PENa Kurdistanê lobiyekî fermî ye

li nav qada navneteweyî ji gelê Kurd re

 

Bêwar Ibrahîm

 

Her ji pêlakê, guhên rastiyê, bi gemara hestên lewitî û qirêja sazî û aliyên leban û fêlbaz têne lewitandin, lê ji ber navê wê dimîne rastî, ev qirêj û lewitandin tu akam û bandorê di hindirê guhên wê de nahêle. Mebest ji vê yekê ewe, ku em gelê Kurd di nav qada navneteweyî de  – ji bilî Baþûrê Kurdistanê –  nikarin bi þêweyekî fermî xwe bidin nasîn, dê û bavê min, nîvî Serxetî û nîvî Binxetî ne, nasnameya wan ya Tirkî û Erebî heye, lê ez bi her du nasnameyan jî qet ne þadûmanim, ji ber min weke miroveke Kurd nade naskirin, bi tenê nasnameya endametiya min, di Navenda PENa Kurd e, min weke Miroveke Kurd li nav Qada Navnetewî bi þêweyekî fermî dide nasîn, dema ku vê nasnameyê di nav tiliyên destê xwe de, bi hilloyî diqulpînim vî alî û wî alî, êdî dihisim ku tiþteke fermî – ji bilî ziman – min bi kurdayetiya min ve girêdide, ji ber ku Navenda PENa Kurd nexþeyê Kurdistanê bi riya pênûsê di sînga xwe de dike yek.

Bê ku em, ti kesan, yan jî ti aliyan bi nav bikin, daxwaz ewe ev yarîyên agirîn ku her ji pêlakê bi destên gelek alî û kesên Kurd li ber deriyê Navenda PENa Kurd vêdikevin, bêne vemirandin, heger gotina Þehîdê Nemir Pêþewa Qazî Mihemed, ku di wesiyetnameya xwe de anîbû zimên em bi bîr bînin, êdî pêwîste þerên wisa li ber deriyên dijminên Kurdan vêkeve, ev dijminên ku Pêþewa Qazî Mihemed wiha li ser wan gotiye :

(Dijminên gelê Kurd, yên herî xedar, har û bêbext, di pileya yekem de Ecemin, ya diwem Tirkin, ya siyem Erebin …), heger em bixwazin þerê van her sê Dijminan bi hev re bikin, pêwîste beriya her tiþtî em þerê hev nekin, û bi taybetî mirovên xwedî pênûs, ji ber huner û edebiyat binyatên bingehîne di guhertin û avakirina civatê de.

Mixabin, ku piraniya yarîyên agirîn ku têne teqandin ji beþê herî mezine ji Kurdistanê, piraniya xwediyên van pênûsan ji ber zimanê Kurdî þerm û fihêt dikirin û digotin : ( Zimanê Gundaye ), rêzefîlmên weke Bêrîvan û Dîlan û Zerda, ne didan – Em bawer nakin ku bidin - bi filaþpakekê ji fîlmê ( Kîlo Mitir Zîro ), yan fîlmê (Jiyan), û yan jî fîlmê ( Sêl jî dikarin bifirin ), Stiranên Holya Eveþar, Pano Alkan û Muezez Arso, nadin bi bav û bapîrên Meryem-Xan û Eyþeþanê, li vir emê bibêjin, ew di nerîn û rayên xwe yên kesane de azad û serbestin, lê em dibînin bi her awayekî dixwazin bi tevayî nêçîrê di nav ava gemar û sêl de bikin, rûbarên zelal girrik bikin û bi taybetî Biharên Navenda PENa Kurd, bisotînin û avahiyên wê wêran bikin, bê ku pirsa aloziya rewþa zimanê Kurdî bikin û hewl bidin ku alîkariya nêzîkbûna zaravayên vî zimanê þêrîn bikin.

Sed mixabin! Rêbaza xerabî û wêrankirinê bûye silogan û duriþim ji neviyên Beko, Cimo û Nicmo re, li vir emê destûrê ji kekê hêja Dr.Zorab Aloyan bixwazin, û meteloka Ermenî ku me ji zarê wî girt, bi karbînin : "Ku mirov hestiyan jî bide segên Kurdan ew her dikin ewte..ewt, lê segên din, ku tu nan bide wan wê bi mirov re bileyizin".

