Osman Sebrî
Serhiþk mîna Sasonê
Nazik mîna evînê
Bêwar Ibrahîm
Di çavên rojan de serhiþkiya xwe
neqiþand, di hembêza çiyayên Sason, Cûdî, Ararat û Bagokê de kola; ji rêbaza
serhiþkîya xwe derneket, ew serhiþkîya ku ji hiþkîya van çiyarêzên poz
bilind fêr bibû û da ser þopa wan û þerê zilim, zor û sitemkarîyê kir,
ku li gelê Kurd hatibû kirin û ta roja îro tê kirin; Osman Sebrî bi lehengî
bê tirs û saw da ser rêka Ameda
þewitî û Mehabada xwînlî; di miþextî û zîvarîyan de pêxwas û birçî
bû, pêlîn derya sipî ew dan ber xwe welatê Filistînê û bajarê Sûrê di
çavên wî de reþ bûn, bi zikxiþkê xwe ber bi xaka welat ve dikiþand, lê
ew li ku bû û welat li ku bû ? hingê xwe li ser peravê deryayê dirêj kir
û kete xeweke þêrîn, di kovara (
Hawar ) ê de hejimara 21 ê de xewna ku li ser peravê derya sipî dît ji
xwendevana re gotiye ew jî ( Li goristana Amedê ), Apê Osman wê xwenê ji
serî ta bi dawî dibêje, min ev
perçe ji wê xwenê hilbijartîye :
( Ey kaaba qewmiyata min Þêx Seîdê
kal ! te ... te ... te zincîra dîlê ya qewmê min bi zixmiya dil, piranîya
zanîn û rastîya xwe qetand û ka þêr ku di qefesê de be derkeve, ev qewmê
ku çar sed sal û hinde salin xwe jibîr kiribû, xwe winda kiribû, bê nav û
bê zanîn mabû, ketibû xewa mirinê, di wê xewê de ew þêr te hiþyar kir;
neyarê ku dixwest me û navê me û zimanê me ji dinê hilîne te di destê wî
de lêda û þikand ... ) .
Bi vê hêza gerim û hestê Kurdperwer
... Osman Sebrî bi nerînên xwe yên serhiþk dijî pêlan melevanî kir û
derbasî nav lehîya zilim û zorê û erdhejîya sitemkarîya dijmin û neyaran
bû, bê ku mûk ji laþê wî biheje li berxwe da li xezeba bahozan siwar bû,
xwe ji berqefekê avête berqefekê û ji gelîyekî derbasî gelîyekî bû û
ji çiyayekî xwe avête hembêza çiyayekî; tev ji bo felat û azadîya Kurd
û Kurdistanê, çiya jê re keleh bûn, tiving
azadî bû û pênûs ronahî û þaristanî bû; ji bo van her sê
celeban por û rih sipî kirin, mal
û mewdan winda kir û kum û kolozê
axatîyê jibîr kir ... Bi tenê felat û azadîya Kurdistanê di nav bahozan
de hembêz kir :
Armanca milet
Bête vejandin
Azadî
Ji bo te
Ku bi tu kesî,
Bi tu ramanan,
Neyê girêdan,
Yek armanc,
Yek rêzan,
Yek raman,
Xebatê bikî
Ji bo Kurdistan .
Heger lehengî weha be, Apê Osman jî
ne kêmî vê lehengîyê bû û bi
vê lehengîyê kar û xebat kir ji bo felat û azadîya gelê Kurd; gelo wê çi
biba ku þêr û lehengên Kurdistanê digel perçebûnê jî bibana yek dest,
yek dil û yek armanc ??? gelo sedemên terpilandinê ji gel bûn an ji serok û
rêzanan bû ? bê guman sûcê gel
ne kêmî cûcê serok û rêzanan
bû, bi taybtî di salên berê de, dema þoreþên agir gur mîna þoreþa Þêx
Seîd, Ararat û Sasonê ... ku þêr
û leheng bi sedan li nav tevgera Kurdî peyda dibûn; ez karim wek nimûne Kurdên
Sûriyê bînim holê, ku çendî þêr û leheng li ser xaka me civîyan û li
me bi xwedî derketin di serê wan
de Bedirxanîyên zindî, lê sed mixabin em
li xwe bi xwedî derneketin her partiykê ji alîyekî ve binê bêrîkên xwe pîne
kirin û li ser kevîyên zinara Erebî rûniþtin û bi koranî destên xwe ji
bo parsê vekirin û vedikin; îro dema em ( Bahoz ) dixwînin cerg û kezeba me
têne biraþtin lê serê pênûsa
Apo Osman bi me dikene û dibêje : girî û poþmanî bê havilin derbê cihê
xwe girtîye .
Raste carna mêranî dêhnîtîye, lê
ev dêhnîtî mûmarên rastîyê dipeqîne, xwîn û elemê bi yek derbê re
diherikîne, mêranîya Osman Sebrî dibû êrêþ û qêrîna wî dibû gulle
di sînga dijmin û neyaran de .
Apo Osman, Kurdperwerekî ku bi serhiþkîya
xwe navdar bû, cerg, hêz deyax û mêranî bi xwînê re di cendekê wî de
dimeþîyan , tiþtekî ew serhiþkîya wî nerim û hiluyî nekir ji bilî bayê
evînê, çendî wî xwe hinkûfî vî bayê nazik û geþ jî nedidît, lê evîn
li benda biryara wî nema tîrên xwe avêt hiþkbûna dilê wî ku tu kes
derbasî wî dilî nebibû ji bilî
( welat ) pêve,lê
bayê evînê ew serhiþkîya wî kir hevirmêþ, di kovara
( Hawar ) ê de hejmara 49 an APO Osman
li pêþberî yarê weha gotîye :
( Erê, ev bû cara didowan ko pêlên hezkirinê min davên ber xwe û dibin; lê
ku da dibin, vê derê ez nizanim ! Hîn ez ji ber pêlên hezkirinekê
( hezkirina welêt ) nefilitîbûm ko
bi ber pêlên ya din jî ketim . Nizanim ko ev rasthatin ji bextçakîya mine,
an ji bextreþîyê ? ...
Delala min ! ez naxwazim wek evînkerên
mayî pesna rûçik û sinciyên te
bidim, Heke min welê kir ê dûr û nîzîk, pir û hindik ez jî dikevim ser
þopa wan . Di dinê da ya ko bi min xweþ tê ewe ko : riya min ji ya hemî
kesan cida be . Bi tenê, ji bona te min pesnek heye ko ew jî : her tu delala
minî . )
Osman Sebrî, giyanek bû ji giyanê mêranîyê
, di qefesa sîngên her Kurdperwer, bi romet, dilsoz û wefadaran de dijene û
di dîroka riya azadî û serxwebûnê de hatiye çesipandin ; bê dûdilî wî
rahiþt xetîra zanyarîyê bi destekî û bi destê din ve rahiþt tivinga azadîyê,
ta ew, çiya, xetîr, pênûs û xewna azadîyê bûn yek di sînga asmanê
Kurdistanê de .