Mîr Celadet Bedir-Xan kesek bû bi barê milyon kesî radibû, lê em milyon kes in, em nikarin bi barê kesekî rabin.
Bêwar Îbrahîm
Dema girên
hêviyan bi nehiþgehî li hemberî goristanên windabûnê diherifin, dema
hawar ji ber lewitandina mirovan di gerdena mirovantiyê de difetise, dema sîngên
keç û dayikan dibin yarîgeh ji lîzevanên bêbextiyê re, dama reþ dibe erênî
û sipî dibe neyênî.. ; li ber weha buyer jiyan seranser li ser lingekî
radiweste û bi gezan dire rûpelên dîroka derewîn, sextet û windayî.. da
ku ji xweseriya xwe careke din têgihiþt bibe û encamên dîroka rast li ser sînga
xwe careke din bibîne..
Piþtî vê tevlidana lojîkalî emê ji xwe bipirsin ka vê jiyanê çi xizmet
pêþkêþî me kiriye, û bi taybetî çi xizmet ji zimanê me re kiriye, heger
ev ziman di rewþeke qels û lawaz de ye, kî sûcdarê vê kêmasiyê ye, em in
yan jiyan e, lê em her dem xwe ji vî gunehî diþon û dibêjin : paþketina
zimanê me ne sûcê me ye, em bindest in û yên bindest nikarin bilivin vêca
emê çawa li ser vejandina zimanê xwe bixebitin, emê çawa serwextî nûjeniya
demê bibin û modernbûna wê nasbikin, û weha jiyan dimîne sûcdar û dem
dibe gunehkar û desthilat dibe zordar..; rast e ev tiþt tev li nav me peyda
dibin, lê gerek derûna me ji xebatê re neyê girtin, morala me neyê þikandin
û bindestî û perîþanî me li ser tevna xwe ne rêse..
Emê jiyan û dîroka kovara " Hawar" ê li ber xwe raxin û rûpelên
ronak bîriya wê pel bi pel bixwînin û li xebata xwediyê wê yê cengewar Mîr
Celadet Bedir-Xan temaþe bikin ku di destpêka çerxê bîstan de jiyanke nû
ji vî zimanê ku îro me di ser guhê xwe re avêtiye, ev zimanê ku Mîr
Celadet bi endezyarî berhevkir; lê sed mixabin ! Heger em li neynika rastiyê
binerin, emê gilokên hêsirên Hawarê bibînin li nav cog û cobraên ne
guhdan û serguavêtinê re bûne teyrok û li vî alî û wî alî digindirin
û têne piþaftin, bê ku kesek desmalkên parastinê bidin ber van hêsiran...
Hawar dengekî zelal û bilind e û kesê nizanibe ev deng yê kê ye bera li
" Hawar " ê vegere û li gotinên Mîr guhdar bibe, dema dibêje : (
Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e,
xwenasîn ji me re riya felat û xweþiyê vedike.. Hawara me berî her
tiþtî hîniya zimanê me dê bide naskirin.. ).
Mebesta me ji girêdana ziman bi kovara Hawarê ve ew e, ku yekemîn kovar bû bi zimanê Kurdî - tîpên latînî - hat çapkirin û li nav Kurdan hat belav kirin, ew jî bi saya Xwedê û Mîr Celadet ku giramêrek ji tîpên latînî berhev kir û Hawara xwe bi wê giramêrê derxist...
Piþtî têkçûna þoreþa Þêx Seîd 1925an û þoreþa Araratê 1930î, Mîr Celadet Bedir-Xan piþta xwe neda dîrokê û bi berpirseyarî rahiþt barê bav û kalan û xwe ji ber neda alî; heger em Kurdên Sûriyê - bi taybetî - pirsekê ji xwe bikin û bibêjin: Çima me xwe ji ber barê vî Mîrî da alî, ew kesek bû bi barê milyon kesî radibû lê em milyon kes in, em nikarin bi barê kesekî rabin; 11 salan zingilê Hawarê Li ser xwîn, xwêdan û keda Mîr Celadet dikir zige zing û di vê babetê de seydayê Cegerxwîn gazî dike kiryarên Hawarê û dibêje :
Erê pir þerm e ku ( Hawar ) ji ber peran rawestiya, ji perîþanî û bêkesî sêwî ma, ji bêguhdanê pelên wê zer bûn, ji vê sersariya me êþa negudan û nexwendinê li zimanê me ket, di roja îro de ev zimanê þêrên tevlî êþ û birînan berê xwe da gundê ( Heycanê ) û li ser kavilên ( Bîra Qederê ) rawestiya, Hawar kir û gut :
Erê Mîro: 11 salan te ez ji xwîn û xwêdana xwe jîndar kirim, îro 71 sal dibuhirîn ku min û Hawarê mehra xwe li ser destê te birî, lê mixabin: Dem û dîrok bûn nîþan û bi sînga siwarên revonek û bê hesp ve hatin daliqandin; bûn dergevan û li ber dergehê goristanan hatin danîn, bûn qamçî û ketin nav lepên desthilatdarên zordar û mijok...
Heger em li êþa zimanê xwe bipirsin, emê bi hêsanî bersiv û encamên vê pirsê bibînin, êþa zimanê me neguhdan û ne xwendin e û dermanê Vê êþê guhlêdan û xwendin e...
Mîr Celadet Bedir-Xan 57 hejmar ji Hawarê raxist, ji hejmara yekemîn ve ku di 15.5.1932an de bû û ta hejmara dawî, ku di 15.6.1942an de bû vê kovarê li ber xwe da, roniyên vemirandî vêxistin, ewrên stewr bi ser xaka ziwa ve barandin... bê ku mêrê wê li ser vegera li ser ked û westandinê bipirse...
