li dirêjahiya salên dirêj bi piranî dest danî ser
azadiya min
û ji berdewamî û serwextiya
pêþketina helbestê û tiþtên din ez bê par hiþtibim
, lê belkî ji aliyekî din ve rê dabe min an piþtgirtinek dabe
min ku azadiyekê di hundurê xwe de ava bikim , bê
ku bazarê
li ser xwîna helbestê an hêsrên bexþanê bike .
Her
þeþ salên pêþîn ji girtina min bê serdan , bê rojname ,
pel , pênûs radyo û ta bê asman
derbas bûn , lê di salên paþ de hinekî rê vebû ku
serwextî nerîna rewþenbîriya Erebî bibim û hewl bidim xwe
birînên ku di giyan û bîrdankê de vebûne ji nû ve çêkim
û derman bikim ,
ji bilî wan deverên þewitî ku vegera wan wek berê tiþtekî
dewrebariye be .
3-
Helbestên ku te di zindanê de dinivîsandin tev te ezber dikirin
, ta carekê derfetek çêbû , pel û pênûs dane we ji bo lazimîyên
xwe ji dermanan li ser binivîsînin , lê ji dêvla dermanan te
helbest li ser wan pelan nivîsand , gelo ! tu ji bîrdanka xwe bi
tirs bû ku xiyanetê bi te re bike ?
*
Belê ... di rewþa zindana Tedmur de ku li çoleke beyabanîye ,
jiyanê dûwa reþbînî û jibîrkirinê li moxilê dikir , belê
...ji bo min pirsgirêk ji wilo kûrtir bû
tirsa min ew bû ku jiyan bi xwe xiyanetê bi min re bike
ne bi tenê bîrdank , bi tenê helbest baskê me bû ku raz ,
xewn û wêraniyên me derxîne derve .
4-
Tu tiþt mafê
girtiyên di zindanê de nîne ji laþê wî pêve ... û
te li ser zindanê wek cih nivîsandibû , gelo te hizra nivîsandina
li ser laþ dikir wek hebûna
doza guherînên bayolojî ,mirovî û spehîbûnê ?
*
Belê ... min li ser laþê xwe nivîsand û min sehkir bê çendî
bi min re dost û wefadar bû , di zindanê de min nas kir ku
taybetiyeke laþê min heye ku
bi gelek dêmên renge...reng bû ,
dihisiyam ku laþê min û hespê Enter bi piranî mîna
hevbûn , gelek caran dilê min bi vî laþî diþewitî û min lêborîn
jê dixwest û bi taybetî di wan lêgerînên nasandin de yên dîn
û har û bi taybetî dema li axîn û nalîna wî guhdar dibûm ,
yazde heyvan vî laþê ez parastim – di lêgerînên nasandinê
de –
her deverên wî ji êþa dikirin kazkaz lê bi bext û
wijdan
wî ez ne xapandim , xuyaye laþê me tiþtên bi deyax
kirin
ku Hespên resen û esîl jî nikarîbûn bikin .
5-
Tu têkilî di navbera laþ û bîrdankê de heye ? û gelo hevdû
diparêzin ?
*
Dema ku laþ bê guhertin û bibe kavil , bîrdank rûdine û li
ser digrî û yên derûdora xwe digrîne , laþ jî wisa dike
dema li hejandina bîrdankê mêze dike , xwe ji sawêrên çûyî
re ditewîne ji bo wê ji pencên dema îro biparêze , bîrdank
keçeke wefadare ji laþ re û laþ baveke bi
dilsozê dagirtîye .
6-
Serboriya te bi reng , tam , bîn û dengan re di hindirê zindanê
de û ji dervî wê çawa bû ?
