Li ber tîrêjên her zanînê ez xwezîyên xwe dihejînim û xilmaþ dikim, da
ku her kortaleke vala di mejîyê min de xwe bi axa raman û ponijandinê dagire
û ji nû xwe nasbikim, li wê navê gotinên
Mîr Celadet Bedir-Xan xwe li mejîyê min radipêçin, dema dibêje : (
Xorto ! armanca te rizgarîya welat û miletekî ye, navê armanca te Kurd e,
Kurdanî ye, Kurdistan e. Armanca te li ber te sekinîye, di þiklê mirovekî
de ye, tu lê dinhîre, ecêbmayî dimîne, herê Tu dibîne, dest, ling, mil,
pol, parsû, parhan û her tiþtên wê hene, lingên wî yê rastê bire pêþ,
yê çepê bire paþ diçit, laþ di cihê xwe de ye, xwe ne dide pêþ, ne jî
paþ, ji ber ku ji alîyekî pêþve, ji alîyê din paþve tête kiþandin. Tu
zanî çi re Xorto ? Loma
ku her du ling ne yek in.
Di navbera wan de yekîtî nîne. divêt, tu bixebite van her du lingan bi alîyekî
ve bilivîne....
Pêlên rewrewk û leylanan li ber çavên min çûn û hatin, lê mixabin! min
dikir û nedikir min nikarîbû di nav wan pêlan de melevanîyê bikim, bi tenê
û piþtî hewldaneke Xwêdan-girtî, ez li pêla yadîyan siwar bûm û bi
taybetî yadîyak koçkirina Mîr Celadet Bedir-Xan ku di 15- 7- 1951 ê de
" Bîra Qederê " ew ji me dizî, xwe bi mêvandarîya wî
bextiyar kir û ewrên hêsiran bi ser me de barandin û ta roja îro kirasê þînîya
ku li bejna me kir hêj me jixwe nekirîye, hîn em bi keser û hesret in
li ser wê bûyera tirajîdî.
Min pêlên Kevin tev çirandin û ji nû dest bi civandina ramanan kir ez
karibim çend destegulên rengîn ji baxê hestên xwe diyarî þînîya 50î
salên ku bi navê Mîr Celadet Bedir - xan qetandine, ji tirêna jiyanê
daxistin û kirin tirêna mirinê û berê wî dan karwanê pakrewanên bê
guneh, da ku ji wan re bibe Mîr û rêber, lê ramanên min xwe li ber gotinên
Mîr Celadet ne girtin, ji ber xwe þerm
û fihêt kirin, poç bûn û lerizîn; ew gotinên ku di mêrgên pêþerojan
de bûn gulên rengîn. Mîr Celadet gazî xortan dike û dibêje : ( Xorto !
te ji dîroka miletê xwe, karek li ser xwe girtiye, ew barekî giran e, ji xwe
barên giran para mêran e, para mêran barên giran in, te ew li piþta xwe
kiriye û daye kaþê çiyayên ku bi rêve bilinditir û asêtir dibin, di wan de ne berevar, ne
þeverê, ne jî þop û rêça pêþîyan diyar in.
Em bi xwe bi ling, dest û neynikên xwe di wan kaþan de rêyine
nû vedikin, þopa xiþînok û dolikan dihêlin û pêþ ve diçin, di paþ me
de karwanekî dirêj, rêwîyên bê hejmar hene, ku di wan neqeban de re
diborin. Her çend hildikþe û ji deþtê dûr dikeve, diwestê, lê ew çend
zixm û xurt dibê, hawîr diguhêre, tiþtên wile
dibîne ku bi te ne nas in. Jji
dûr ve di nav leylanan de dinyayeke nû , jibo te nû, bi xwe kevin lê jibîrkire,
dibîne, ew der gulistan, gulgeþtek e; keskesorên ezmanî diçirisin. Darên wê
nîv kesk û piþkivîne, xelkê wê delal, ciwan û xurt, her çi mêr zava,
her çi jin hêj nû bûk in; ew dinya tu bi xwe ye, ew Kurdanî ye... )
Li ber weha gotinên dîrokî, wê çawa ramanên min pûç nebin û
nelerizin... Mîr Celadet Bedir -xan ne mirovekî normal bû, yê ku rûpelên
jiyana wî bi kûrbûn bixwîne, wê serwextî jiyaneke din bibe, wê zanibe ku
Mîr Celadet ne bi tenê siyasetmedar û rewþenbîr bû, wê baþ wî nas bike
û di her naskirinekê de, tîrêjên ronahîya zanîna wî rêkên tarî li ber
xwendevanan bi ronî dike.
