Mamoste Rezo! Çiqasî jiyan bi te spehî bû

 

 

 

 

   

  

Bêwar Brahîm, bewar.brahim@yahoo.com

  

  
 
Mamoste, di deftera xatirxwestina te de, min ji te re gotibû ez ê vegerim û vaye ez vegeriyam. Nizanim ne rêkeftin bû, ne jî bêhemdî bû serdana min vê carê di rojekê xwînlî de xwe kir aleka sor û sipî li dora hustê min xwe pêça. Ne hewceye dûbarekirinê bê min çi ji te re di wê deftera ji rengê þahberiwan de nivîsandibû ne wisa? Ewqasî tu dilgirtiyê peyva Kurdî bû û piraniya silavnameyên te bi zimanekî din bûn, ku rojekê  tiliyên destê te xwe hinkûfî wî zimanî nedît. Xwezî te bidîta bê çiqasî di vê þev û vê rojê de mûm û dengê Qamiþloka te çilmisî bûn, sikak û kolanên wê bi pêkên mat bûnê ve asê bibûn, me çi kiribe baþe? Me destên xwe di bin çengên xwe de veþartin, dîsa jî em ne hatin parastin û her doz ew e ku ev dest ji radestiyê re bilind bibin.
 
***************************************
 
Mamoste, em zan in jiyana li welatekî ku cudahiyê naxe navbera peyal û seriyan de zore, dijware û mirine; lê em zanin jî ku zor, dijwarî û mirina mirin ew e ku em doza neheqiyê bipejirînin û destên xwe ji radestiyê re bilind bikin. Ji 100% piþtî te çenteyên sefera xwe ya dawî girêdan û berê xwe da gundê Dekþûrî tu li piþt xwe zîvirî, çavê xwe gerand bê ka kî ji dost, heval û hogirên te li kêleka te ne, ji 100% te tekez dikir ku wê telefzyona tek, ku li me birayê biçûk di tengasiyan de bi xwedî derdikeve li kêleka te amade bibe, min ne dixwest dara keseran li ser sênga te bihejînim, te çavê xwe digerand lê te nepirsî bê çima  Ehmed Husyenî yan Ejder ji ROJ.TV ne axivîn!? Ez ê ji te re bibêjim, ekrana ROJ vemirî û reþ mabû  û yek TV yên din li kêleka te amade ne bûn. Pirsa min ew e, gelo bi birayên me re jî xwîna me av e??? Ev birayên me yên mezin,  ne çûn bi hawara ROJ ê ve û ne hatin xatir ji te bixwazin.
 
****************************************
 
Mamoste, gelek serbûrî di gelek civînan de me gengeþe kirin, me hewl dida ku tomarkirina helwîstan ji windabûnê biparêzin- ne bi ji serxweçûnê, ne bi liq bûnê- lê bi avêtina gavên li pêþ û xwenûjenkirinê, ew helwîstên Adarî ku ji xweçemekirina ciwanên me di ser hêzên tevgerê re nûbûnek bû, kaþ û berkaþ bûn, deng biliyan, tevger ji çirandina berê hê bêhtir çiriya. Xortên Enteriyê û Hilêliyê hê ew xortên cegerdar û wêrekin, lê wêrekiya bê piþt, piþta taziye û piþta tazî û rût di qadên þer û berxwedanan de xwekujiye.
 
****************************************
 
Mamoste, berxwedana me spehî bû, beza me ya li pey peyvekê Kurdî ji devê kalekî, ji dilê zarokekî, ji nav pelên pirtûkekê spehî bû, þeytanên nakokiyan ku derbasî nav me dibûn spehî bûn, ji xwe lihevhelalkirina me ji her tiþtî spehîtir bû. Em bav û law bûn, çiqasî þeytanên wan nakokiyan diketin navbera me de, lê em bav û law bûn û me kêfa dijminan li zimanê Kurdî ne anî me ji wan re çesipand ku( dê û dotê þerkir kêm aqilan bawerkir)tu zanî çima? Ji ber dilê me bi hezkirina zimanê meyî sêwî bi dilsozî, bûn solîn ji sûlafên her peyveke windayî, jibîrbûyî û nebedîbûyî re. Xweziya dost û hogiran ew bû, ku tevgera siyasî û rewþenbîrî ji me hînî vê nakokiya spehî bibana, bi sinc û pirensîp nakokiyên xwe çareser bikrana, bê ku hevdû li ser TV, malper, kovar û rojnameyan riswa kiribana, kêfa dijminan û dostên dijmin li me ne anîbana, lê li cem me axxx ji derdê li cem me….???
 
****************************************
 
Mamoste, qêrînên dengê xuþka te di dilê me de hatiye meyandin:(Waxxx birayooo, ez qurbana dest û tiliyên qelemê bim, ez qurbana xwediyê mekteba girtî bim, ez qurbana þivanê bêrîvan û çotê karxezala bim), ma evqas qurbanî  ne dibûn rolêner ji vegera çûna te re? Ne dibûn qurban ji mana te? Here mamoste oxra te ya xêrê be, wê kilîta mal û biroya te xwe di binê bêrîkên rojan de hilînîn û rê nadin jibîrkirinê ku bihna tiliyên te ji ser xwe bimalîne.
 
****************************************
 
Mamoste, tu westiya bû, lê giyanê te yî bi aramiyê dagirtî ew westan ji ser xwe dimaland, dema gustîlka te yî zavatiyê li nexweþxaneya Þamê winda bû, tu aciz dibû, min ji te re got, xwe aciz meke em ê yekê nû ji te re bînin, hingê tu ji nava dilê xwe dikeniya:
- Gustîlkeka nû? Çima naaa naxwe divê jineke nû jî hebe.
Nîgar weke baranê giriya û li te vegerand:
- Evdirezaq, tu baþ û saxlem bibe ezê çar jinên din ji te re bixwazim ne yekê.
Ku Nîgar ji te re negota Evdirezaq kela dilê wê li bangrina te hênik ne dibû, ez bawerim heke ne çar lê çarde jin ji te re anîbana wê gustîlka bûkaniya xwe ji tiliya xwe neavêtiba ji min re got:
- Tu hatiye ba mamosteyê xwe, mane mamosteyê te çû.
Dema tiliyên min di nav tiliyên xwe de dugvaþt, min gustîlka bûkaniya wê dît, di tiliyeke lerizî de, di bin barana hêsran de diçrûsand, weke cara yekem diçirûsand lê vê carê çirûsîn ne ya guhestinê bû ew çirûsîn ya xatirxwestinê bû.
 
****************************************
 
Mamoste, te çenteyek bi peyaman dagrtî li min kir bar, ku ez bighînim Nîgar, ez soz didim ku ezê wan peyaman bighînim Nîgara Te, ezê sedema wê hiþkbûna biryara Te ku tu li Dekþûrî verge jê re bibêjim, ma ev çiqasî Te ji Dekþûrî û Nîgar hez dikir mala Te? Lê em zanin ku ji Dekþûrî û Nîgar bêhtir Te ji zimanê Kurdî hez kir. Ez ê peyamên Te bighînim, lê soz bide ku tu jî xwe nebedî neke û car caran ji wê jiyana heq were vê jiyana me ya derwîn, beriya tu were weke carên berê, min agahdar bike û bibêje:
- Haaa Bêwar, ma gumgumê qehweya we ya tal li ser agire? Heke ne amade be deyne ser agir va em tên.
 
12.03.2010

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org