*
Di zindanê de
ji bilî rengê dûwê /xulî / tu kare bibe dost û hevalê
her rengî ta bi rengê xwîna herikî , rengê dûwê kerr , kor
û lale ... taqeta wê li ser hêrandin û tunebûnê heye , tama
vî rengî kare derbasî nav xwarina ku em di xewnan de dibînin
bibe ,
belkî ev taybetiyeke mine çiko piraniya diranên min þikestibûn
û tiþt li ser zimanê min bê tam bûn
hingê min xwest tamê bi þêweyekî din nas bikim bi rêka
hestên din din re , lê ji rex hilm û bînan ve
bîrdanka min dagirtiye
ji bîna gulên cûrî , yasmîn û nanê þewitî ku diya
min di tenûrê de jibîrdikir dema bi karekî din ve mijûl dibû
, deng diman tevgerînek ji kambaxî û hawarên reþ û bîrîndar
re di gel dengê her dû sitranbêjan Feyrûz û Macîda Elromî
û dengê firandina baskan û bêdengiya kerroke û tiþtên mîna
huseyniyata û lavijên ewran û dengê azana ji dûr ve.
7-
Li dirêjahiya salên dirêj tu di zindanê de ma , ta ew zindan
ji te re bû wek makeke ji germbûn û emanê re , di wî cihê
teng de tu çawa di demê de diponijî ?
*
Di destpêkê de mijara demê bala min ne dikiþand , wek ji min
re diyar bû min her tiþt serrast kirbû min xwe amade kiribû ji
tiþtekî ku ji Odêse mezintir bû , girîngtirîn tiþt ji min
re di pileya pêþîn de ku lêgerînên lêdan û askinceyên
rojane bi dawî bibe û bi lez em vegerin zindanê , bi rastî
hesteke
bi emanê di hindirê zindanê de bi min re çêdibû ,
pesnê min jê re di cihê xwe de bû ku mîna makekê bû û ez
matmayî mam ji wan kesên ku li ser hiþkî û tariya zindanê
wek cih dinivîsin , lê piþtî wê qonaxê û dema sal dibin tirênek
dûdirêj
ji fîkandinê diweste
û ji rawestgehan bê hêvî dib , bê goman emê ji rexekî
din ve hewl bidin wek tiþtekî mîna jibîrkirinê .
Di
zindanê de dem sar û cemidî derbas dibe
û ya jê kambaxtir ku demeke hindike û bi wê hindikbûnê
re dirêj û bi piraniya xwe
wate- lewitîye .
8-
Helbesta ( Gireva birçîbûnê ),
berî an piþtî wê çalakiyê te nivîsand , heger tu
bixwaze ji nû ve binivîsîne gelo ! wê cîwazî hebe ?
*
Di roja þeþê de ji girevê , li bejnên me yên dawî haj bûm
ez hisiyam ku darên ademî pêxemberiya xwe agahdar dikin û bi
wan bejnan re diherikin , hingê helbest diçirise , berî vê çalakiyê
belkî min nikarîbû ez binîvîsînim û ez goman dikim heger
min piþtî wê hatiba nivîsandin bê þik wê cîwazî heba û
belkî
bi yek carê ne hatiba nivîsandin .
9-
Dîwana te ya bi navê ( Kevokeke bask vekirî ) belavbû û hêj
tu di zindanê de bû , ev dîwan hat wergerandin ji bo gelek
zimanên din û gelek xelat wergirt û
belkî vê dîwanê alîkariya te kir ku tu ji zindanê aza
bibe bi raya te helbest desthilata xwe ji ku tîne ?
*
Ez xweþ zanim ku bi karanîna te ji peyva ( desthilat ) ê re ,
ne bi wê wata ku diktaroên me yên brez lewitandine , di gel vê
yekê jî min dixwest ku pirs wisa ba :
-
Helbest vî destê sipî ji ku tîne ?
ji
ber ku desthilat ji helbestê re nîne û hem jî helbest ji
desthilatê re nîne , belê .. di gel her tiþtê ku civaka
mirovan dît ji guherînan û têkçûnên rêxistinên sinc
de ji bin serê berjewendiyên xwediyên çarþî û
berzkirin û teknolojya , ji ber sedemên wisa piraniya xelkê hêj
tî û heyranê kaniyên zelalin mîna helbest , wênekarî û mozîkê
û nirxekî taybet didin dergevanê van kaniyan û bi vê yekê
karin piþtgêrî û parastina
wan bikin , ez þadûmanim ku hêj destê sipî ji
afirandinê re heye û wê hebe bê ku xerabîyê li ser piraniya
zarokên Adem bike û ta bi zarokên xwînê jî .
