|
Ji
hev tênegihîþtin Bêwar Brahîm
Jiyan pêvajo ye, bêguman di vê pêvajoyê
de mirov di gelek hevraz û çîmenan de pêrgî gelek ji hev têgihiþtinan
dibe; pêrgî terpilandin û kulibandinan dibe û pêrgî serketinan jî
dibe. Min ev core jiyan tev dîtine û gelek serboriyên wê, kêm-zêde
zilindar yan þêrîn derbaskirine. Mijara min û kekê
hêja Eskerê Boyîk jî wisa ye. Nehevtêgihiþtina wî ji peyama ku min bi
rêya gotara xwe:(
Serê jinê
di navbera kêrên mêrên tawankar û pênûsên mêrên nivîskar de?!) jê
re þiyand. Di destpêkê de, dixwazim bêjim
ku cihê kekê Eskerê Boyîk di dilê Kurdistana Rojava de cihekî taybet
e; li kêleka malbata Celîlîyan, Tosinê Reþîd û tev rewþenbîrên
Kurd yên Êzdî ku serdana vî beþî kirin. Hê þopa karwanê wan di
sikak û kolanên gund û bajarên vî beþê Kurdistanê de, nebuhujîye.
Ew þopa ku bi saya hatina wan, gelek keç û xortên Kurd dane ser wê û
bi rewþenbîriya Kurdî mijul bûn. Ji ber rêzgirtina min, ji kar û
xebata pêvajoyeka bêhempa re, ez naçar dibim, ku çend xalan ji kekê
Eskerê Boyîk re þirove bikim û vê ji hev tênegihiþtinê ji holê
rakim. Diyare ku ew û hevalê wî yê ku telefon jê re vekir; qet ji
merema min tênegihane? Yan jî dibe ku min baþ merema xwe negihandibe? Êdî
dipirse: (Serê kê li nav þerê kê?). Mamoste Eskerê
Boyîk, min gotara xwe ya bi navê (Serê
jinê di navbera kêrên mêrên tawankar û pênûsên mêrên nivîskar
de?!) di
roja 15.05.2008 an de di malpera Avestakurd de belav kir. Min ew gotar nivîsand
ji ber ku pêwîstbû ez binîvîsim, min beþdarî di dosyayeke taybet de
li ser kujtina jinan li Kurdistanê kir, bi mehna þûþtina namûs û þerefê.
Kekê Ezîz Xemcivîn ew dosiye amade kiribû, bê ku kesek vî karê
giranbuha jê bixwaze û ev yek bêguman cihê þanaziyê ye. Dema min got:(
Serê jinê di navbera kêrên mêrên tawankar û pênûsên mêrên nivîskar
de?!) ji ber yên jinan dikujin mêrin û yên ku di ber wan de kar û xebatê
dikin û hewl didin zagona kujtina jinan ji nav gelê Kurd, netenê winda
bikin, lê vê zagonê bikujin û bingor bikin piraniya wan jî tev mêrin.
Weke kekê Ezîz Xemcivîn, ku barê dosya li ser kujtina jinan hilgirt ser
milê xwe û bi tundî li rûyê kujerên jinan rawestiya, mebesta min ji
edrêsê ew bû: Ka em jin li ku mane? Çima deng ji me biliyaye? Çima em
jin, xwe bi xwe neparêzin û di ber xwe de tênakoþin?
