Nanê sibehê û Ramûsanên berêvarê
 
( Piþtgêrî ji Daxuyaniya Navenda PENa Kurd re, ji bo  yekbûna Alfabêta ziman û hevbeþiya zaravayên Kurdî )
 
Bêwar Brahîm

 

 
 
Payiz, rûyekî xemsare, þivaneke, bê bilûr û dare, þevên bê berbange, bendewariyên dûr û dirêjin, li ser bedena xewn û hêvîyan radikevin, bê xem û keser, darbestên mirinê ji jiyanên zindî re vala dikin, Pêxemberan vexwendî, dîlana çêbûn û mirinê dikin, gulîyên bayê dikin hefsar ji bahozan re, dikin hêlan ji Zarokan re, dikin lel û bend, li ser bazinê destên zilim, setem û zorê.
 
**********
 
Payiz, pateke li himberî patekê, desthilateke li himberî desthilatekê, belê, desthilata birçîbûnê : zalime … zalime … naaaa … ew zalimê zalimaye, ew nanê agire di zikê birçî û bê cihan de, ew telqîna Þêx û Melayên gawir e, li ser termên dîl û bêsûcan e, ku hewl didin wan bikin Beraz, polîtîka birçîbûnê, bûye Rally ji Diktatorên moderin re, ewên ku bazirganiyê bi xwîna miltên xwe dikin, ronahiyê ji ser wan dadigerînin û reþtariyan li ser wan radixînin.
 
**********
 
Payiz, hawareke bê denge, ji sala 1514 an ve û ta roja îro, ev hawar di nav deryayên ji xwînê, li ber xwe dide, da ku noq ne be.
Me di got, em selefên siwarên Ba, Agir û Avê ne, em bejna Çiyayên berz û bilindin, em pirên di navbera þer û aþtiyê de ne, em hêj wisane
Lêêê … rojgar bi gerra Qeder û Felekê re, digere û dizîvire.
Polotika birçîbûnê, bi zikê birçî, zimanê birçî û Çavên birçî re, cenosaida Tirk, Ecem û Erebkirin a netewa Kurd, pêvajoya xwe berdewam dike, Zik bi ava Sûlaf û kaniyan, û pelên Bihîv û Berroyan wê têr bibin, lê Çavên ku bendewarên Serxwebûn û azadiyê ne, û zimanê li benda standartkirin  û hevbeþiyê ye, wê çawa têr bibin ???
 
********** 
 
Payiz, jiyanên kevnarin,  di himbêza jiyanên nû de, seferên rêdûr û dirêj û bê xatir-xwestinin, me ji Hekîm û Þêwirmendan pirsî :
- Gelo, em ji neslê kîjan Agirîne ? ku wisa xezeb di zikê xezebê de, xwe li me dilaînin ??? em nabêjin bela Pêxember tev ji neslê me bin, lê bela neslên van Pêxemberan, berê Cenosaidên xwe ji ser geliyê bingeha me dagerînin.
 
**********
 
Payiz, Zarokên pêxwas, bê kinc û bê cihin, di ber firotina nêrgizên þermok de, di buharên temen kin de, lawik û payizokan li ser sînga zaroktiya xwe dinehwirînin, di gel ku, tilîyên destên wan, paqijkirina textên reþ ku bi dîwarên Dibistanan ve daliqandîne nasnakin, lê ew li ber hilim û bîna Nêrgizan û ava Dicle, bi nehwirandina Lawik û Payizokan re, hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe dibin.
 
**********
 
Payiz, Dê û Bavên perîþanin, di sibehên sar û seqemî de, çaveke wan li nanê sibehê ye, û çavê din, li hînbûna  zaroyan ji bo xwendinê ye, ev Dê û Bav, ji ronahîya pêþerojê, bê hêvî nabin, riya berxwedana ji bo jiyaneke serketî berdewam dikin, bi kar û kedda, li ber germa havînan û seqema zivistanan, nanê sibehê peyda dikin û zaroyan hînî xwendin û zanînê dikin.
Di Dibistanan de, qedera Zarokên Kurd sê rengin, lê ew bi xwe yek renge, li Bakurê Welêt, dikevin bin iþkencê de, ji ber nizanin bi Zimanê Tirkî, li Baþûrê –Rojava, nizanin bi zimanê Erebî û li Rojhilat, nizanin bi zimanê Farisî, belê … îro li Baþûrê Welêt,  roniya roja felatê xwe ji nav reþtariya zilim û setemê rizgar kiriye.
 
**********
 
Payiz, Binefþ û Xecxecokên li ber Çemên zuhane, Bîrên Petrola bê bihane û erzanin.
Dijmin, li Rojhilat, Uranium li ser xwîna me dimeyîne, û hewl dide, Bumbeyên Atumî ji Cendekên Keç û xortên me, bi destxîne, li Bakur daxwaza wan, pêvajoya aþtî û tenahîyê, bi êrîþên leþkerî û bumbekirina kolanên kesên sivîl û kuþtina bêsûcan, bi yekcarê bisotîne, li baþûrê-Rojava, polotîka tirs û birçîbûnê, agirê xezebê bi peykerên bê Can ve, Canan hildiweþîne, 24 bûk û zavayên bê berbû û xêlî, ku çavên wan  li vegera nav lat û zinarên Çiyayê Kurdan bûn, nizanîbûn ku darên Zeytûnan, li her goþeyekî ji Efrîna delal, ji dêvla hêsran wê dilopên xwînê bibarînin û zevîyên birçîbûnê, bi xwîna ciwaniya wan avbdin.
 
**********
 
Payiz, oxira mirinê ye, û bingeha nûbûnê ye, di navbera mirin û nûbûnê de, Cobarên xwêdanê ji aniya kedkaran diherikin, xweziya wan, ku bihayê nanê sibehê û gulekê sor peyda bikin, zaroyên xwe zana û perwerde bikin, bi dilên gerim û lêvên zuha ramûsanên berêvaran rewa bikin.
 
**********
 
Payiz, bi nûbûna xwe  ve, silavên gerime, ji nifþên pêþerojê …
 Ji Amed, ji Qamiþlo, ji Hewlêr,  ji Mahabad, ji Ermînya û Almatê …,  li ber dergehê Perlemanê herêma Kurdistanê  dibarînin, patên leþkerî ji Ala pîroz û muqedes re lêdidin, bi dengekî bilind, lav û gazî dikin :
- Ereb ji me ne çêtirin, ku 22 dewlet bi saya / zimanê Quraan / ê, bûne yek.
Em zaroyên Avesta û Zaraduþtin …
Ji Kurmancekan,
Ji Soranekan,
Ji Zazanekan
Me divê, zimanekî standart û hevbeþ,
Me divê Kurd û Kurdistanekan.
 
20 / 09 / 2006 
 
 
  
 
 
         
 
         
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org