Peyamek ji ROJ-TV re

 

 

 

 

   

  

Bêwar Brahîm, bewar.brahim@yahoo.com

  

  

 

Roj baþ roja Kurdistana ku ne bi þev û ne bi roj naçe ava,

Roj baþ, zimanê dilê Kurd û kurdayetiyê,

Roj baþ, xewna zaroktî û meznahiyê,

Hewldanên têkçûyî ji bo hilweþîna te ROJ.TV, ji aliyên pelmeþînên ku bûne bela serê jiyanê mijbûna xweyî stûr û valahiya hebûna xwe valatir kirin û mijbûna ku li ber devê riya tevgera rizgarîxwaza miletê Kurd ku stûr kiribûn tev belav bû, hebûnên wanî mijgirtî û reþtarî ji bilî mijbûnê û reþtariyê tiþtekî din li þûna xwe nehiþtin, þevên wan reþtarîtir dibin û mija man û hebûna wan stûrtir dibe. Kurd zarokên rojê ne û roj keysebaziyan nasnake, þelafiyê nasnake û rastiya axaftina wê tuxubên deqerûtiyê jî derbas dike. Dema hêzên dagirker dixwazin þerê serhildan û þoreþên ku li himberî wan radibin bikin, li ser du pilanan vî þerî xwe yî qirêj li ser wan dimeþînin, yek jê piþtguhkirina wane û ya din þerê bi çekên giran e. Hêzên dewleta Tirkiyê eynî vî þerî bi miletê Kurd re dimeþînin, ji aliyekî ve li nav raya navnetewî wan piþtguh dikin û ti nirxî nadin pirsgirêka wan ya neteweyî û mafê çarenûsa wan lê ji aliyên din ve þerekî dijwarî bêhempa li ser miletê me dimeþînin. Dema dîtin ku kar û xebata Roj.Tv bûye welatekî serbixwe li derveyî welat û destê wan nagihe vî welatê serbixwe wijdanên xelkê welatên -xwedê giravî- xwedî wijdan kirîn û ev welat(ROJ.TV) dagirker kirin, diranên Gurên xwe yên har û jehrkirî di gewdê vî welatî de birin xwarê. Lê kê got û kê bihîst ku vî welatî serî ji wan Guran re danî  yan tewand? Kê dît û kê bihîst ku bejnên pênûsan hejiyan û dengên roja aþtîxwaziyê biliya û siktir bûn? Sîtavên meyî bi çîrok û çîvanokên serketin û têkçûnan dagirtî bi roja te re gelek caran bûye hetav, man û mirina meyî serfiraz, ken û girnijandinên meyî lêvqeliþî  li nav keziyên te yên zêrîn gelek caran mest û serxweþ bûn. Keþtiya te li nav bahozên wan yên erdhejîn ne hejiya, ne noq û lader bû, ey welatê ku gelek caran jihevçirandina birînên vî perçeyê ez lê dijim pîne kir, vê mista xakê ji min bipejirîne, þûna wan gurên nicis bi mista vê xakê tahir bike, ey Roj a ku ne bi hilmekê, ne bi kulmekê û ne bi qadên  cengan ne dimre û ne vedimire, ji ber ronahiya te di reh û damarên dilê miletekî ser û ber de vêketiye û navemire.

 

Bêwar Barahîm

07.03.2010

  

 

 

 

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org