QAMIÞLO !

LI WARÊ TE KÎ YAR E ? KÎ NEYAR E ?

 

BÊWAR IBRAHÎM

 

Bêjin Qamiþlo !

Bela çariya reþ

Ji ser wî porê gijolî daxîne ;

Bela mijgulên xwe

Bi kilê sibhanî kil bike ,

Li ser peravê çemê Ceqceq rûne ,

Kezîyên xwe

Ji nû þehke û bihûne ;

Bela kulîkên hêvîyan ,

Nêrgizên rûgeþiyê ,

Alalên girnijandinan ,

Nesrînên bextiyariyê ...

Bi ser gelî , newal ,

Deþt û çîmenên xwe de

Dawerivîne ;

Bela desmalkên

Ku ji hêsran, hêj ziwane bûne ...

Li ber ( Bayê Reþ ) raxîne ;

Taa û derziya

Ku hîn li ser dirûtina

Birînên kûr û xedar ...

Berdewamin

Bavêje ... bela wan bavêje ,

Naaa ... bela wan

Bispêre dîrokê

Mane birînên me û dîrok

Av û agir in ,

Bi hevre tîdibin û bi hevre diqijilin .

 

**********

 

Bêjin Qamiþlo !

Bela konê neh stûnî

Li ser sînga deþta xwe vegre ;

Agirê lawînî û lehengîyê

Dade û gurr bike ,

Peyalên qehwê li

Mêrên çê û wêrek bigerîne ;

Bela vê sala xwînlî bike

AL

Û li ser kûpê seraya mirovantiyê

Li ba bike ,

Çopî û semayan li ser

Termê gemar û megrûdiyê

Bigerîne ;

Bela dengê fîkandina

Bayê wê

Di guhên newêrekan de

Bike vîze ...vîz ;

Þîhîna þevbuhêrkên wê

Di dilên xerab û kînkêþan de

Hêç bibe û bike hawar ;

Ew newêrekên ku

Li ber siya þûrên

Siwarên tarî û tozê ...

Xwe wêrek dikin ;

Nizanin ... na qet nizanin ...

Ku  Qamiþlo

Daye pey þopa tirsonekan

Rêkên rast ji gemara wan paqij dike

Û tazîbûna wan bi

Pelên Berûyan disitirîne ...

 

*********

 

Bêjin Qamiþlo !

Rê li ber Qiragên ku

Dibin Kewên dîl

Winda bûye ;

Ewên ku bi lorîya

Girtin , dîlî û mirinê

Bê þerm û fedî ...

Ji dost û birayên xwe re

Dikin qebqeb ,

Raste :

( ku kurmê darê ne ji darê be

Zewala darê nîne )

Bela Qamiþlo

Li wan kewan negre !!

Nikarin bi barê

Êmkirina xwe rabin ,

Neçar dimînin

Xwe bavêjin hêwanên

Reþahî û tozê .

Çendî hewl didin ku

Marþ û sirûdan bixînin

Dengê wan ji sextiyê difetise

Xwe li ber hawara

Cûdî , Ararat , Sasûn

Û Bagokê nagrin ,

Dengê wan

Li ber þîhîna rastiyê winda dibe

Rastiya ku Hawar dike :
( Agirî ... Agirî .. Agirî xwîn digirî.. )

Û xwîna Qamiþlo

Li ber bayê Agirî û Bagokê û ...

Giriya û hey giriya .

Na .. na .. bela Qamiþlo

Li wan Qira-Kewên dîl negre ,

( Kesê ne kes be na be kes

Kortanê kerê nabe etles ) .

 

*********

 

Bêjin Qamiþlo !

Bela darên Kaj û Beruyan ...

Di navbera

Bagok û Qasiyûn de

Biçîne ;

Bela heyranok û lawikan

Ji kesera birînên xwe berde ,

Bela binehwirîne :
( De mala min

Mala bavê min

Mala mêraye ..)

Bawar bikin ...

Li ber  bayê van keseran

Wê Birînên bi êþ û kul ,

Çavên bê hêvî û þil ,

Barên giran li ser mil ...

Bi peyamên rojê re wê bibin

Pertew û ronî

Di sînga felat û

Azadiyê de .

*********

Bêjin Qamiþlo !

Bela sînga xwe ji

Simîner û þevbuhêrkên

Ketin û serketinan re

Bi þadûmanî veke ,

Xaka goristana DUGIRÊ ya pîroz

Bi bayê rojê re diçirise ,

Kêlên yadiyan ku di bin

Perda þevên tarî de winda kirin ?!

Wê bên dîtin ,

PÊNÛSÊN welatperwerên Kurdayetiyê

Wê rabin ser xwe

Toza jibîrkirinê ji

Bedena xwe daweþînin ,

Di nav selefên siwarên

ENTERYÊ re bibuhirin

Berê xwe bidin hewþa

Seydayê Cegerxwînê Hesarê

Rahijin PÊNÛSA wî ,

Bi kaþê HILÊLIYÊ ve hilkiþin

TEMBÛRA Bilbilê Xemgîn , Rahijn

Wê ji Qamiþlo derkevin û

Berê xwe

Bidin AMÛDA BAVÊ MIHEMED

DELALIYA ZAROYAN ji Zarokên

Sînema þewitî re bixînin :

( Dewra felekê li ser me kîne

Bextê me reþe , kezeb birîne

Mesken ji me re niho nivîne

Binive kezeba min binive lo ! lo!...)

Ji nû wê berê xwe bidin Berkevirê

Rahijn PÊNÛSA Apo Osman Sebrî

Û herin GIRKEFTAR rahijin

PÊNÛSA Seydayê Tîrêj û

Derkevin EFRÎNA xêrê

Li goristana HENÊN û MENÊN

Dr. Nûrî Dêrsimî bi xwe re bibin

( Li ser vê riya dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê

Dinya bibe gul bihar )û

Rast derkevin Þama þerîf

Li goristana Þêx Xalidê Neqiþbendî

Li ser Gora Mîr Bedirxanê Azîzî bicivin

Li ber dengê

GAZINDA XINCERA Mîr Celadet Bedirxan

Ala KURDAYETIYÊ

Bi tîp û rêngên wêrekiyê

BI AFIRÎNIN

Erê wê bi afirînin .

******

 

Bêjin Qamiþlo !

Bela sozên bê sozan jibîr neke ,

Bela bi her çar kinarên dinyayê  re

Xwe bide nasîn :

DIYARBEKIR mala me ye ,

QAMIÞLO vîna me ye ,

HEWLÊR paytexta me ye ,

MAHABAD  muhra me ye .

Wê jîn û mirov bibin yadî û

Yadî bêne jibîrkirin ,

Ji ezel ve du celeb

Di lepê dîrokê de þînhatine :

Yê xêrê bike xuyaye ,

Yê þer bike dawiya dawîn

Ketî û windaye .

*******

Bêjin Qamiþlo !

Bingeha welatan mirov in û

Bigeha mirovan

Zimane ;

Û zimanê Kurdî ji birînên

QAMIÞLO re

Xweþ dermane

Xweþ dermane.

 

Bêwar Îbrahîm

Qamiþlo

27/12/2004

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org