Pênûs û Pêvajoya Rewþenbîrîya Kurdî

 

Bêwar Brahîm

 

Di gelek deverên teng de û di nav astengiyên dijwar de, jiyan piþta xwe dide mirovên ku rû le rû bi þer û berên bê soz re dikevin cirîdê de, kovan û keseran ji xwe re dikin palpiþt û zilindarîyê ji xwe re dikin þerbet, can mîna kewên rebat berdidin asmanê cangorîyê, bê dûdilî kefenê mirinê bi dilêrî li ser milên jiyana xwe datînin.

Gelê Kurd, ta vê xulekê jî ne serbixwe ye, hêj mafê çarenûsiya xwe wernegirtîye, girîngtirîn sedem ji bo berdewamîya jîndarîya doza me ew bû ku  pêþeroj li me bi xwedî derkeve, em jî mîna miletên vê cîhanê bibin xwedî  nexþe, bi azadî, aramî û tenahî bijîn, lê her ku rojên vê pêþerojê li me derbas dibûn, jiyan reþtir  û tarîtir dibû, dîrok li me dizîvire, xwe vedigerîne, dijminên gelê Kurd weke demên rabirdû dibin paþmêr li piþta hev, bi tund û bi dijwarî pilan û operasyonên tewanbar li ser welatê me ji her çar alîyan ve bê cudahî dimeþînin, hemû hêzên aborî û watedarî diçewisînin, ji bo armancên xwe yên setemkar û bidestxistna encamên serketî û girîngtirîn armancên wan ewe ku nexþeya Kurdistanê ji nav nexþeyên welatên cîhanê winda bikin.

Di pêvajoya rewþenbîrîya Kurdî de, rola pênûsê di bilindtirîn ast de bû, ji bo pêþvebirina tevgera rizgarîxwaza welatê me, çendî rola siyasetmedaryê bilind bû, lê bandora pênûsê ji gelek bandorên din berztir û bi hêztir bû, bê guman pênûsa seydayê Cegerxwîn yek ji wan pênûsan bû, ku bi roleke mezin rabû ji bo pêþvebirina tevgera miletê Kurd bi tevayî û li Baþûrê-Rojava bi taybetî, akama pênûsa wî, berê keç û xortên me da ser rêka ziman û wêjeya kurdî, îro em hewcedarî hevgirtinê ne,  em ne hewcedarî vekirina derîyên mijarên hetsyar û lawaz in, û di rewþa me ya evro de,  ne pêwîste ku ji hevdûrxistin bibe semyanê dozekê weke doza me.

Çareseriyên rastexwe ewin, ku em karibin bi dilêrî, bê tirs û bê saw, pelên hiþk û zer ji darên awat û hêvîyan biweþînin, bi kêmanî em þaþîyên xwe, ji xwe re nasdar bikin û hewl bidin van þaþîyan çareser bikin.

Di rabirdûwa tevgera rewþenbîrîya kurdî de, siwarên dêrîn ku xwedîyên pênûsên zêrîn bûn, rêk û þivîlekên ku li pêþîya me girtîbûn, hem vekirin û hem ronî kirin, belê îro di nava van astengiyên tund û dijwar de, em nikarin gazî wan siwaran bikin û doza alîkarîyê ji wan bixwazin, em nikarin ji wan mirîyên zindî re bibêjin:

- Ji wê xewa þêrîn þiyar bibin û werin bi hawara me de, dijmin dîsa li me bûne yek.

Bi tenê em karin ji xwe - em zindîyên mirî - bipirsin:

-  Gelo, çima em bi destên xwe, wan rêk û þivîlekan digirin, ewên ku wan siwarên leheng bi xwîn û bi xwêdana xwe li pêþîya me vekiribûn? Çima em wê ronahîyê reþ û tarî dikin, geh bi hay û bi mebest û geh bê hay û bê mebest ?

Ev 23-ê sal li ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re derbas dibin û hêj em li avêtina gavekê li pêþ digerin ku ronahîyê bide cihên reþ û tarî, lê em dibînin ku em bi deh gavan li paþ vedigerin û þûn û þopa wê gava li pêþ winda dikin.

Pênûs ne alaveke birîndarkirinê ye, eger hewcedarî hebe ku ev pênûs bibe niþter, bela ev niþterî bikeve xizmeta saxlemîya tenduristîya ziman û rewþenbîrîya kurdî, Pênûs alaveke hestyare, yan wê di nav tilîyên xwediyê xwe de bibuhije û bibe ronahî, yan wê bibe agir û xwediyê xwe bisotîne, pirrengî ciwantirîn þaristanî ye, bela em pirreng bin, lê bela bingeha vê pirrengîyê sipî û zelal be, da ku ronahîya rengan biçirise û di sînga asman de bibe kolkezêrîn.

Di bawerîya min de resentirîn çareserî ji rewþeke weha re ewe, ku her yek ji me, ji hêla xwe ve, Derwêþê Evdî di kesayetîya xwe de bibîne, cangorîyan bide û bi dilêrî Fincana Qehwê ji destê Edûlê bigire û pêvajoya berxwedanê berdewam bike, eger em li giyanê kurdewarîyê bi xwedî derkevin, gerek berîya her tiþtî di rojeke weke rojên evro de, em ji Rom û Ecem û Ereban re biçesipînin, ku ew nikarin hevgirtina me ji hev tarûmar bikin, ronahîya rojê nayê embar kirin û miletê Kurd bejna xwe ji astengî û kulibandinan re natewîne, tevî ku dîrokê tundî û dijwarî li me kiriye, lê emê bi hevgirtina xwe, ronahîya felat û azadîyê li welatê xwe vegerînin.

 

* Ev gotin, di roja 22.10.2007 an de, li ser gora Seydayê Cegerxwîn min xwend, di gel helbesteke xwe bi navê (Semayek li ser peravê yadîyan).

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org