Piþtî bûyerên /11 / 09 / 2000î û herifandina her dû Burcên Manhatinê li Niyoyorkê di nîvê rojê de zingilê nerîna ronakbîrê Amerîkî Samoiil Hintington / Dijberiya Þaristaniyan / lêda û nema rawestiya, pirs ewe, gelo ! cihê Gelê Kurd, di nerîneke wisa dijwar de, di kîjan pileyê de ye ?? çendî em bibêjin Gelê Kurd û Amerîkî û Ewropî dost û birane, lê pêwîste em jibîrnekin, ku Þaristaniya Mezopotamya, di bin destên bindestan de ye, nivîskarekî Misrî ew jî yeke ji /KBG / ya PENa Misrê, di Kongereyeke çapemeniyê de li Bajarê Torîno li Îtalya mabû ku bigirî, dema bersiva xwe dida; piþtî vegeriya welatê xwe wiha got : ( Mixabin ! Li her welatekî pirsa edebiyat, helbest û mijarên taybet ji nivîskar û hunermendan tê kirin, lê em nivîskarên ji welatên Rojhilat û bi taybetî dewletên misilman, pirsa teror û teroristan, sansor, kuþtin û serçavkirina jinê ji me tê kirin; eynî van pirobleman, romannivîsê Tirk Orhan Pamuk jî anîn zimên û ji ber ku ew Tirke wî du celebên din zêde kir û got : ( ji dêvla pirsa afirandinên me bikin, pirsa xwîna Gelê Kurd û Ermen, ji me tê kirin... ).

Li nav dewletên Rojhilat û bi taybetî yên Misilman, Gelê Kurd  weke Israîla diwem dihesibînin, ji xwe dijminên Kurdan naxwazin Kurdistan azad bibe, û ji ber ku çesipandina Pirojeyê Rojhilatê Navîn yê mezin li dare, ev dijmin naxwaze mileteke kevnar û dêrîn weke Gelê Kurd bi tu þêweyî bi serkeve, di hindirê Welat de – ji bilî Baþûrê Kurdistanê - rojê bi dehan sazî û partî çêdibin, lê ka ev partî û saziyên me li nav qada Navneteweyî çi kar û xebatê dikin ? gereke em her di wê baweriyê de bin, ku birêz Hisên Erdem, ne ji valahiyekê dem û tenduristiya xwe, ji bo damezirandina Navenda PENa Kurd terxankiribû,  her weha berêz Dr.Zerdeþt Haco û çend hevalên xwe yên rêzdar, ku kar û xebateke gewre û mezin kirine, ji bo hilanîna sarbûnê ji ser Navenda PENa Kurd ku piþtî damezirandinê bi 5 salan, di Navenda PENa Navneteweyî de hatibû sarkirin, ev kar û xebat jî - di baweriya min de - dikeve pileya damezirandinê û hinekî zêdetir; ji ber mercên serketinê di berdewamiyê de ye, û ta vê kêlîkê ev rêzdarên hêja, bê tebat û hedan di kar û xebata xwe de berdewamin, ji bo pêþveçûn, berz û bilindbûna Navenda PENa Kurd, li nav PENên Cîhanî.

Gereke em Gelê Kurd bi tevayî, ne bi tenê qata Intilgênisya, PENa Kurd weke Lobbiyekî Fermî ji pirsgirêka Kurdî re, li nav Qada Navnetewî bihesibînin, ji ber ev Navend ji sala 1997an û ta vê kêlîkê, bi kar û xebateke aktîv û pêlewan rabûye û bi taybetî derbarî nivîskarên di zîndanan de û pêþvebirina wêje û edebiyata Kurdî, wek li darxistina Konferansa Amedê di 21 / 03 / 2005 an de li ser pirrengiya çandî.

Di simînareke xwe de, li pirtûkxaneya Kongres li Amerîka,  Romannivîsê Israîlî A.B.Yehoo Þiwaa, ji Cihûyên Amerîka re Got : ( Mirovê Cihû, ku li ser xaka Israîlê nejî nasnameya wî bê wate ye..), hingê Cihûyên Amerîka û yên derbider, li dijî gotinên Yehoo Þiwaa rawestiyan û gotin : ku ev nêrînên nijadperist rol û qenciya Cihûyên derbider û bi taybetî yên li Amerîka li ser Israîlê winda dikin.

