PENa
Kurd baskên azadiya dîl e
Ji
rewþenbîrên di girtîgehan de
(
Pîrozî ji Dr. Roya Tilooî re )
Bêwar
Ibrahîm
Di
meha rojiyê de ez devkê pênûsa xwe digirim û dispêrim bêrîkên
bendewariya vegerê. Ez xwe ji xwe didizim û diçim nav ronahiya dinyayeke
din; dinyayeke bê mask û derew, bê toz û mij, bê hawar û qêrîn, bê
êþ û nalîn ... Bi tenê ez derfetê didim çingîniya paqijî û tahirbûna
giyanê mirovantiyê, ku di guhê min
de wek zingilekî xêrê dike zinge zing ...
Belê,
di vê rojîyê de min bê hemdî xwe destê xwe dirêjî pênûsê kir,
devik ji ser serê wê hilanî û hêdî hêdî li ser pelên sipî tîp û
peyvên ku di hinvê min de nivyayî bûn, þiyar kirin û ji bo çavên
siwarên PENa Kurd bi bayê vê payiza Binxetê ya ziwa re belavkirin ...
Çima
PENa Kurd û ne yekser Dr. Roya Tilooî..? Ji ber piþtgiriya PENê, xebat
û hewldanên wê ji bo azadkirina Dr. Roya Tilooî. Ew þaþikên sexte ji
ser mejîyên þaþ û vala daxistin û zilm û zora ku bi destên
setemkaran li gelê Kurd tê kirin careke din diyar kirin
û bi taybetî zora ku li nivîskar û rewþenbîran tê kirin..
Dr.
Roya Tilooî, ji bo bîr û baweriyên xwe ji rex desthilatdarên Îranê ve
hatibû girtin. Ji ber ku vê jina Kurd nexwest xwîna þehîdên Çarçira
li ser pelên dîrokê ziwa bibe û dilopên hêsrên dayîka Kurdistanê Mîna
Xanim Qadî bigindirin erdê ... Þala reþ ji ser hest û mejiyê xwe avêt
û doza mafê xwe bê tirs û saw li hemberî dêwên / Savakên nû
/ kir û rawestiya, qêrîn, felat û azadî ji sînga xwe berda,
doza avêtina çarikên reþ – ne ji ser por – lê ji ser hest, raman û
wijdanên ku di qefesên sêngan de genî bûne kir ...
Lê
sed mixabin ... Ev mejîyên ku xwe bi ebeyên reþ rapêçane,
derfeta bangewaza azadiyê ne dan wê û hevalên wê, ewên ku ji bo
felat, azadî û peyva resen têne girtin û zîndankirin ...
Ji
ezel ve wiha ye, di tengasiyan de dostê rast ji yê derewîn cuda dibe, di
tengasiya Dr. Roya de PENa Kurd û endamên wê bi lehengî piþtgêriya wê
kirin û bi saya PENa Kurd dengê Dr. Roya Tilooî dîwarên zindanê qelaþt
û li asmanê dinyayê belavbû.
Hilim
û bîna welatan bi bayê qenciyê re dibare. Lê bayê Kurdistanê / her çar
perçe / ne bi tenê hilma wê bi bayê qencîyê re dibare, lê bi
gewreyeke ber fireh re, bi bayê mêranî, cegerdarî, comerdî û keremê
re dibare û belav dibe ...
Jinên
Kurd jî xwe ji vê cegerdariyê bê par nehiþtin, her yekê ji hêla xwe
ve li ber xwe da û da ser rêka pêvajoya avakirina bajar, gund û mirovan
...
Ji
baweþkiya berbangê ta bi xilmaþiya ber êvarê, pirsên biçûk û gewre
di mejîyê min de çêdibin û dimirin. Di welatên rojhilata navîn de,
rola mêran ber bi mirinê ve dimeþe...! Vêca jin li kû dimîne ...
