Hulmek ji bîna bihara Seydayê Cegerxwîn di navbera evîn û azadiyê de
 (Diyarî ji 100-saliya Seydayê Cegerxwîn re)


Bêwar Îbrahîm

Li ber bayê pîrbûna roj û salên bihurî, dîmenên jiyanê bi dîwarên bîrdankên ciwaniyê ve hatin daliqandin, yek ji wan dîmenan jiyana helbestvanê fedakar Seydayê Cegerxwîn e, yê ku her tiþt fedayî rêka azadî û aþtiyê kir; roj, meh û sal dimirin lê daholên nejibîriyê di her gav û kêlîkê de di guhên me de dikin dim dim, þîniyên reþ, bobelatên bi xwîn, xweziyên beravêtî û hêviyên kuþtî ... di hola jiyana me de þiyar dikin; dengê Seydayê Cegerxwîn daholeke di guhê her kurdperwerekî dilsoz û zimanhez de dike dim dim; dîlana bûk û zavayên mîna Cîm û Gulperî, Þepal û Stêr, Salar û Medya .. di hola yadiyên jibîrbûyî de têne gerandin .

Di nav her miletî de dengê azadiyê bi qêrîna pênûsan bilind dibe, li nav gelê Kurd qêrîna pênûsa Seydayê Cegerxwîn jî bû dengekî  bilind ji azdiyê re; ew jî bi deyax û berxwedana wî çi di warê polîtîkî de çi di warê rewþenbîrî de, azadî serkêþê xewn û hêviyên wî bû, welat derdê wî yê pêþî û dawî bû.

Ji mêj ve þevên me bêriya þevbuhêrkên vejandina dîmenên jibîrbûyî kiribûn, ji mêj ve dixwest xetîrên vemirandî vêkevin û hêviyên kelogirî bigirnijin; îsal rewþenbîrên Kurd li her çar aliyên dinyayê çalakî û bizavên xwe li bin dara Seydayê Cegerxwîn li dardixînin û ev sal kirine sala Cegerxwîn, ev pêngav bêguman cihê þanazî û serbilindiyê ye, vî Seydayê ku bi helbestên xwe em serxewþ kirine û hiþtiye ku yê meyger þeraba xwe li her xwendevanî bigerîne dema dibêje:

 
Meyger tu were em qedehek mey bifirînin
Serxoþî bibin em kul û derdan birevînin
......
Mestane bibin em ji xeyalên xwe xeber din
Da kul di dilê kuþtiyên Goran de nemînin
.….
Xêzên me nivîsîne, bi xwe ayetên Kurd in
Dê piþtî me re ew di civatan de bixwînin
.....

 
Bê guman Seydayê Cegerxwîn ne hewcedarî nirxandinê ye, çiko wî jiyana xwe di ber azadiya gelê xwe û parastina zimanê xwe de mizaxtibû ...û hêja ye, ku Mîr Celadet Alî Bedir-Xan di pêþgotina dîwana 1ê de wiha nivîsandiye: “ Seyda þûrê xwe ji kalên kiþandi bû, bera  pût û latên Itiqadên batil xurafeyan dida; þerê neyarê hundir, li kurmên darê, li kurmên ko dar dixwarin digeriya; ew kurmên ko Seydayê Xanî berî sê sed salî pêþ me kirine ...”; þûrê Seyda jî pênûsa wî bû, dixwest bi wî þûrî azadiyê di kembera mêran de biparêze û evînê di piyalên evîndarên bê guneh de serxweþ bike, þev jê re bûbûn þaneþînên evînê, kenê evîndaran mûm û þemalên wan þevan bûn, ew bi xwe evîndarekî mest û serxweþ bû, nikarîbû dûrî baxê evînê bijiya, dixwest ku evîna azadiyê û azadiya evînê bike bihareke zindî, yan kevokên sipî, yan berbangên mizgîniyan; û li nav gelê Kurd belav bike, evîn jê re helbesteke nazik bû, li ber deriyê yarê danî û meþiya, lê wê helbestê ji her yarekê re, ku li piþt derî dimîne bendewar, got û dibêje :

 
                        Ebro þevê
                                    Þêrîn devê
                                               Lêv hinguvê
                                                                Xanim !
                        Ez nexweþ im
                                    Ne serxweþ im
                                               Derî veke
                                                                Canim
                        Bi wî serî
                                    Ji ber derî
                                               Maçek nedî
                                                                Narim
                        Ji awirên
                                    Çavên belek
                                               Zanî birîn-
                                                                Darim !
 

Wî li ber bîna evîn û azadiyê xewn û xeyalên xwe kirin kulîlkên xunavgirtî, azadî jêre esmanekî bê stûn bû û erdekî bê binî bû, bi mêraniya xwe di bin darê zor, lêdan û îþkencê de, di nav pencên zîndan, perîþanî û aloziyê de hawar kir û got : “Kurdê Kurdistan, tev þoreþ û volkan .. “, wî di nav 40 milyon Kurd de, volkan peqandin û çiya hejandin, bi dengê xwe her çar kenarên Kurdistanê kirin yek, kirasê salên wêraniyê çirand, ew sal ji nû ve hatin lêkirin, hêvî di nav duwa sar û cemidî de  geþbûn, giyanên birîndar di nav parsiwên þikestî de hatin dermankirin .

Li ber bîna helbestên wî nasnama Kurdî bû sirûdeke jîndar; li ser lêvên doh, îro û sibe, bû kaniyek av li ber karwanekî tî, bû þeqameke germ li ser dêmê dîrokê ...
     
Di sed-saliya bûyîna vî Seydayê welatperwer û zimanhez de bi tenê hêviyeke me heye, ku ziman bizava me ya pêþî û dawî be, heger ziman bê piþaftin, wê bi hesanî navê gelê Kurd ji jiyanê bê hilanîn, li vir ez nikarim ti gotinan piþtî gotinên Seydayê Cegexwîn bibêjim û hêja ye, ku bi serbilindî em dengê xwe tev li dengê wî bikin, hawar bikin û bêjin :

Ma ne hêja ye, em herdem ba kin
      Ax û xewliyê bi ser xwe da kin
            Yan bibne dewlet, yan bêne kuþtin,
                  Yan dilxweþ bimrin, yan dil bi matem
 
 
Dermanê Me ye xwendin û zanîn,
      Xortên xwendevan, tev bûn Cegerxwîn
            Her bijîn, bijîn xortên nûhatî
                  Her bijî, bijî Kurdistan herdem