Deng hene û bilind in, lê dilopek nabe çemekî herikî? Pêwîste bi sed
hezaran dilop hebin ku ev çem biherikin. Hevalê
Te, yê ku telefon ji Te re vekir, bi nemafdarî ew gotin derbarî min got:(
ku pîrekeke
serpêçayî wisan berk cawa te daye, giva serê jînê di navbera kêrên mêrên
tawankar û pênûsên mêrên nivîskar da….“ û
tenê navê te daye…). Li
ser çi bingehê, ez ê bêmaf û bêsûc berikan berdim sînga Te??? Wek
e Te kerim kir, Tu min nasnakî, tenê bi þerpeya min Tu min nas dikî?! Lê
ez pênûsa Te dixwînim, hê ez zarok bûm navê Te û navê Celîlîyên hêja
û navê gelek rewþenbîrên Kurdên Êzdî yên Ermenistanê, di bîrdanka
min de bi ronî ne. Dema ku ew bûyera kujtina Duayê çêbû, min jî li
ser nivîsand, hem bi Kurdî hem jî bi Erebî. Lê ez qet nêzîkî Olê
nebûm. Em tev zanin ku kujtina jinan, ji nav Ereban derketiye ne ji nav
Kurdan. Em tev zanin ku ev kultûr ne ji dîroka gelê kurd e, em tev zanin
ku Kurd weke piraniya miletan di bin þûrê zorê de bûne misilman. Lê
mixabin, di wê bûyerê de gelek kesan di ava girik de nêçîra xwe kirin
û rastexwe berê xwe dan Ola Êzdiyan. Sed hezar car mixabin, ta bi girîyê
xwîna Þingala bêsûc û þehîd jî, kela dilê wan hênik nekir? Sed
hezar car mixabin ku canê 500 þehîd jî têra wan nekir?. Kekê
Eskerê Boyîk, ji ber gotara Te akama xwe li ser min hiþtibû, bi nêta xêrê
min berê bersiva xwe da Te. Ew êþa ku di dilê Te de dikir axîn û nalîn,
li dilê min jî rawestiya, hingê min ji xwe pirsî: Ev
çi bahoza xezebê ye dîsa li me kurdan rabûye? Fermanên ku hatine serê
wan, miþextî û xweveþartin, rev û kujtin? Îro dijmin dîsa lîstik û
fêlbaziyên xwe dide pêþ û pilanên xwe di warekî piraktîk de pêktînin.
Bi rastî, ez di wê demê de seyr dimam bê çima mijara kujtina Dua wisa
bi çavgirtinekê berûvajî bû? Çima
wisa ji çarçoveya kujtina jinan derxistin û xistin çarçoveya dijberiya
olan û silogana herî gewre ew bû( Xwîna Êzdiyan ji mislmanan re
helale). Hingê ez têgiham ku Þingal jî xetek ji xetên sor e, di nexþe
û pilanên Erebên ku nizanin ti karî bikin ji bilî þofînêlîzmê. Çendî
maskên aþtî û biratiyê datînin, þofînieyt û setemkarî her di xwîna
wan de ye. Mamoste
Eskerê Boyîk, dema min berê van gotinan di gotara xwe de taybet da Te:(Dixwazim
wek bersivekê bidim kekê Eskerê Boyîk. Ku di salekê de kujtina 276 jinên
Kurd nexweþiya tevahiya civakê ye. Ji bîra min neçûye ku we gotiye
kujtina Duayê bûye bela serê Êzdiyan. Ew tewankarî bela serê
tevahiya civakê ye, ne tenê bela serê Êzdiyan e. Ku em coreyên wisa ji
tewankariyê ji hev biçirînin êdî wê qurbaniyên me jinan bibin sê qat
û çar qat). Min qet ew hizir
nedikir ku wê berûvajî were têgihiþtin, ji ber mebesta min qet ne ew bû,
ku ez ji navê Te kêm bikim. Tenê mebesta min ew bû ku hevnêzîkbûnekê
peydabikim û li ber dilê Te û xwediyên
wan pênûsên xortên Êzdî bidim, ku ji ber mijara Duayê gelekî birîndar
bûn, ev mijar ji çarçoveya kujtina jinan derket û rêyek nebedî, stirîgirtî
girt. Mebesta min ew bû ku ez ji Te / we re bêjim ku tiliyên destan tev
ne weke hevin, xwe tengawe mekin, roj kefîlin ku tav ji piþt
ewran derkeve. Bersivên
min li ser çend pirsên Te: 1-
Tu min nasnakî? Ez keçeke gundî me, mijûlbûna min kurdayetî ye û nivîsîna
bi zimanê kurdî ye, merema min gotina rastiyê ye. Divêt mirov bi rêya wêneyan
xerîk nebe, ji ber nivîskar bi nivîsînên xwe tê naskirin, ne bi wêneyê
xwe? Ez hestê pênûsê, hizir û bîr û boçûnan pêþkþî xwendevanan
dikim, ne wêneyan. Dema ez van wêneyên serpêçayî bi nivîsînên xwe
re belav dikim, armanca min ewe ku ez xwendevanan nexim jiyaneke derewîn
de, ji bo ez diyar bikim, ez miroveke þaristan û