Bê guman em Kurd, Israîlê qet ji xwe re nakin nimûne, lê her û her dijmin me weke Israîla diwem li nav xwe dibînin, lê bi rastî gotina, Yehoo Þiwaa, helwestên hin ji Kurdan derbarî Navenda PENa Kurd anîn bîrê, dema li ser dibêjin : "PENa Penaberiyê", û li gorî min rapora kekê birêz Dr. Zorab Aloyan xwend, li ser Konferansa Mîlanoyê di 19 – 18 Hezîranê, 2006 an de, Navenda PENa Kurd bi Kurdistanê dihate naskirin, bi rastî vê yekê hiþt, ku navê / PENa Kurdistanê / bi karbînim, di gel ku hêj bi þêweyekî fermî, navê PENa Kurd, di Navenda PENa Navneteweyî de nehatiye guhertin.

Li bal me Kurdên Baþûrê-Rojava, ku miroveke bi serdanî tê welêt, û bi taybetî yên li Ewropa dijîn, em bi dilgermî pêþwaziya wan dikin û dibêjin: ( ji Xaka Kurdistana Ewropa ta Xaka Welêt hûn bi xêr hatin! ).

Mixabin, ku îro piraniya yarîyên agirîn ku li Asman têne teqandin li ser serê PENa Kurd, bi destên Kurdan e, bi taybetî Kurdên bakurê Kurdistanê.  Gelo ev kes û alîyên ku pênûsên xwe ji xerabî û wêraniyê re  terxan dikin, þerê asîmîlesiyona Zimanê Kurdî di malên xwe de bikin, wê ne bi sûde û bi bertir be, ku ew berî zaroyên xwe ji dêvla bibêjin ( Av ) bi payebûn dibêjin ( So ).

Dema îro kesên wiha, ku dixwazin Navenda PENa Kurd ji nav qada navneteweyî rakin û bi hêsanî xwîn û xwêdana kar û xebata ku di ber avakirina vê Navenda Fermî de hatiye kirin bixine bin pêyên generalên Tirkan de, ku carekê bi tenê li helbestên keç û xortên Kurd, ku ji girtîgehên Tirkan diþînin pirogramê / Þana Helbestê /, û li hest û peyvên wan keç û xortên girtî, ku têne xwendin guhdar bibana, hingê doza wêrankirina Navenda PENa Kurd nedikirn, ku piraniya kar û xebata vê Navendê ji bo felat û azadiyê ye, ji bo mirovahî û aþtiyê ye, ji bo pêþvebirina ziman, wêje û edebiyata Kurdî ye, Ji bo rakirina zilm û zorê ji ser gelê Kurd e, bi riya diyalog û  gengeþeyê, ne bi riya kuþtin û xwînrijandinê.

Dema me navên Pirotestokerên ji bo bûyerên Amedê bi navê Nûnertiya Navena PENa Kurd li Sûriyê civandin, hingê leþkerên reþtariyê xweþ dinasîn ku ev rêxistin xwedî cihekî astbilinde li nav qada navneteweyî; hingê em kiþandin hêwan û korîdorên lêpirs û nasandinan, diyarîyên weke xwe gemargirtî þandin kompiyoterê min, wek Vêrûs û Nameyên dijûn û tirsandinê, min ev bûyerên taybet anîn zimên, ji bo ewên dixwazin biharên geþ bisotînin û germa havînê li ser werz û zeviyan vemirînin, zanibin ku werîsê derew û lebaniyan kine û karwanê rastî û dilsoziyê her bi serbilindî riya xwe berdewam dike.

Em bi hêvîne ku ev nakokî û dijberî ji rex hin pênûsên Kurdî bê malandin û bibin alîkarê avakirinê, ne bibin piþtgêr ji wêrankirinê re, Pol llwar dike gazî û dibêje : ( Dema ku kûpên asmanên me bigihine hev, hingê wê mala min bibe xwedî ban ).

Em tev bawerin, lê hin naxwazin baweriya xwe ji edxemî aþkere bikin, ku yek ji daxwaz û armancên Navenda PENa Kurd ewe, ku hêvîya Pol Ilwar, di warekî piraktik de bikarbîne, ku kûpên asmanên me bighînin hev, daku mala bibe xwedî ban.

 

12 / 07 / 2006

 

       

       

        

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org