|
Li nav
dilopên hêsrên mirinên nemir xwezîyên
avahîyê zelaltir dibin Bêwar
Brahîm
Bi
himberî ku mirin hevwindabûne , eynî vê mirinê hevcivandine , xwezîyên
windabûna bê dîtin , di hevcivandinê de diçirisin , dikin gazî : -
Em berdevkên Þêrgelên tevgera azadîxwaza Rojê ne , em pêmayên sirodên
niþteman-perwerên dozê ne , em vedenga dengê peyvên stûxwar in , em
delavin ji dilopên hêsrên zuha re .
Di
hevcivandinên li ber siha mirinê , civatên hevokan têne pînekirin ,
mirov hest dibe ku zelalî , bi þorahîya ava hêsir û rondikan zelaltir
dibe , belê dema hêsir li ser afraneran
be , wê zelalî hêj zelaltirîn bibe . Emê
hewl bidin bi dilopên hêsrên bêmiradiya xwe , hinek þivîlek di Çiyayên
asê de vekin , bi ronahîya hêsrên pêvajoya nifþên kevnar û dêrîn -
ku bê guman seydayê Keleþ mirovek ji wî nifþê zêrîn
bû - pêþerojên ku hê bi rê ve hatî ronî bikin . Ji
kevntirîn dem , Baþûrê-Rojavayê welêt , resentirîn bingehe ji rewþenbîriya
Kurdî re , mezintirîn û kurtirîn nimone , li ser rola vî beþê pîroz
di pêþvebirina ziman û çanda Kurdî de , ku Mîr Celadet Bedirxan , li
nav Gulgenimên zevîyên wê û li ber siha Lat û Zinarên wê , tîpên
latînî afirandiye û dengê ( Hawar
) a xwe bilind kirîye . Îro
nivîskar , helbestvan û rewþenbîrên Baþûrê-Rojava , bi ser bilindî
hebûna xwe bi hebûna tîpên latînî û bi hebûna ( Hawar ) ê diçesibînin
, lê pirsa ku birînê li þûna birînê vedide ewe , Mîr Celadet
Bedirxan û Hawara xwe resentirîn bingeh ji bo me danîn , gelo me çi avahî
li ser vê bingehê ta vê kêlîkê avakirin e ??? Seydayê
Keleþ û hevalên rêbaza xwe , derbarî kêþeya ziman û çanda Kurdî ,
bi ser bilindî bi rola xwe rabûn , di dema tirsê de , ku
avanî dihatin wêrankirin û kesekî newêrîbû navên Kurdî li
zaroyên xwe bikin , wan bi zaimanê Kurdî dinîvîsandin , vajî wê ku îro
avanîya peyva Kurdî diranên tirsê hildike , navekî Kurdî nemaye ku me
li zaroyên xwe nekirine , lê sed mixabin nivîsandina bi zimanê Kurdî ,
li nav pêngavên di cih de mayî de dîl maye , hewldanên gavavêtina li pêþ
, bi paþ ve dimeþe , sîstemên giramêr û rastnîvîsandinê ji hev tarûmar
dibin . Omîd
û hêvîyên ( Hawar ) ê ew bû , ku ronahîya tîrêjên pênûsên Baþûrê-Rojava
, biba tiryaq û jehra pênûsên ku ji nav damarên mejiyên fanatîk
dibare paqij kiriba , mîna
fanatîkiya mejîyê Ferhad Þaklî û hevhizr û bîr û bawerîyên wî . Lêêê
, sed mixabin , ku îro em di rewþenbîrîyekê de dijin , ku ji sinc û
pirensîpên rewþenbîrîyê pir dûre , gavên bê pîvan ber bi dîrokeke
raman rihin û temen kin davêjin , bi ser de jî em bi poz bilindî dibêjin
: -
Em nevîyên Mîr Celadet Bedirxan in , em zaroyên kovara ( Hawar ) ê ne ,
em gavan tavêjin bê ku em li pêþîya xwe mêze bikin . Di
bawerîya min de , ev mafekî rewa ye ji nifþê Seydayê Keleþ re , ku vê
navtêdanê bikin sembol û bi anîya pêvajoya xwe vekin , bi dilsozî
erkê netewperwerîya xwe pêk anîn , îgoîzimên xwe kirin gorîdan
ji kar û xebata xwe re , lê îro piranîya îgoîzmên li ser riya vê pêvajoya
