Mehdî
Zana
4
dilop hêsire di gerdena kewên dîl de, bi aþtî li asmanê
perçeyên Kurdistanê difire..
Bêwar
Ibrahîm
Di
kelkela germa Tîrmehê de, bayekî kur ji bakur xwe berda nav kolan û navtarên
bajarê Qamiþloka evînê, odexana mêvanên dilsoz û wefdaran, Qamiþloka ku
rojekê deriyê xwe di ruyê kesekî de negirit wê her û her bi comerdî mêvandariya
ciwanik û camêran bi mêranî dikir û dike.
Tîna
nîvrojê pir tûj bû, min guhê xwe li ber dengê tiktika kêzka tirî pêl
kiribû, gelek mijar di serê min de diçûn û dihatin, lê girîngtirîna van
mijaran 100 saliya seydayê Cegerxwîn bû, hîn ez di wê dan û standinê de bûm
dengê derî hat, berî ez bibêjim fermo derî vebû. Bi wê vebûnê re,
qeflek ji bayê grim derbasî odê bû, bi wî bayî re bavê min û seydayê
(Konê Reþ) û mêvanek bi wan re derbas bûn ji dîtina wî mêvanî ez behitî
û sosretmayî bûm, êþa dijwar ku xwe li mejiyê min girtibû di nav wê
behitandinê de windabû, ji niþkave du mêvanên ezîz bê soz û bê peyman
di kelkela germê de derbasî oda min bûn, yek li dîwarê quble rûniþt û
yek li dîwarê baweþ rûniþt, seydayê (Konê Reþ) ji min pirsî û got :
_
Tu vî mêvanî nasdikî? bi rê de min jêre got wê Bêwar te nasbike, lê wî
got : Çawa wê min nasbike û hêj me hev nedîtiye?
Min
bersiva wan da got :
_
Ma kes heye ku Mehdî Zana nasnakî?! dost û dijmin wî nasdikin, Mehdî Zana
Kurdayetî ye û Kurdayetî Mehdî Zana ye.
Ji
hêsirên kewên dîl, ji nalîna nêrgizên çilmisî, ji bangawaza giyanê
welatê rojê, me diruþma xwenîþandanên bobelatên xwînê li nav zeviyên
genim û petrolê bilind kirine, dîmenên her zemanî bi giyan kirine, rûpelên
dîroka windayî me civandin û hêdî.. hêdî pînekirine ..
Mehdî
Zana ji zaroktiya li ber sîtava darên Silîva û Diyarbekirê destpêkir û
got :
_ Di sala 1940 î de li qeza Silîva ji dayîk bûm, ji malbateke Oldar im, xwedî
þax û paxe, min ji dibisatanê heznekir, piraniya caran ez jê direviyam, min
xwe li gelek karan girt û dawî bûme terzî, min nizanîbû li ser kursiyê piþt
masê rûnim, terziyê ku ez hînî terzîtiyê kirim, bêhna xwe pir ji vê yekê
teng dikir û digot :
_
Rûne wiha þipiya tu hîn nabe ...
Ta
em ketin zîndanê û girtîgehan de camêrên cendirman li bin darên zorê û
lêdanê em hînî rûniþtinê kirin ..
Nexþeyên
nexweþiyê ku li ser cendekê Mehdî Zana hatibûn neqiþandin, birînên xwînherikî
dixwendin; tîna havîna bi kelkel ew nexþe bi ser hevdûve diqijilandin, belê
.. Mehdî Zana bi deyax li ber xwe dide, min pirsa þêrejina Kurd Leyla Zana
kir û got :
_
Çîroka zewaca te bi Leyla re çi ye?
Tebabekî
ponijî, destê xwe xist bin zenýya xwe, ziq li min temaþe kir û got :
_
Keça min! bi rastî min qet nêta zewacê ne dikir, ji ber du sedeman :
1
_ Du hevalên min di zîndanê de hebûn - ez navên wan
nabêjim - bi jin bûn û jinên wan bûn dar li ser serê wan
li kêleka dijmin da ku ji zindanê aza bibin yan wê xwe ji wan berdin û bi vî
hawî xwe aza kirin, lê min nexwest bîr û baweriyê xwe, doza miletê xwe ..
têxim bin lingên jinan.
2_
Min nexwest ku keçên camêran bi min re fetîs herin
- û va hûn rewþa Leyla dibînin - dema ez xort bûm xuha min zor li
min kir û got hevaleke min heye
pir nazik, delal û ciwan e, keça
axê ye ez pir hezdikim, ku tu pêre bizewice, em çûn mala wan berî keçik
qehwê bîne, dilê min zeqt dan, xuha min li aliyê jinan bû, ez rabûm ser
xwe, min nehiþt ku keçik min bibîne û ez derketim.