10-
Ta niha helbestvan û rewþenbîrên Ereb têne zindankirin bi
sedema helbestekê an gotarekê , têkiliyên rewþenbîran bi
desthilatên welatên Erebî re tu çawa dibîne ?
*
Giyan , wijdan , sinc û hizrek rewþenbîr heye ; hizir bi tena
xwe tu erêniyê nade xwediyê xwe , ku hizir xwe hinekî bi giyan
ne parêze wê bibe setemkar û rêwindakir
, ji ber vê yekê ez li ber xwe didim ku nebim koleyê
hizrê , wisa ez dibînim ku têkiliyên rewþenbîrê rast
bi desthilatê re li welatê me mîna têkiliya tahirbûnê bi
lewitandinê re , yan spehîbûnê bi botikbûnê
re
yan azadî bi zordariyê re yan wijdan bi lanetê re .
setemkarî
xwe li tu cihî nabîne ji bilî yasa hêzê pîve
û rewþenbîrên welatê me xwe li tu cihî nabînin ji
bilî hêza yasê , wek pêngaveke pêwîst bi rex hêzeke ku bêhtirîn
dadî, spehî û azad be , mebesta min ji hêza wijdan
ewe tiþtên hrî layiq di þaneþîna
mirovantiya wê ya herikî de ye , lê ji ber ku hîn
mijar li ser peravên dinin , tu rêk li ber yê rewþenbîr namîne
ji bilî riya berdewamiya tal û zilindar , ew rêka ku berî wî
Sîzêf û pêxember Îsa bi
mêranî derbas kirin .
Þîhîn
Rabin
û bigrîn
Ne
ji þîhîna
Li
ser cendekekî
Ji
pêmayên
Xwedanekî
dûr ,
Erê
... ne ji þîhîna
Li
ser teyrekî
Peyav
giran ...,
Ne
min bibin û
Ne
min bi tenê bihêlin ...
Belkî
wêraniyeke
Bê
ziman wê bibe
Hevalê
min ,
Belkî
bi kêmanî
Hûn
gûmana mirina min
Lav
û tika dikin ...,
Laþê
min
Zindana
mine û
Helbest
Azadiya
ji niþkave ye
...
...
Min
got :
Evin
dîtin û herikandina min
Bawer
dikin ...
Ku
çem
Bê
þert û merç
Xwe
na zîvirîne ,
Belê
...ez
Û
dema ku jinek
Dawiya
þevê
Bi
ser min ve dibare ...
Ez
destê xwe
Li
ber dengê wê
Jibîr
dikim ...
Lê
ew dimeþe
Û
bend û lelan
Ji
min re dihêle
Ji
bo tiþtekî dawî
Binîvîsînim
...
Gelo...!
ma dawî heye ?
Ji
bilî bizava
Teyrên
rawestyayî
Li
bareþî asoyan ...
...
...
Ax
Dayê ...!
Ax
Xuþkê ...!
Ax
Yarê ...!
Ku
xwedê wêneyê xwe
Di
hembêzkirina me de
Bidîta
,
Hingê
wê xuya biba ,
Lê
ew tiþtekî nabîne
Ji
bilî deriyên girtî bi kilît û lelan ...
Û
asman xwe
Di
bin solên le þkeran de
Ditewîne
;
Ne
asmnê
Ku
textê wê ji xwînê û
Yasa
wê ji
Esîdê
bû ...
Zindana
Tedmur /1992
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org