Li nav pêlên mirinê, stêrên geþ sermed dibin

 

( Seydayê Keleþ, ji giyanê Te re )

 

Bêwar Brahîm

 

Pêngav bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê

Qamiþlo , xwezîyan dike gilî û gazî …

Li nav toza oxirên bê dawî

Di gel rijandina stêran jî

Lê ew Stêran ji asmanê xwe narijîne

Li ber pêlên mirinê

Ew stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê

Hefsarên þînîyên hêsir gerim û

 Þivîlek û dolikên rondik zuha …

Li nav çiroskên pertew û ronahîya

Mirinên sipehî …

Diçirisin û ronî didin

 

*     *      * 

 

Kat bi kat … , di hembêza hêvîyan de

Qamiþlo , reþbînîya mirinê geþbîn dike

Mirinê dixemilîne , xweþik û sipeh dike

Li nava rist û nîgarên dêrîn û kevnar

Li ber bêhna avê û xakê …

Rêkên dûr û dirêj

Xwe li pêþîya me û dijminan radixînin ?

Lê… derdê me , ronahîya rêkên felat û azadîyê ye

Birînên me , yên dev vekirî … dikin qêrîn û hawar

Xwezîyên me yên pel çilmisî

Pel bi pel … werya dibin

Bi tenê hêvîyek ronî hûr

Ji piþt asoyan diyar dibe

Ku rêka milet ji xezeba qirkirinê paqij bike

 

*      *       *

Dem bi dem … , ji kezeba jiyanên bê mirad

Qamiþlo ,þînîyên bê war û hejar …

Dike Gemî , di nav deryayên wefadr û sozdar de

Li ber rûbarê ava destnimêja þêx Maþûqê Xeznewî

Kelkela germa havînê , bû buhareke ne mir

Mirin bû dilopa dawîn , di pênûsa Seydayê Keleþ de û

Ew dilop , bû daristaneke rengîn li kêleka vê buhara ne mir

Ew dilop , bû stêreke ne vemir , di asmanê sermedîyê de

 

 

 

* Bi navê  Navenda PENa Kurd û bi navê nûnerîya navendê li Baþûrê-Rojavayê Kurdistanê , em sersaxîyê ji malbata Seydayê Keleþ re dixwazin , û ji hemû dost û hevalên wî re , ji Yezdanê dilovan lav û tika dikin , ku cihê wî buhþta rengîn be . 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org