Piþt re min nameyek ji keçikê re þand û jêre diyar kir, ku min
nexwest jiyana wê di navbera malê û zînadanê de derbas bibe; lê dayîka
min dev ji min berneda û zor li min kir, hingê min got dayîka xwe : Heger hûn
jinê ji min re bixwazin bera ji merivên me be da ku karibe rahije barê min û
nebe dar li ser serê min, vêca çû keça xaltîka min xwest, ew jî Leyla ye.
Ev yek di sala 1975an de bû, min ew bê þahî guhest, di wê þevê de ez li
xestexaneyê bûm hevalekî min hatibû gulebarankirin û ez li kêleka wî bûm
ta hevalan ji min re got, here malê wê îþev dergistiya te biguhêzin. Berê
Sibehê ez giham malê, Leyla bi çenteyek kinc re anîbûn malê. Ev e çîroka
zewaca me, ez û Leyla ji bilî 5 salan bi hev re neman, 16 salan ez di zîndanê
de mam, hêj ez dîl bûm, Leyla hat girtin. Di roja 2 adarê Sala 1994an de û
ta roja îro me hev nedîtiye, kurê min Ronak li Beljîka aborî û polotîka
dixwîne û keça min Roken li Parîsê rûdine, her hefteyê diçe serdana diya
xwe, lê Ronak nikare here, çiko
ew jî mîna min mehkûm e. Leyla di nameyekê de, ku ji min re þand, got :
_
Min pir bêriya Rono kiriye, ev 9 sal min ew nedîtiye, ez pir .. pir bêriya wî
dikim û dixwazim wî bibînim ..
Lê
mixabin ez nikarim daxwaza Leyla bi cih bînim, ku Ronak here welat wê bê
girtin .
Seydayê
Konê Reþ jê pirsî û got :
_
Di zîndanê de, bi piranî te þerê çi dikir?
Bi
hêzeke xwêdangirtî û giyanekî xortanî got :
_
Min þerê jibîrkirinê dikir û þerê zimanê Tirkî dikir, 4 salan ez di zîndanê
de bi zimanê Tirkî nepeyivîm, çendî li min didan, lê ez bi Kurdî bi wan
re diaxivîm, min ji wan re digot: Zimanê Kurdî zimanekî esîl e û resen e,
lê zimanê Tirkî tev ji diziyê ye, hinek ji Farisî ye, hinek ji Erebî ye,
hineke ji Ingilîzî ye, hinek ji Kurdî ye û hwd .. hingê min dest bi nivîsandina
helbestan kir û dîwanek bi navê ( Evîna Dilê min ) derxist û bi vê dîwanê
min þerê zimanê Tirkî kir .
Min
rû avêt ser Seydayê Mehdî ku helbesteke xwe ji dîwana “Evîna Dilê
min” bixwîne, wî jî dilê min nehiþt û ev helbesta ku ezber kiribû xwend
:
Ey
Kurd .. !
Pêþmergê
Gel,
Biçirîne
.. binhêre
Rûpelên
dîrokan ;
Hê
doh bû
Li
Diyarbekirê,
Çend
in
94
can bûn
Yek
bi yek daliqandin,
Hê
þeveq ne dabû
Deng
da ..
Varto
Zîlan
Pira
reþ ...
Xincer
li birîna rakir ;
Van
xeberên nexweþ ...
Li
Dêrsimê
Tev
kuþtin ...
Qiyamet
li wê rabû
Dayê
.. dayê ..
Dayika
zaroyên
Bê
þîr bûn;
Can
di nav xwînê de;
Ew
dê û bavê wan bû,
Ewte
ewta Kûçikan dihat
Singoyên
cendirman
Sor
bûn ..
Çiya
bê deng
Munzir
Melûl
.. melûl
Diherikî
..
Kesek
li dorê Tinebû ...
Mehdî
Zana ji sala 1977an ta sala 1980î serokê bajarvaniya Diyabekrê mabû, hin ji
pirtûkên wî yên çapkirî :
1
_ Evîna dilê min ( helbest bi Kurdî )
2
_ Diyarbekir li hêviya min be ( bi Tirkî )
3
_ Rojên hovîtiyê ( bi Tirkî )
4
_ Çarçiya Silîva ( bi Kurdî )
5
_ 16 rêwîtî - Evîndarê Leyla ( bi Tirkî )
6
_ Li me kela bi kîne ( bi Kurdî )
7
_ Ey dayê ( bi Kurdî )
8
_ Zelal ( bi Tirkî )
9
_ Parastina mîna ( bi Tirkî )
10
- Zindana nemre(5):bi Fransî
5
sal bi evîna Leyla re derbas kirin, 5 sal ji temenê hezkirin, avahî û
hevgirtinê dizîn, 5 sal ji giriyê kêf û þadûmaniyê mijand û sîlavên
xwe bi cog û geliyên jiyanê ve herikandin, 5 salan ew kir 4 perçe,
perçak di zîndanê de, perçak li rêwîtiyê û derbideriyê û gera
ji bo aþtî û tenahiyê, perçak li Parîsê û perçak li Beljîka, erê ew 4
perçe ye û Kurdistan 4 perçe ye, Kurdistan birîna wan bû, ta ew jî bûn
birîna Kurdistanê; ji me re got :
_
Ez ji kitikan hez dikim, di þevbuhêrkikê de ez û hevalên xwe li hev civiya
bûn min rahiþt perçak goþt û avête ber kitikekê, ji niþkave ji vî alî
û wî alî kitik civîyan û bû qajqaja wan, ta yekî ji wan perçê goþt
zeftî xwe kir, hingê kitikên din tev vekiþiyan û li ser her du pêyên dawî
rawistiyan û ziq lê mêzekirin, min ji hevalên xwe re got : We mezekir hevalno? em wek van kitikan jî nayên,
em zane ne, lê zanebûna me ji xelkê re ye.