Di
bin zora desthilatdarên wisa de, gelê Kurd kesayetiya xwe winda nekir û
nasnameya xwe bi hemû hêzan parast. Îro dema jinên Kurd, ji bo bîr û
baweriyên xwe, ji bo doza mafên xwe yên civakî û siyasî û rewþenbîrî,
ji bo doza felat û azadiyê têne girtin û zindankirin. Bê guman, cihê
serketina kesayetiya gelê Kurd e, ku di nav gelên dinyayê de xwedî nêrînên
dûrdîtî û asoyên berfireh tê naskirin; dema nivîskar û rewþenbîr /
li her çar aliyên dinyayê / basa qonaxa zîndankirina xwe dikin, laþê
mirovan ji tevzînok û lerizandinê têne xwarê, bê guman zindan ji mêran
re çetîn û dijwar e, vêca ji jinan re wê çawa be?!
helbet
ew her rojekê di zindanê de derbas dikin sed carî ji wan re mirin e.
Gelê
Kurd berê xwe daye serhildanên nû. Bê xwîn û kuþtin, bê barkirin û
revendin...berê xwe dane serhildanên pêþketin, zanîn û avakirinê...
Jin û mêr li kêleka hev kar û xebatê dikin. Daxwazên tiþtên ku doh
bi darê zorê nestandine, îro hêdî...hêdî qezenc bikin, mîna dilopên
avê di gel nermiya xwe, lê hiþkiya keviran diqelêþe. Ji pêngavên wisa
serhildanên gelê Kurd yên nû dest pê dike û di gelek qonaxan de digihîne
serencamên gewre û balkêþ.
Avakirina
PENa Kurd pêngavek e ji pêngavên van serhildanên nû. Piþtî ku serokê
PENa Kurd Dr.Zerdeþt Haco bi alîkariya resentirîn rewþenbîr û nivîskarên
Kurd li dervî welat, PENa Kurd ji merxinandin û xilmaþiyê derxistin û
dest bi alîkariya rewþenbîr û nivîskarên li welêt kirin, yek ji
armancên wan ku PEN bibe maleke azad û serbest ji nivîskar û rewþenbîrên
Kurd re. Ji bo em bi hev re rast û zelal bin. Mixabin! Ne carekê lê
milyon carî mixabin..! ku gelek alî û kes bi germî þerê PENa Kurd
dikin û dixwazin bi çi þêweyî be keleha wê ji kok ve biherifînin, wek
dilþewateke zimanê Kurdî ez dibêjim :
-
Bela ev cih û kes xwe bi agirê zikreþiyê neþewitînin, agirê ezeziya
wan têra xwe wan disotîne, ku keziyên du agiran bigihin hev nema vedimire
û agirê ezezî û zikreþiyê
ne wek tu agirî ye, kesekî nasotîne; ji bilî xwediyê xwe pêve .
Bela,
bi kurmanciya þêwirdarên aqilmend û kalên zemanan pêþinyar û rexneyên
xwe bêjin û binivîsînin, ne bi Kurmanciya Kor û bê mejî.. Ji her dem
û gavan îro em bêhtir, hewcedarî hev û piþtgêriyê ne, Em hewcedarî
alîkariyê ne, ku em piþta hev
bigirin, ne em çengelan bavêjin gwîzekên lingên hev ...!
Bi
hêza helwêstên wêrek û bangawazên bilind, celebên çê ji yên xerab
diyar dibin ... Raste kesê xwe nas bike tu carî di nav kesan de winda
nabe, lê ez matmayî dimînim ji desthilatdarên setemkar û kesên xerab,
ku rojê bi dehên caran royê xwe diþon û nikarin salê carekê dilê xwe
biþon ...?!! Ji berê de bav û bapîrên me gotine :( yê bêje û bike mêr
e, yê ne bêje û bike þêr e, yê bêje û neke ... ) Ta vir li min
biborin ez metelokê nagihînim serî ?!
PENa Kurd di helwest û bizavên xwe de þêr e, nabêje û dike.
Em
gelê Kurdên Rojava- Binxetê, azadkirina Dr. Roya Tilooî pîroz dikin û
pêre jî karmend û endamên PENa Kurd pîroz dikin û di serê wan de
Dr.Zerdeþt Haco serokê PENa Kurd, cîgirê serok Mustefa Reþîd û sekertêrê
PEN ê Dr. Zorab Aloyan li ser kar, xebat û bizava wan a rêxstinî ji bo
parastina ziman û edebiyata Kurdî, li hêviya ku gelê Kurd li seranserî
Kurdistanê ji zilm û setema dewletên zordar û bê wijdan serbest û azad
bibe.
Bêwar
Ibrahîm
Nûnera
PENa Kurd li Rojava
Qamiþlo
15/10/2005
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org