Pîrozbahiya
Festîvala Rewþenbîrî Li Duhokê
Seydayê
hêja Hesen Silîvanî
Serokê
yekitiya Nivîskarên Kurd li Duhokê !
Endamên
komîteya Festîvala Duhokê ya rewþenbîrî !
Beþdarên
bi rûmet û dilsoz !
Bi
navê Bîroya PENa Kurd li Baþûr- rojavayê Kurdistanê (Binxetê) silav
û rêzên germ ji kelkela germa payiza Qamiþloka wêrek û cegerdar ...
Birayên
hêja û delal !
Bayê
payiza Êlûnê ne bayekî rêwîye , ne bêware , ne sêwiye ... Asmanê
Kurdistanê jê re bane û xaka wê make û hêwane ... êlûn bi roj û þevên
xwe , bi sayî û bahozên xwe , bi rok û toza xwe bûye Avesta diwem di dîroka
netewa Kurd de . Îro dema civîn û þevbuhêrkên rewþenbîrî di sînga
vê meha pîroz de li dar
dikeve xwîna þehîdên þoreþa êlûnê difûre , digurnije û dikene bi
rêka fûrandin û kenê pênûsên nivîskar û helbestvanan ... Belê kenê
herî bilind wê ji pênûsên peþmergeyên
ku helbestên xwe
di
pala çiya û di hindirê gelî û newalan de dinîvisandin. Ev pênûsên
ku ta roja îro kefenên xwe dikin pelên spî û bi mêranî li ser sînga
mirinê dikenin ...
Birayên
bi rûmet û dilsoz !
Pênûs
pêxemberê aqile û zimanê zanînê ye ..., lê ziman nasnama kesayetiya
mirovane her kes bi zimanê xwe tê nasîn daxwaz û hêvîyên me ji
Kurdistana azade ku zimanê Kurdî bike projeyê yekem di pêvajoya lêkirin
û avakirinê de .
Berê
ziman berekî gewreye di þoreþa cîhangeriyê de. Serketina di vî berî
de wê vejîn û geþiyê bide dara helbest , çîrok û romanê ..., îro
tixûb û sînoran welatên Ereban ji hev cuda dikin lê zimanê standard
wan dikin yek welat ...
Birayên
delal ! li darxistina wisa Festîval destpêka gava yekeme , rê dirêje û
tîna roja sebir û aramiyê pir dijware .. Pêwîste em dara deyaxê bê av
nehêlin û serê pênûsên rast û resen di binê bêrîkên
jibîrkirinê de zingargirtî nehêlin .
Di
hembêza Êlûnê de wê bayê helbestê li dara hestên razayî bide û li
ser dengê zingilê Festîvala we rewþenbîrên bi rûmet û dilsoz þiyar
bibe û li hola hestê zelal
,afrêner û peyva resen bicive li xwendina bilbilên wêrek guhdar bibe, emê
pala xwe bidin stûna bê miradan li geliyê Laleþê ku Xwedê herêma
Kurdistanê ji destên xeraban biparêze . Her û her hest û huner û
helbest li ber siya ala azadiya wê konger û Festîvalên xwe li darxînin
.
Careke
din bi navê bîroya PEN a Kurd
li baþûr-Rojavayê Kurdistanê em Festîvala Duhokê ya Rewþenbîrî pîroz dikin di gel hêvîyên serketin û þadûmaniyê
û tev bimînin di xêr û xweþiyê de .
Bêwar
Ibrahîm
Nûnera
PENa KURD li Rojava/Binxetê
Qamiþlo 19/09/2005
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org