Bêwar Îbrahîm
Berbanga
vê þeveqa nîsanî dêm liken bû, bi esmanê nîv - þiyar re, dengê kenê
þadûmaniya vê þeveqê bi sira bayê hênik re dibeziya, darên tirî þaxên
xwe ber bi jor ve hildidan, pelên wan bi hevre stiraneke wefadariyê distiran,
çûkên beytik sirûda hevaltiyê digotin, nan ji penceran didizîn da ku hêzên
birçîbûnê ji hev bixînin.
Min
xwest ez bi himber rojên ku li jiyana vî mirovê dilsoz û wefadar bûne mêvan,
mûm û þemalan vêxim, elav û xetîran gurbikim; lê min dît ku her saleke
bihurî ji jiyana vî Mîrê efsaneyî volkaneke nîv-vemirî
li dewsa xwe hiþtiye.
Di vê rojê de li xetîr û mûman geriyam, lê min dît ku mûm û xetîr hêsiran
dibarînin bê ku agir nêzîkî wan bibe, li agir geriyam min dît ku agir ji
ber xwe ve vêketiye, her guliyeke wî bûbû mîna tîpekî, min hewl da xwe,
wan tîpan bikim gotinên rengîn û
pelên xwe jê bixemilînim, piþtî min ew tîp civandin û li ser pelan
raxistin, kirin qêrîn, hawar kirin û gotin:
Þerm e ku mirov zimanê xwe ji bo zimanê biyaniyan bifetisîne, pir þerm
e ku zarokên xwe hînî vî zimanê þêrîn û biha nekin.
Erê.. min xwest ez, çûkên beytik, darên tirî û esmanê nîv-þiyar bi hev
re bîranîna Mîr Celadet li darxînin; min xwest 110 mûm û xetîran
ji sînga dîrokê bidizim.. ta karibim vê rojê bi ronî bikim, min dixwest
sala 1893an ji dîrokê bistînim û ji rojên neteweyî re bikim paytext û
sala 1951ê bikim cawekî reþ û li dêmê dîrokê bipêçim..
Birînên me pir in, lê dîrok axîn û nalîna birînan sehnake û napejirîne,
ev sal bûye konekî þîniyê li ser bêkes û bêzaran, min dixwest di vê
roja pîroz de þêraniyê li zarok û mezinan belav bikim, nêrgizên deþta
Cizîra Mîr Þeref û Dêrgul bicivînim, bikim gurezek û bi
gerdena mirovantiyê ve daleqînim. Ji niþkan ve dengê guliyên agir, mûm,
xetîr, darên tirî û gurzên nêrgizan... bi hev re reqs û sema kirin, ji
min re lîlandin û gotin: Keça delal xwe newstîne, rojên mîna îro nayên
vemirandin, li pel û pênûsa xwe vegere bera bi ronahiya vê rojê ronî
bibin, vê ronahiyê bike agir, bera pêlên te ji vî agirî bibin xulî , erê
wê bibin xuliyeke pîroz û li ser dilên jar û welatên birîndar vê
xuliyê belav bike.
Roja bûyîna Mîr Celadet Bedir - Xan tu caran venamire, heger adar bi
birînên gelê Kurd xemgîn bûye, nîsan bi bûyîna Mîr Celadet Bedir -
Xan hinek ji agirê wan birînan vemirandiye, çendî bobelat di nav me de
derbibin û birîn gur bibin, wê bayê evîna
welat - perwerî, dilsozî, wefadarî
û parastina ziman... bayê Mîr Celadet Alî Bedir –Xan, wê
dilê her mirovekî zikêþ û xemxurê ziman û dîroka Kurdî bihejîne, erê
wî bihejîne.