Ji sala ku Hawar rawestiyaye û ta roja îro 60 sal bihurîn, bi qêrîn, axîn, gazî û hawar, bang dikir: ( Kuro : eyb e, þerm e, fihêt e, an hînî xwendin û nîvisandina zimanê xwe bibin an mebêjn em kurd in... ) ji van gotinên Mîr Celadet Bedir–Xan mabe ku bi tîpên zêrîn hatine neqiþandin emê dermanê êþa zimanê xwe nasbikin, û wek ku diyar e ev derman jî xwendin, nivîsandin û guhdan e...
Heger nexwendina ziman li bal hink kesan normal be, ji aliyê din ve li bal gelek kesan û piraniya kurdperwerên zimanhez xwendin û nivîsandina zimanê kurdî, balkêþi ye, derd, kul û xemxurî ye... ; îro dem di pêvajoyeke toknolojî de ye, di rewþeke cîhanî de ye, pîwîst e em xwe bighînin vê pêvajoyê, lê pêwêsttirîn tiþt ku em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin û ev kar barê rewþenbîr û zimanzanan e... ; lê xuyaye gotina seydayê Namî ne ji valahiyekê hatiye nivîsandin dema dibêje :
Gelo ! Di roja îro de emê çawa mirovine efsaneyî wek Mîr Celadet Bedir–Xan li nav xwe bibînin efsaniyê koça xwe ji jiyanê tevî barkiriye, lê digel wilo jî em xetîr in, hêviyan venamirînin, îro em di sênga çerxê 21ê de paldayî ne, jiyanê dergehê xwe ji her alî ve li ber me vekiriye, îro em karin ramanên Mîr Celadet û nerînên wî yên dûrdîtî bi hêsanî di jiyana xwe de biçesipînin û bi kar bînin; û va ye em dibînin, ku tîrêjên van raman û nêrînan ji roka esmanê herêma Kurdistanê ( Îraq ) hatin kiþandin, ku rewþenbîr û zimanzan bi hemû hêza xwe li ser standardbûna zimanê Kurdî - tîpên latînî - li ber xwe didin û dixebitin; wek mînak kovara ( Dicle) ya ku di sed saliya rojnamavaniya kurdî roja 22 – 4 – 1998an de hejmara yakê jê derket û ta roja îro li ser rêbaza xwe berdewam e...
Deriyê mijar, gotar û lêkolîna li ser Hawarê û xwediyê wê herdem vekirî ye, em nabêjin bûye rotîneke rojane, lê ew bi xwe bûye ba, av û nan ji hezkerê zimanê kurdî re, li vir seydayê Cegerxwîn hesta xwe bi spehîbûn diyar kiriye dema dibêje :
Emê
jî di ber xwe û di ber her siwarekî de ku ji bo Hawarê û zimanê wî xebitîne
silav û rêzgirtinê ji Mîr Celadet Berdir–Xan re birêkin; û di roja îro
de serê xwe li ber kêla wî û ya bapîrê wî û ya hevjîna wî bitewînin,
û lêborînê jê bixwazin û bi taybetî em kurdên Sûriyê ku perdeyên ked,
xwîn û xwêdana wî di nav þilfên þûr û xencerên perçebûna partî û rêxistinan
de hatin çirandin, bê ku fatîhê li ser cendekê zimanê birîndar bixwînin...
; lê di vê dema dawî de em dibînin piraniya rewþenbîr û nivîskaran li
zimanê xwe dipirsin, guhdariyê li zimanê xwe dikin, li Hawarê,
li Mîrê wê bi xwedî derdikevin, giramêra wî ji tozê dadiweþînin,
xwestekên wî bi ciwamêrî pêk tînin û di serê wan de mamoste Konê Reþ
ku bi pirtûka xwe ( Mîr Celadet Bedir-Xan, jiyan û ramanên wî ),
hem jî di helbest, lêkolîn û gotarên xwe de bizav daye xwe, ku toza jibîrkirinê
ji ser jiyana vî Mîrê fedakar bide alî; di helbesteke xwe de ya zarokan
weha dibêje :
Em Kurdên Sûriyê wek zarokên Hawarê di qada rewþenbîriya Kurdistanê de hatine naskirin, heger em bixwazin bi hemberî vê yekê bin, gerek em bi kûrbûn ji zimanê xwe hezbikin, bi hezkirinê, wê girên hêviyan ji nû ve bilind bibin, wê sîngên keç û dayikan bibin mêrgên kêf û þadûmaniyê...; dema em bi zimanê xwe bipeyivin, bigirîn, bikenin, xewnan bibînin, bixwînin û binivîsin, wê Mîr Celadet Bedir-Xan ji me razî be, gerek em ji zimanê xwe hez bikin, da ku em karibin vî zimanî bi xelkê cîhanê jJî þêrîn bikin û ew jî mîna me jê hez bikin, bi vê yekê wê zimanê me tixûbên herêmî derbas bike û bêhna jîndariyê bêhn bike; saw, tirs û windabûnê.. bi dilgermî wê ji nav rûpelên dîroka xwe bavêje û taca Mîrîtiyê li ser serê xwe deyne; hingê wê cîhan seranser bêje: Gelê ku mirovekî wek Mîr Celadet kurê wî be, çendî þikandinê bibînin û li ber lehiyên têkçûnan herin, ew gel li ser pêyan radiweste û rêka pêvajoya xwe berdewam dike û digihîne serî.