por vekirî me. Ez karim rojê sed wêneyên porvekirî belav bikim,
lê dema yek ji wan xwendevanan bibe mêvanê min û min serpêçayî bibîne,
êdî min çi derewa gewre afirand? Hîngê min pêþî derew li xwe û di
pey re li wê/wî xwendavanî kir? Ez dixwazim bi rastiya xwe, rastiya
jiyana ku têde dijîm bême naskirin. Ez naxwazim jiyaneke derew biafirînim,
tenê ji bo razîkirina xelkê, ku ji min re bêjin: Weleh ev keçeke
zor þaristanî ye!! Luk û stayla derew ku min bikin miroveke þaristane ez
qet li ser xwe napejirînim. Merema min ku Kurdistana mezin bibe komara
Aflatun - ji xwe ev xewne - Nivîsên min: Tu kare li wan vegerî, taybet ya
li ser Þingala birîndar. Min
dixwest pênûsa min bala Te bikiþîne ne pêçana serê min? Ku ew çîrokeke
taybetî ye, bi perewerdeya mala min ve girêdayî ye. Wek çawa
tu jî dizanî, ez xweþ zanim ku ev pêçan ne ji kultûra Kurdan e. Ya ku
ev adeta serpêçanê
di nav kurdan de daye rûniþtandin,
ne ez im, ev li ser me jinan hatiye ferzkirin, lê min soz daye dê û bavê
xwe, ku weke ew bixwazim ezê wisa bim. Tenê ji bo rê bidin min ez di nivîsandinê
de berdewam bim. Ez xweþ zanim ku diyardeya xwepêçanê, serçavgirtinê
û lixwekirina cibên reþ, ku vê paþiyê li nav jinên Kurdan belav bûye;
diyardeyeke ne saxleme. Min
gelek xal û not li ba xwe civandine. Lê ji ber, ez ji soza bi dê û bavê
xwe re hên rizgar nebûme, ez naxwazim di mijarekê de binivîsim ku xelk
ji min re bêjin:(Gîsin di çavê Te de ye, Tu ji xelkê re dibêjî þûjin
di çavê we de ye). 2-
Li jor min ragihand ku min gotara Te ya bi navê(Keça
Êzdî bûye
bela
serê Êzdiyan)
xwend û di bin bandor û akama wê de min berê bersiva xwe da Te, min
xwest ez ji Te re bêjim, ku ev bobelat bela serê tevahiya gelê Kurd yê
welatperwer bû û pêwîste tevahiya gelê Kurd, ne tenê Êzdî, yek dil
bin û yek dest bin, ku tola xwe hilînin, tola Erebkirina Þingalê û bidûrxistina
madeya 140ê û pilana ku gelacî û fitneyeke gewre bixin nav gelê Kurd di
bin perde û kewalîsên Olê de,
tola xwe ji xwesteka Erebên þofînî hilînin, ku dixwazin agirê li nav
Sinî û Þîîyên Ereb vemrînin û agirekî mezintir û gurtir li nav gelê
Kurd vêxînin. Ne
ji ber dijberiya min ji Êzdayetiyê re, ji xwe ev ne ji sinc pirensîpên
minin, ku ez dijberiya ti Olê bikim. Te bangek belavkir û min bi niyeta piþtgiriya
vê banga Te, ew peyam bi rêya gotara xwe ji Te re þiyand. Kekê
Ezîz Xemcivîn, elbomek wêne bi dosaya (Na ji kujitina jinan re)
amade kiribû. Ku Tu
li wê elboma wêneyên jinên ku taybet ji bo þûþtina namûs û þerefê
hatin kujitin vegerî; û li wan wêneyan temaþe bikî, Tê bibînî ku
piraniya wan bi nav û paþnavê xwe ne, û ez bawerim ku tenê Dua li nav
wan bêmiradan Êzdî ye, wekî din tev misilman in û ji xwe merem û
armanca min eve ku xwîna me ji hev neyê cudakirin û em nebêjin hûn Êzdî
û em mislman, ji ber ola gelê Kurd di pileya yekê de kurdayetiya wan e.
Heger pêþengî hebe, ji xwe ji we re ye, hûn xwediyê dîroka parastina
ziman û kultûra kurdî ne. 3-
Min rojekê di jiyana xwe ya nivîskariyê de, doza reþkirina dêmê ti
civatê nekiriye ji bilî reþkirina dêmê rêjîmên Tirk û Ecem û
Ereban pêve… Ez dîsa dibêjim Tu karî li tevahiya nivîsînên min
vegerî, destê xwe yê çepê deynî ser wêneyê serpêçayî û destê
xwe yê rastê bidî ber rûyê xwe, Tu bi hûrbînî û bihna fireh li wan
nivîsên ku min evda xwedê nivîsandine vegerî û bi kûrbînî bixwînî.
Piraniya wan di malpera PEN-a Kurd de parastî ne. Di pey re ji kerema xwe
ji min re bêje, bê min çi ziyan gihandiye civata Êzdiyan û min bi çi
teniya reþ dêmê vê civatê reþkiriye???
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org