Seydayê
Konê Reþ berê xwe da min û got:
_
Em di vê kelkela germê de hatine serdana te û te em bi dengê xwe hênik
nekirin, te ne helbestek xwend û ne gotarek; min erþîvê gotarên xwe yên bi
zimanê Kurdî danî ber her du mêvanên ezîz, ji xwe re gotara li dor 100
saliya Barzaniyê nemir hilbijartin, piþtî min xwendina vê gotarê bi dawî
kir, seydayê Mehdî Zana tevî êþ û birînên xwe li çepika da û got :
_ Erê Barzaniyê nemir sembola netewa gelê Kurd e, dema þoreþ li dar bû,
guhê me bi radyoyan ve hatibûn þêrêzkirin ta me peyvek li ser þoreþê
dibihîst .
Min
jêre got, Sydayê Mehdî îsal 100 saliya bûyînna Seydayê
Cegerxwîn e, tu çi derbarî çalakiyên Kurdên Sûriyê dibêje?
Dîsa
tebabekî bi bê dengî ziq li min mêzekir, piþtî ponijandineke Kurt got :
_
Kurdên Sûriyê navdar in bi Kurdperweriya xwe û bi zanebûna xwe, ez diçûm
kîjan malê digotin filan þoreþvan yan siyasetmedar yan nivîskar bi mehan
yan bi salan li mala me bûn û di drebarî 100 saliya bûyîna Cegerxwîn de ez
karê we pîroz dikim û pêwîst e her hunermend û her nivîskar û her rewþenbîr
beþdariyê di vê çalakiyê de bikin, dema þoreþa Barzaniyê Nemir, dilê me
bi þoreþê re bû û mejiyê me bi helbestên Cegerxwîn re bû.
Min
jêre got, Seyda ezê li ser vê hatina te binivîsim, hingê bi girnijandineke
þîngirtî li min mêzekir û got :
_ Keça min kengî ez mirim, li gor dilê xwe li ser min binîvîse.
Li
vir ez dibêjim: Seydayê Mehdî Zana daxwaza min ku tu nivîsîna min bixwîne,
ma ku tu mir þûnde, nivîsandina min ma ji bo çi, qey guneheke mezin e, ku
kesên mîna te xwîn û xwêdana xwe di hembêza parastinê de bi çavên xwe
bibînin? na .. na Seydayê Mehdî Zana Kurdên Sûriyê zarokên ( Hawar ) ê
ne û xwediyê wê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan di hejmara 18an de ji Hawarê
dibêje :
(
Di dinyayê de tu tiþt nîne ko tekûz bêt, nemaze di karên nû destpêkirî
de, pirê Car, kêmanî hene, heke te ew kêmanî dîtin, hema dirêjî wan
meke. Lê bixebite ku tu bikevê nav wan, arîkariya daniyan bikê û wan kêmaniyan biedilîne.
hilweþandina stûnekî hêsanî ye. Hiner di rastkirina stûna xoyel de ye . )
Em
jî hewl didin ku stûnên xoyel rast bikin, çendî wê xweþba ku niha poteyekî
Mehdî Zana li kêleka poteyekî Leyala Zana li navtarakî ji navtarên
Diyarbekrê hatiba dinîn, mîna poteyê Romannivîsê Misrî Necîb Mehfûz, hêj
zindî ye, poteyê wî li navtara Sivênks li Qahîre berî çend rojan hate danîn
û serokwezîrê Misirê Perde ji ser da alî .
Sydayê
Mehdî Zana bêhna azadiya herêma Kurdistanê bi xwe re derbasî Qamiþlo kir
û bi piyên xwe kolanên wê pîroz kirin, ew evîndarê Kurdistanê ye û
Kurdistan evîndara wî ye; ez jî bi navê xew û bi navê Qamiþlo, vê perçe
- helbesta seydayê Cegerxwîn dikim gurzek gul û dispêrim hembêza wî :