|
Raya
Azad Di
navbera ronî û tariyê de Bêwar
Ibrahîm Di vê jiyanê de her mirovek xwedî
taybetmendiyeke xwe ye, xwedî xewn û xeyal, bîr û bawerîyên xwe ne,
kesek nikare nêzîkî vê taybetmendiyê bibe, ciwazî di piraniya celebên
jiyana rojane de sermelekê dan û standinê ye. Ez wek mirovekê xwedî bîr û bawerî
bi olên asmanî û bi olên din re lê bi taybetî ola Islamê, ku bav û
kalên min ev ol hembêz kirine û îro li ser vê rêbazê û piçekî ji
wan zêdetir bi ava vê olê beden û giyanê xwe ji qirêja vê dinyayê
diparêz im. Ez ne zanyareke ayinê me, lê wek
bawermendekê, wek mirovekê ku bi kûrahî di bin baskên vê olê de xwedî
û mezin bûme û bi dil þewatî dibêjim : - Sed mixabin! ku îro navê hizretî pêximber
Mihemed (S) di nav vê toþa sewesî de bê sotin, heger niha serê xwe
rake, ez bawer dikim wê xwe ji vî miletî bêrî bike, wê ji wan re bibêje
: We
hiþt ku îro navê min bibe qeþmerî di destên qeþmerokan de?! Dûmana vî agirî ji karikatêrên
hunermendê Danimarkî Karistin Yostê bi asmanê Rojhilat û rojava ve
hilkiþya, bê guman! ji her alîyekî ve gelîyên dûrbûn û netêgihiþtinê
di navbera germahîya Rojhilat û seqema Rojava de kûr û fireh dibin...
Sedem pirin û nayên hejmartin. Ev sedem jî dû celeb in; hin rastin û
hin sextene.. Sedemek ji yên rast – Ji destê destholatdarên Îslamî ve
- : ku gelê Rojhilat têr nan naxwin û têr avê venaxin vêca xwendin û
zanîn li ku dimîn e. Ji dawiya çerxê bîstan ve û ta roja
îro çîhangêrî tisonamiya zanînê û teknolojiya bê destûr li dinyayê
belav dike; Gelê rojhilat di bin darê zilm û zora desthilatdarên dewletên
xwe de, bi nanê zik mijol dibin û sed mixabin! Nanê mejî jibîrkirine...,
Ez xweþ bawerim ku piraniya kesên xwepêþandan li dijî dewleta Danimarkê
nizanin ev dewlet li kîjan alîye ji dinyayê ye? Nizanin bê navê
paytexta wê çiye? Nizanin ku hawêrdora wê tev ave ji bilî rexekî wê
bi Almanya ve girêdide? Nizanin ku her tiþtî ji welatên Rojava dikirin
û ew tiþtekî nafroþe wan ji bilî perîþanî û belengazî û penaberiyê
pêve? Bi kêmanî heger zanîbana ku dermanê êþa þekir / Ensolîn / ji
welatê Danimarkê ji wan re tê wan qet ev wêranî bi miletê vî welatî
nedikirn? Ne ji îro ve,xeberana, dijûn û siqêfan bi ser hizretî Pêxember
Mihemed (S) dibare, heger em ji pêxemberê xwe hez bikin, bela hewl bidin
ku rêbaza wî bighînin wan kesên ku bi kûrahî axaftinên xwedê û Pêxember
ne xwndine...Heger Karistin Yostê ev rêbaz bi kûrahî naskiriba wî qet
karikatêr li ser Pêxember Mihemed (S) çênedikir û wek terorist ew
nedida xuyakirin. Bê guman! Ev guneh ne yê wî ye, lê
guneh yê Zanyar, muftî û þêxên ola Islamê ye, ku her yek li ser kêfa
xwe rojê fitwakê derdixe, wek mînak : Rêvekirina xwekujiyê li ber xortan ku
bê dudilî berê xwe didin Iraqê û xwe bi mirovên bêrî ve dipeqînin;
eynî van kesan bi dil germî li ber televizyonan rûdinin, rih û simbêlan
bi razîbûn badidin dema li mirovên dîl û êsîr temaþe dikin, ku wek
berxên ber serjêkirinê di bin sobûna þûrên teroristan de ku ji ser
stuyên wan ranabin ji tirsa kuþtinê dilerizin û di dawiyê de piraniya
van serîyan têne serjêkirin wek serêjêkirina neviyê Pêxember Mihemed
(S) bixwe Hisên kurê Imam Elî û Fatîme (R) li tevan be. Mixabin! îro berjewndiyên desthilatan
bi pirotokolên siyasî û abûrî ve girêdayîne û rêbaza ol û oldariyê