Yek ji armancên Mîr Celadet yên herî girîng û balkêþ, biratîya Kurd û
kirîstîyanan bû, dixwest tîrên bêbextîyên Tirkan bi çi hawayî ba ji piþta
Kurdên reben û bê çare bikiþanda, ji ber vê yekê wî tu cudahî nexist
navbera Olan de, Zebûr, Tewrat, Encîl û Quraan tev li bal wî pirtûkên pîroz
bûn, wî li kêleka xwendina Quraana pîroz û lavijên ku bi zimanê Kurdî
dihatin strandin dicivandin ta ku hejmara van lavijan gihiþte 53yan, ew jî di
dêrên Torê de bi qeydeke botanî dihate gotin û strandin, min 3 ê lavij ji
van lavijan hilbijartin ew jî ev in :
Lê,
dinê Te ne hiþt em tidarikê di mirinê bikin !
Te
em serberdayî berdane seherayê,
Te
got sefayê bikin bi dilê xwe,
Lê mirin dûr e û niho nayê.
Te
em xapandin û mirinê em xafil girtin.
Te
nehiþt em têr sefayê bikin li vê dinyayê -
*
* *
Lo
berê Xwe medin vê dinyayê
Lê
xayin e û bê ra ye û derewîn e.
Geh
tehl e û geh þêrîn e, geh þahî ye û geh þîn e,
Geh
ken e û geh girîn e, tehqîq tu destgirtîya min !
Buwayî
ko min bi yekî dî bidayî, lê pa ez çi bikim ?
Tu
maka min î, min mical bi te nîne.
* * *
Lê
felekê Zalimê ! ev çi dûmat e, ku
te bi serê me de anîye
Ko
ji dêl xweþîyê te dilê me de
Ji
xema û kesera dagirtîye, wekêji me dihat
Em
xêrata bikin, te ne hiþtîye, û niha
Ji tiþt û malê di pir te em xîzan kirin anîn parsekîyê.
Û vê armanca Mîr Celadet ku li ser biratîya Kurd û kirîstîyanan bû, hiþt
ku her du birêzên hêja dadiyar " Yûsiv Melek " û rojnamevan
" Mensûr |alîta " xwedîyê
rojnameya (Esra- Welat ), ew bi xwe kirîstyanî ne, hiþt ku bi dil þewatî bîranîna
yekemîn ya koçkirina Mîr Celadet li darxînin û bi serbilindî çalakîyên
vê bîranînê ji gotin, helbbest, birûsk û bi beþdarbûna gelek navdarên
Kurd, Ereb û Kirîstîyan, bikin pirtûk û li nav xwendevanan belav bikin.
Dema birîn di makên birîndar de diwestin û ji haw-haw ve dikevin ji nû
hawar dikin û doza dermankirinê dikin, dema sabên berfa êþ û xemxuriyan li
ber dergehê jiyanê xwe bi hev digirin û qeþaya sekeratên ber mirinê xwe lê
digirin, ji nû jiyan li þadî û xweþîyê digere...
´
Mîr Celadet Bedir -xan dostê her kesî bû, darên zeytûnan li rêkên
mizgeft, dêr û perestgehan diçand, kevok ji meji- genîyên doblomatîk û
ziktilêrên polotîk re serjênedikir... wî dixwest her û her çihê kevokan
erd û esmanekî azad be.
Her kes dixwaze bistirê û jiyanekê þadûmanî derbas bike û tu kes naxwaze
ji ber êþ û azarên dîrokê bigirî û bike axîn, çiko dîrok bûye du
telaþ, yek sîstemî ye û yek li ser piþta mirovan hatîye kolandin, lê dîroka
Mîr Celadet di þopa pêngavên wî de çesipîne û piþtî jibîrkirineke dirêj
ji nû ew dîrok ji gel re diyar bûye.
Di nav rengên pirsan de em dikulkulin, ji ber tirsê direvin û xwe di gelî û
çiyayên leylanî de vediþêrin, çiko tirs hetîketî ye û destarê demê
rojên me bi dijwarî dihêre û me li ber bayê jibîrkirinê didêre, zimanê
me keroke dike, nahêle ku ev ziman li ser pelên sipî û textên reþ bi azadî
reqs û seamyê bike, lê dîsa jî tîp û peyvên bela-wela di nav xaka hêvîyan
de hatin çikilandin, wek gotinên Mîr Celadet ku bûne þîretên zêrîn û
çirayên ne vemirî, ku ji me re bûne mîna gotinên " Hekîm Luqman
".