pîroz , gul û kulîlkên kar û xebatê ji xwe re dikin gorîdan , bê
guman ewarteyên berz û bilind hene , lê avahî li ser bingehan ava dibin
ne li ser ewarteyan . Gelo
, me çi nûbûn darijandîye ser nûbûna destpêka pêvajoya ziman û çanda
Kurdî ? eger em piranîya nivîsînan rêdakt bikin , emê raserî sedên
þaþîyên biçûk û mezin bibin , ji xwe bêhnok , xal û pirsok
û …hwd em li hinda wan jî ranawestin
, belê malwêranîya mezin ewe ku em di nava van þaþîyan de noq
bibin û Gemya çareserkirinê þikestî be , pirsa dijwar ku cihê daxê be
ewe : -
Gelo , emê kengî rexneyên ji bo avakirinê ava bikin , û rexneyên wêranîyê
ji kok ve wêran bikin ? emê kengê rêbaza dû rû
û dû zimanîyê ji ji ser bedena Intelektul û Intelginisa xwe
rakin , û li þûna wê , rêbaza
wan nifþên muqedes ji nû ve bi çesibîn in ? Destpêka
nûbûnê , çareserkirina þaþiyan e , di her welatanên pêþketî de
de , qatên Intelektul û Intelginis , serekên gelên xwe ne , di
hizir û ramanê de , di bîr
û bawerîyê de , di huner û
afirandinê de . Wê
hêvî hebe , ku komcivandinên Intelektul û Intelginisa Kurdî li Baþûrê-Rojavayê
welêt , li ber siha mirinên
nemir , þivîlekek bi ronî be , ji destpêka nûbûnê re.
Li
nav pêlên mirinê , Stêrên geþ sermed dibin (
Seydayê Keleþ , ji giyanê Te re ) Pêngav
bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê , Qamiþlo
, xwezîyan dike gilî û gazî … Li
nav toza oxirên bê dawî , Di
gel rijandina stêran jî , Lê…,
ew Stêran ji asmanê xwe narijîne , Li
ber pêlên mirinê , Ew
stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê , Hefsarên
þînîyên hêsir gerim û Þivîlek
û dolikên rondik zuha …
Li
nav çiroskên pertew û ronahîya Mirinên
spehî … Diçirisin
û ronî didin . * * * Kat
bi kat … , di hembêza hêvîyan de , Qamiþlo
, reþbînîya mirinê geþbîn dike Mirinê
dixemilîne , xweþik û sbehî dike Li
nava rist û nîgarên dêrîn û kevnar , Li
ber bêhna avê û xakê … Rêkên
dûr û dirêj , Xwe
li pêþîya me û dijminan radixînin , Lê…
derdê me , ronahîya rêkên felat û azadîyê ye , Birînên
me , yên dev vekirî … dikin qêrîn û hawar , Xwezîyên
me yên pel çilmisî , Pel
bi pel … diweþin , Bi
tenê hêvîyek ronî hûr Ji
piþt asoyan diyar dibe , Ku
rêka milet ji xezeba qirkirinê paqij bike . * * * Dem
bi dem … , ji kezeba jiyanên bê mirad , ,Qamiþlo
, þînîyên bê war û hejar …
Dike
Gemî , di nav deryayên wefadr û sozdar de . Li
ber rûbarê ava destnimêja Þêx Maþûqê Xeznewî Kelkela
germa havînê , bû buhareke ne mir , Mirin
bû dilopa dawîn , di pênûsa Seydayê Keleþ de , Ew
dilop , bû daristaneke rengîn li kêleka vê buhara ne mir . Ew
dilop , bû stêreke ne vemir , di asmanê sermedîyê de . *
Bi navê navenda PEN a Kurd , bi helkeftina çil rojiya
koçkirina helbestvan seydayê Keleþ , em sersaxiyê ji malbat ,
dost û hevalên seydayê Keleþ re dixwazin , ji Yezdanê pak û dilovan hîwadarin
ku cihê wî buhiþta rengîn be . 27
-07 -2007 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org