dikin ebeyên neqiþandî... qirêj û þermezariyên xwe di bin van ebeyan
de vediþêrin, gelo ev rewþa aloz û belengaz ku miletên welatên
rojhilat têde dijîn ne gunehkariye di heqê Xwedê û tev pêxemberên ku
daketin ser rûyê vê dinyayê ne bi tenê Pêxember Mihemed (S)?? Desthilatên li vê dinyayê bi tevayî
kar û barê wan, kul û xemên wan yên pêþîn û dawîn ku jiyana miletên
xwe hêsan û xweþ bikin, ji bilî desthilatdarên welatên Rojhilat pêve
sistemên destûrên wan ku milet birçî, tazî, belengaz, bê kar û bê
xwendin bihêlin. Binyata berjewendiyên van desthilatan
ku, meletên Rojhilat û miletên Rojava li ser tu piran neghêjin hev,
piraniya sedemên van xwepêþandanan ji pîzotên berjewndiyên reþ
dipengizin nav gelê hejar û perîþan û nezan. Hikûmeta Danimarkî di lingê ling de
lêborîneke fermî ji dewlatên Islamî re pêþkêþ kir û rojnama
Karistin Yostê girtin. Vê hikûmetê hindik mabû ku her dû eþhedên
Islamê bide ji bo xatirê ku agirê zikreþiyê di navbera miletên Rojava
û rojhilat de gurr nebe; lê pirsa ku xwe belû û aþkere dike ewe, Gelo!
Çima piþtî ku çend meh li ser van bûyeran re derbas bûn ji nû ev
welatên oldar bi êþa Pêxember hisyane û miletên xwe rijandin sikak û
kolanan ji bo xwepêþandanan? Bersev ji pirsê belû û eþkeretire ku.
desthilatdarên welatên Rojhilat her tiþtî dikin ji bilî demokratî û
wekheviyê pêve, û wek em dibînin kerwanê pêvajoya demokratiyê bi alî
wan ve dimeþin û ew qet naxwazin ku miletên wan bighêjin kerwanê vê pêvajoyê. Mixabin! ku Zanyar, Þêx û meleyên
ola Islamê bê tirs rê li ber xwekujiyê vedikin, fitûyên batil didin
wek reseniya zewaca (BoyFrênd), rêbaz û sineta Pêxember dikin tizbî di
nav tiliyên xwe de... lê wê hilmet û bizavê nadin xwe ku pirên diyalog
û denûstandinan di navbera xwe û þaristaniyên din de ava bikin; ev
mirovên wisa ku bûne berdevkê ola Islamê lê bi esil berdevkên
desthilatdarên dewletên xwe ne, xelkên çav girtî û nezan dajon ser rêkên
xwekujî û wêraniyê ku malên xwe bi destên xwe xerabikin bê ku
zanibin. Bê guman... Cenabê Pêxember Mihemed
(S) ji rêbazên wisa reþ û xwedê nenas bêrîye, heger bi rastî wisa ji
Pêxember Mihmed (S) hezdikin bela wêneyê cenabê wî bi zelalî bighînin
raya navnetewî, bela vî wêneyê muqedes bi berjewendiyên xwe re nicis
nekin, ev pel ne ji lîstinê re ye lê mixabin...! Hingî pê hatiye lîstin
li ber çavê dinyayê perpitiye. Min nedixwest wisa pêxwas, ez bidim
nav vê mijara stirîgirtî, lê min dît ku xerabtirîn stirî ewên ku di
qirka rastiyê de asê dimînin û kêm dest xwe dirêjî rakirina van
stiriyan dikin. Em gelê Kurd, li demên cor bi cor ji
agirên lîskên wisa ne bê parin, piraniya caran em bi navê misilmantiyê
hatine sotin, lê wek ku serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî
gotiye : ( Bela kesek zêdebûnê li ser Islamiya me Kurdan neke...). Dengên ku bi zêdebûnê bilind dibin
bela ji bilindbûna demokratiyê re be, ku bi xezeb rê li ber çem û cobarên
xwe vedike û derbasî nav bax û zevîyên ziwa dibe, li bin dîdevaniya þev
û rojên welatên Rojhilat ku salên dûvdirêj ji wan re pêwîste ta ku hînî
rewþenbîriya wekhevî û demokrasiyê bibin. Em jî, dengê xwe tevî dengê endamên
PEN a Kurd dikim, ku dema îro, ne dema wêrankirin û sotinê ye, belê,
dem dema diyalog û çareserkirina bi riya diyalogê re ye.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org