Dema em li barê Mîr Celadet meyze bikin emê nû serwextî rastîya wî bibin;
wî rahiþtibû çiyayên westandinê û li ser milê xwe danî bû û rojekê jî
newestîya, çendî cobraên xwîn, xwêdan û hêsiran ji damarên dilê wî
diherikîn, çendî wî li ber xwe dida û werîsên rastîyê li ser rêkên dûr
û dirêj radixist, rojekê serê xwe ji leþkerên derew û xapandinê re
netewand, bi rastîya xwe þeqam li dêmên wan dixist û bi navê xortan digot :
( Xorto ! guh bidêr, rind bala xwe bide, berê pêþîn tu ê bixê serê xwe
ku tu xulamê milet û palayê welat î. Dîsan tu ê bizanî ku axayên rastîn
ew in ku xulamîya miletê xwe dikin, ên din tevde axayên derewîn in... )
Rojekê Mîr Celadet ji ser pêlên hewldan û berxwdanê peya nebû
û li ser peravên felat û azadîyê xwe palneda, meya þadûmanîyê sînga
wî hênik nekir ; erê wî jî mîna birayê Xwe yê biçûk guhdarî li
lorandina bavê xwe Emîn Alî Bedir - Xan dikir dema helbesta xwe ya bi
navê " Delalîya zarokan " digot û dilorand :
Dewra felekê lLi ser me kî ne
Bextê me reþ e, kezeb birîn e
Mesken ji me re niho nivîn e
Binive
kezeba min binive lo...lo
* * *
Ne mal û ne saxî û ne rehet
Talan kirine hemî ji mihnet
Dijwar e gelek belayê xurbet
Binive kezeba min binive lo...lo
Îro
bîrdankên me yobîla zêrîn ya koçkirina Mîr Celadet Bedir-xan bi mêvandarî
pêþwazî dike lê mixabin ! dost, heval û xwedîyên wî li derve hiþtine ew
derbas nekirin û di serê wan de dotmam û hevmala wî " Rewþen xanim
Bedir-xan; ku me bîranîna wê bi sersarî û kerrbûneke giran derbas kir, ji
xwe çend kesên din hene ku ne di bîranînan de û ne di kêf û þînîyan de
ji binî ve basa wan nayê kirin, kesên ku di jiyan û mirinê de dost û cîranên
Mîr Celadet bûn, di her qadê de siwarên leheng bûn wek : Memdûh Selîm Beg
Wanlî, Hemze Begê Miksî, Qedrî Can, Haco Axa Hevêrkî, Qedrî û Ekeremê
Cemîl Paþa, Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza, Dr. Nûredîn Zaza, Mewlana Zade Rifet
Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî û hwd...
Gelo ! ku em carekê mûmên yadiyan li ber kêlên van camêran vêxin û giyayê
jibîrkirinê ku her buhar li ser sînga wan þîn tê biçinin. Û wê qata
ozonê li ser serê me qul bibe ?!! Lê îro sirûdên tirsê li dewsa lorîyên
netewî rûniþtine, lelên vê tirsê xwe li dest û piyan hiþk girêdane,
mirov ji maran ditirse, mar xwe ji ber jojîyan vediþêre û jojî ji avê
ditirse çiko nikare xwe bike gokek stirî ta serê xwe ji serjêkirinê biparêze,
di gel vê rewþa neyênî de em dîsa tayên hêvîyan qutnakin û bi Omerê
Xeyam re weha bêjin :
Ji
deftra jînê navê me dê rabe
Dawî
destê ecelî de mirin e, çare nabe
Meygerê çeleng xweþ, xweþ bîne
Emê
bibin ax û daxwaza me þerab e.
Erê, emê bibin ax, lê pêþîyên me gotie : " Ga dimire çerm dimîne,
mirov dimire nav dimîne " û
Mîr Celadet Bedir-xan ne bi tenê
navek bû, ew bi xwe kanîyek bû
ji zanînê; çendî rêwî, miþext,
sêwî, dost û dijmin ji ava kanîya wî vexwarin û hîn vedixwin û çendî
ava wê zelaltir dibe û binê wê kûrtir dibe tu kes newêre xwe bide ser.
Jêder :
1
- Hawar hejmara 18.
2
- Hawar hejmara 18.
3
- Hawar hejmara 25.
4
- Hawar hejmara 18.
5
- Hawar hejmara 5.
6
- Hawar hejmara 20.